Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Yaman: Divê Iraq demildest dest ji kiryarên xwe berde
Kurdistan

Yaman: Divê Iraq demildest dest ji kiryarên xwe berde

Hevseroka Dîwana Melîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman xwest ku Hevserokê Meclîsa Gel a Memxûrê Ehmed Şehbaz û ajokar Gabar bên berdan û got: “Divê Iraq demildest dest ji kiryarên xwe yên li ser wargehê berde.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji 10’ê Nîsana 2025’an ve ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) amabargoyek pir alî tê meşandin. Hikûmeta Iraqê bi ti awayî nahêle ne kel û pelên avahîsazî, ne derman û ne jî pêdivên perwerdeyê bikeve nava wargehê. Her wiha gelek pêwîstiyên jiyanî yên din jî li gorî tê xwestin nahêlin bikeve wargehê. Di nava vê ambargoyê de gelek pirsgirêkên wargehê hatin jiyîn û hîn jî tên jiyîn. Yek ji van pirsgirêkan jî rê nedayîna xelkê wargehê ya ji bo bajarên Iraqê ye, ev jî bi hinceta ku nasnameyên wan bi ser de derbaz bûye. Li ser vê yekê gelek caran hemwelatiyên wargehê ji aliyê Iraqê ve hatiye girtin û bi rojan di bin çavan de mane. Bi taybet di Gulana îsal de ji bo ev pirsgirêkên wargehê bên çareserkirin, şandeyek ji rêveberên wargehê pêkdihat serdana Bexdayê kirin, lê di vegerê de ji aliyê Iraqê ve hatin girtin û bi qasî 37 rojan girtî man. Herî dawî beriya çend rojane dîsa Hevserokê Meclîsa Gel a Memxûrê Ehmed Şehbaz û ajokarê bi navê Gabar Nas ji aliyê Iraqê ve hatin girtin.

 

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Nûdem Yaman têkildarî vê ambargoyê û girtina Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şehbaz, Gabar Nas û girtiyên din axivî. Nûdem Yaman diyar kir ku ev demek dirêje ambarogoyek ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî tê meşandin û wiha axivî: “Ev ambargo hîn jî berdewam e. Di vê ambargoyê de gelek pirsgirêk hatin jiyîn û hîn jî tê jiyîn. Yek ji wan pirsgirêkên sereke ku em balê bikişînin ser, girtinên hemwelatiyên vê wargehê ne. Bi rojane hemwelatî bi hinceta ku nasnameyên we bi ser de derbaz bûne tên girtin. Bêguman di nava wan de hevserokên wargehê jî têne girtin. Ev cara duyemîne ku hikûmeta Iraqê Hevserokê me Ehmed Şehbaz digirin. Ev 5 roj in dîsa hikûmeta Iraqê Ehmed Şehbaz û ajokarê bi anavê Gabar Nas binçav kirine, wek wargeh em bi zelalî nizanin bê ji ber kîjan sedeman hatine girtin. Hincetên ku nasnameyên we sere derbaz bûye. Bêguman ev pirsgirêkên nasnameyê ku 2-3 sal in em wek wargeh dijîn, ne ji aliyê me ve rûdaye. Çareserkirina vê pirsgirêkê dewleta Iraqê ye, lê weke ku ev pirsgirêk a me be li ser vê yekê girtinên hemwelatiyên vê wargehê çêdibin.”

‘TENGASIYEK PIR CÎDÎ LI SER WARGEHÊ HEYE’

Nûdem Yaman îşaret bi girtina komek ciwanê ku li ser kar hatibûn girtin kir û wiha pê de çû: “Beriya çend rojan dîsa çend ciwan li ser kar hatibûn girtin. Her wiha beriya du mehan dîsa Hevserokê Meclîsa Wargehê li gel Hevşaredar û yên dîplomasiyê hatibûn girtin. Her carê bi hincetên cûda, bi taybet girtina nûneran, girtina îrdeya vê wargehê tê wateya nasnekirina îradeya vê wargehê. Kesên ku diçin nexweşxanê bi taybet Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şehbaz ku dema vedigeriya hatiye girtin, ev tê wê wateyê ku nexweşên me yên ku diçin û tên ji bo wan jî pirsgirêkan çêbike. Tengasiyek pir cidî li ser wargehê heye. Hatina kel û pelên ku tên wargehê de dibe pirsgirêk, hatina kesekî ku ji derve de tê wargehê wek hemwelatiyekî Iraqê be yan ji derve de be, pirsgirêkan çêdikin.”

‘XELKÊ WARGEHÊ ÎRADEYA XWE ESAS DIGRE’ 

Nûdem Yaman bal kişand li ser pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin û wiha domand: “Di pêvajoya ku ewqas qala aşîtiyê têde tê kirin de, ku tevahî jiyana gelê Kurd têde îfade dike girtina hevserok û hemwelatiyên vê wargehê û ambargoya ku tê meşandin mirov nizane çawan bi nav bike. Eger di asta hevserokatiyê de girtin çêbibe, ev yek metirsiyê li ser tevahî hemwelatiyên wargehê jî dide çêkirin. Dixwazin di vê pêvajoya ewqas girîng de tengasiyên wisa ji bo wargehê çêbikin ku wargeh bidin belav kirin û bê armac bihêlin. Lê cîhan giştî jî dizanin ev wargeh 30 sal in li ser îradeyekê, li ser xet û bîrdoziyekê ya herî girîng li ser armancekî diyarker hatiye vêderê. Li tevî hemû zorî, zehmetî, komkujî û hwd, xelkê wargehê îradeya xwe esas girtiye û vîna xwe teslîmî ti dewletan ne kirine. Me wek wargeh ti carî qebûlnekiriye ku em îradeya xwe teslîmî dewleta Tirkiye bikin û em ji bo dewleta Iraqê jî vê qebûl nakin. Dibe ku girtin, kuştin, derî girtin çêbibe, lê wekî wargeh armanca ku me daniye pêşiya xwe em jê navegerin, bila ev yek baş were zanîn.”

‘DIVÊ HEVSEROKÊ ME DEMILDEST BÊ BERDAN’

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel Nûdem Yaman xwest Hevserokê Meclîsa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî were berdan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li kesên ku mafên mirovan, mafê penaberan diparêzin, bi taybet li NY’ê dikin ku xwedî li vê wargehê derbikevin. Ji ber ku em weke wargeh di bin sîwana NY’ê de ne, divê berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Her wiha divê Iraq demildest dest ji van kiryarên xwe yên li ser wargehê berde û Hevserokê me ku rewşa nexweşiya wî nediyare ku divê demildest bê berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hevalê Riza hem mamoste, hem fermandar hem jî hevrê bû’
Nûçeya Pişt re 4 meh li ser pişta hêstir: Kes me nabîne!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin

Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berhevkirina Kunciyan li Kobanê destpê kir

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê yek ji çandiniya sereke çandiniya Kunciyan e. Lê cotkar…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûçegihanê DÎHA’yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da

Nûçegihanê DÎHA’yê berê Mehmet Arslan di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?