În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YJA Star: Hevrê Berwar sûlava hezkirinê bû
Jin

YJA Star: Hevrê Berwar sûlava hezkirinê bû

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara fedaî Berwar Dersim bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di şer û jiyanê de, gerîlatî û fermandariya demê li ser xeta Zîlan û Bêrîtan bi cih anî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, “Fermandara me ya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û di heman demê de endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê fermandara hêja hevala me Berwar (Seyran Çomak) di 8’ê Tebaxa 2024’an de şehîd bû. Di serî de malbata Çomak a welatparêz a hêja bila serê gelê me yê welatparêz û jinan sax be, yek ji fermandarên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî fermandara me ya fedaî ya hêja hevrê Berwar bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziyê nû dikin.”

Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, “Hevala Berwar li nava malbateke welatparêz a Elbakê ji dayik bû ku li vê herêmê çanda berxwedêr a Serhed û Botanê bi bandor e, li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk a faşîst qirker ti carî teslîmiyet qebûl nekiriye. Malbat û derdora wê ji ber welatparêziya xwe gelek caran rastî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst hat, Lê ti carî teslîmiyet qebûl nekir. Weke ku bi serê gelek malbatên me yên Kurdistanî hat, malbata Çomak jî zor û zehmetî dît, bi neheqî ji cih û warê xwe bû, ji ber van polîtîkayên dijmin jî neçar ma koçî Rojhilatê Kurdistanê bike. Hevala Berwar ji aliyekî ve polîtîkayên qirêj ên dijmin zû nas kir, li aliyê din bi hestên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo pêşketinên girîng li Kurdistanê afirand, mezin bû û kete bi nbandora têkoşîna gerîla, şehadetan û têkoşîna azadiyê ya jinê. Hevala Berwar ji zarokatiyê û pê ve ti carî nebû mirovek ji rêzê, salên ku çû dibistanê hîn bêhtir kete nava lêgerînan. Di sala 1999’an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo gelekî bandor lê kir, nerazîbûna xwe ya li hemberî polîtîkayên dijmin hîn zêde bû û gihîşt wê encamê ku êdî naxwaze bibe parçeyek ji sîstema qirêj, hestên wê yên şoreşgerî şênber bû û biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Her wiha wê demê ji ber ku hevalên gerîla jî serdana malbata wê ya welatparêz a li Rojhilat dikir, hevala Berwar gelekî ji hevalan bi bandor bû û ji ber vê jî xwest tevlî bibe.”

XETA ZÎLAN Û BÊRÎTAN BI CIH ANÎ

Di daxuyaniya YJA Starê de hate ragihandin ku wê demê yek ji gerîlayên ku Berwar ew nas kir, Şehîd Leyla Agirî bû û hate gotin, “Hevala Leyla ji bo biçe Xinêre dema ku ji bo xatirxwestinê çû gel wan, hevala Berwar biryar da ku biryara xwe ya tevlîbûnê bixe meriyetê û tevî hevala Leyla bi rê ket, ji hevrê Şehîd Leyla Agirî hîn bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê dît, hevrê Berwar a ku ji Rêbertî gelekî bi bandor bû, tevlîbûneke ji rêzê li xwe neanî, ji bo li ser xeta PKK û PAJK’ê bibe milîtaneke pêşeng û fedaî ya Rêberê me biryar da ku tevlî karên Hêzên Taybet bibe. Ji ber ku dixwest di nava her şert û mercî de bi rengê Zîlan bijî û şer bike, di demeke kurt de bi pêş ket, piştî perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî û branşê ji bo bersivê bide Rêbertî di çarçoveya Pêngava 1’ê Hezîranê de ji bo li refên pêş cih bigire, di sala 2004’an de li ser pêşniyara xwe derbasî Qada Dersimê bû. Li hemberî komployê û tasfiyekariya piştî wê rû da, helwesta xwe bi vî rengî nîşan da û heta sala 2013’an li Qada Dersimê bi rengekî çalak bi rola xwe rabû. Piştre biryara vekişînê ya ku Rêberê me da, ji xwe re kir esas û sala 2013’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê beşdarî perwerdeya îdeolojîk bû û di bin sîwanê Hêzên Taybet de wezîfeyên girîng da ser milê xwe û bê fikar tevlî bû. Ji bo pêşengiyê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakur re bike û li ser bingeha tevlîbûna li pêvajoyê di sala 2016’an de tevî komek ji hevrêyên jin berê xwe da Eyaleta Serhedê. Li vê derê bi berpirsyariyeke dîrokî rabû, ji sala 2016’an heta şehîd bikeve wezîfeya Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê bi îdîa, biryardariyeke mezin meşand. Hevrê Berwar di şer û jiyanê de fermandarî û gerîlatiya demê li ser xeta Zîlan û Bêrîtan meşand.

BI BAWERIYA XWE YA BI QASÎ ÇIYAYÊ AGIRÎ QEWÎN BÛ HEVRÊYEKE MÎNAK

Hevrê Berwar bi eşqa xwe ya li jiyana azad, welatê azad û Rêbertî, bi bawerî, îrade û wêrekiya xwe ya bi qasî Çiyayê Agirî qewîn bû hevrêyeke mînak. Ji kêliya ku tevlî partiyê bû û heta şehîd bû, di nava her şert û mercî de bi îdeolojî û paradîgmaya Rêbertî tevgeriya, di her mijarê de xwe kûr kir, hişmendî, çand û rêbaza têkoşînê ya partiyê di kesayetiya xwe de bi cih kir, xet, pîvanên azadiya jinê di jiyanê de pejirand. Dema ku şer û pratîk gelekî giran bû bi ked, eşq, bawerî kesayetî, nasname û dilsoziya xwe nîşan da û bû milîtaneke fedaî ya Apoyî. Wate da her kêliya jiyanê, hevrêyên xwe ji her cûre nebaşiyan parast, di nava şert û mercên giran de jî hêvî da hevrêyên xwe, rê nîşan da, pavşerûtî ti carî qebûl nekir, têkoşîna îdeolojîk û zayendî bi rengê herî radîkal meşand, bi vê taybetmendiya xwe li her deverê di mijara parastina gerîlatî û jiyana partiyê de hêz û bawerî da hevrêyên xwe yên jin û mêr. Li hemû detayên jiyanê difikirî, li ser vê bingehê tevlî dibû, bi durustî, fedakarî, kedkarî û dilnizmiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet, hezkirin û dilsoziyê. Di nava PKK’ê de bingeha serketina fermandarekê/î ew e ku baweriyê bide hevrêyên xwe û hevrê Berwar jî ev hemû bi cih anî. Bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz ên welatparêz bû kesayeteke xurt a rêxistinî. Hevala Berwar ku di gerîlatiya Bakur de bû hosta, bi saya dîsîplîna xwe û jîrbûyîna xwe ya pratîkî ya afirîner, gelek caran dijmin têk bir, bi qasî milîtaniya jinê ya azad gerîlatiya jinê jî tevlî xeta fermandariyê kir û bû yek ji fermandarên Şerê Gel ê Şoreşgerî yê demê. Hevrê Berwar ku bi qasî fermandariya xwe her wiha sabotajvan bû, ji Dersimê heta Serhedê gelek çalakî kir, teknîk xiste xizmeta taktîkê, bi cidiyeteke mezin di Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi jêhatîbûna xwe her tim berê xwe da serketinê. Hevrêya me ku gotin û cewhera xwe yek bû, di nava her şert û mercî de neçareserî ti carî qebûl nekir, xwe spart hêza xwe, her tim bû çavkaniya hêz û moralê, li hemberî rastiya dijmin her tim bi hest û hilşmendiya tolhildanê tevgeriya û bû fermandareke bi vî rengî. Hevrê Berwar mîna sûlaveke hezkirinê bû. Di nivîseke xwe de ku îsal nivîsî bi van gotinan qala feraseta xwe ya hezkirinê kiribû: ‘Hezkirina ji civakîbûn û jiyanê ya bi rengê jinê armanceke mezin e. Ji bo vê jî pêwîstî bi hesteke mezin a berpirsyariyê, hêza têgihiştinê heye. Di vê oxirê de bêwestandinê divê li hemberî paşverûtiyê têkoşîn û şer bê kirin. Afirandina nûbûnê jê re divê. Bêyî ku jê biqere, bêyî ku nêzîkatiyeke ezeztî bê kirin pêwîstî bi hezkirinê heye, divê bi çavê hezkirinê li her tiştî binere, bijî, bibe lehiyek ji hezkirinê, ber bi çem hemûyan biherike… Çawa ku li hemberî herikîna avê ti bend nikare bisekine, li hemberî hezkirinê jî kes nikare bisekine. Sînorê hezkirinê nîne. Avê dema ku cihek ji xwe re dît disekine, lê belê hezkirin mîna eşqekê bêdawî diherike. Hêz û enerjiyeke xwezayî ya bêdawî ye. Ez di wê baweriyê de me ku ev enerjî her tim ji dil diherike dil. Ji demên herî zehmet heta bi kêliyên fêhmkirina hev, her tim heye û wê hebe. Ez bi rengekî bê dawî ji Rêbertî, şehîdan, gelê me, hevrêyên xwe, jinên bindest û berxwedêr hez dikim’. Em ê hêjayî hezkirina vê fermandara xwe ya hêja bin.

Şehadeta hevrêya me Berwar bandoreke mezin li me hêzên YJA Starê kiriye. Di şexsê wê de em ê xwedî li wan nirxan derkevin ku bi ked, dilsozî û biryardariyeke mezin a hevrêyên şehîd hatin afirandin, em ê xeta Rêbertî ji xwe re bikin esas, armanca şehîdên xwe ya Kurdistana azad û jiyana azad pêk bînin. Em soza xwe dubare dikin ku tola hevala Berwar û hevrêyên şehîd hemûyan hilînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê ciwan her roj kar û çalakiyên hunerî bikin’
Nûçeya Pişt re Gel bi QSD û Rêveberiya Xweser re ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi heyeta EMEP’ê re hevdîtin kir

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di çarçoveya banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bejahiya rojhilatê Dêrazorê sivîlek hate kuştin

Li Kantona Dêrazorê kesek ji aliyê hin êrişkarên nenas ve hate kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DBP’ê: Em ê 8’ê Adarê agirê azadiyê vêxin

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?