Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên Muxafizên Şoreşê yên Îranê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Weke ku gelê me û raya giştî jî zane, Muxafizên Şoreşê yên rejîma Îranê di nava çend rojên bihurî de li herêmên Şaho û Merîwanê li dijî hêzên me dest bi operasyonên leşkerî û topbaranê kiriye. Me di rojên derbasbûyî de hişyariyên pêwîst dabûn û di daxuyaniyên xwe de bi zelalî diyar kiribû ku eger ev êriş dewam bikin, mafê parastina rewa ya hêzên me heye ku bersivê bidin. Lê tevî van hişyariyan jî dijmin êrişên xwe dewam kirin.
Di 20’ê Cotmehê de, dijmin careke din bi hewanan êrişî derdora gundê Degaga yê li herêma Kosalanê kir. Ev êriş ji aliyê wan baregeh û qereqolên derdora gundê Degagayê ve hatin kirin ku êrişên berê yên li ser herêmê jî ji wir dihatin meşandin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de, yekser bersiva pêwîst da van êrişan û di encamê de tu zirar negihîşt hêzên me.”

