Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (241)
Gotar

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (241)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Brêgzît (6)

Sîvan Se’îd: Hokarî ewey ke narûne yekem eweye berastî plan B nebû. Ebwa plan B bibwaye eger brêgzît rû bida çunke rayedaranî hem konsêrvatîv û hem kirêkar, bankî înglîstan, serokî ew banke, serokî sindûqî nêwdewletî diraw, hemû hêze meznekan, Obama, nazanim dewlete meznekan birwayan wa bû ke Yekêtî Urûpa be bê Brîtanya baş nîye, Brîtanya be bê Yekêtî Urûpa baş nîye û eme nebêt baş e. Ye’nî be pêçewaney tewqu’î xelkewe eme rûy da, leber ewe ke eme rûy da corêk bû le şok bo hemûyan bo Cameron  be taybetî boye xêra îstî’fay da û bo Theresa May  ke xoy le kempeynî manewe da bû û êsta rûberûy ewe bûwetewe ke pêwîste wezaretxaneyekî hebê bo ewey brêgzît bikrê û David Davis ke xoy yekêk lewane bû ke kempeynî kird bo royiştin û ew kesêkî baş debê lewêda çunke ew xoy birway be royiştin hebû. Eme ke tewequ’ bikeyn çi rû deda yekêk lew şitaney ke birwam waye rû dedat em hukûmete leber çend hoyek ke yekyan eweye ke em hukûmete amadeyî tewawî nebû ke brêgzît qebûl bika we êsta tûşî bûwe û pêwîstî be planêkî gewre heye renge em hukûmete feşel bênê û dawa bikrêt bo ewey helbjardinêkî pêşwexte bikrêt.

Qazî: Ew parlimane heta çi salêk birî heye?

Sîvan Se’îd: Heta salî 2020, le 2015 destî pêkirdûwe heta salî 2020 dekrê bimênê be pêy hîsabî asayî, belam îhtîmal heye helbijardinî pêşwext bikrêt eme yekêke le îhtîmale gewrekan û îhtîmalêkî tirîş eweye ke em hukûmete bituwanê be giftugoyekî dirêj ke hêşta nazanê giftugokan bîzebt çone tenha artîklî 50 heye qise le ser eweye eger dewletêk bîyewê le naw Yekêtî Urûpa birwate derewe yan bikrête derewe pêwîstî bewe heye ke em rêwşwênane bigîrête ber û le mawey dû sal û egerîş ziyatir bixayênê renge bigate hewt salîş hemû ew giftugoyane legel wilatekanî tir da bikat bo ewey ke be tewawî corêkî tir le pêwendî ew wilatey ke pêşû endamî Yekêtî Urûpa bûwe durust biken bo ewey pêwendîyan legel Yekêtî Urûpa bimênêt. Xo eger wîstyan le ayende da, duway ewey brêgzît rûy da carêkî tir biçnewe debê rû le madey 49 biken ke ewîş eweye ke le seretawe le sîfrewe dest pêdekrêtewe.

Qazî: Seda 52 le dengderan ew mandateyan dawe be hukûmet eweye ke madey 50 wekar bixa û hetaş cêbecê bibê wa çaweruwan kirawe ke dûsalî pê biçê belam be pêy ew giftgo û qisaney ke dekrê ew meseleye dekrê ziyatir le dû salîş bixayênê. Yek şit man lebîr çû ewîş eweye ke wek dezanî Scotland û Irelend le her dûkyan da dengî zorbey xelik bo manewe bûwe, ca boye duway ew netîcey rêfrandome hukûmetî Scotland ke lewê Partî Nasyonalî Scotland deselatî bedesteweye basî ewey kirdûwe ke ewan amade nîn le Yekêtî Urûpa bêne derê û eger pêwîst bê dîsan rêfrandom dekenewe. Û Sinn fein îş le bakûrî Ireland raygeyand ke êsta wextî ewe hatûwe bakûrî Ireland legel komarî Ireland yek bigrêtewe çunkû katêk Brîtanya le Yekêtî Urûpa dête derê carêkî dî sinûr le nêwan bakûrî Ireland û komarî Ireland saz debê. Eger hêndêk em layenaneş şî bikeyewe xirap nîye.

Sîvan Se’îd: Le rêfrandomekey pêşûy Scotland da xelik hemû tewequ’î wa bû ke êste wextî eweye Skotlenda serbexoy werbigrê, tewaw birwat. Ew kate be serbexoy bibêt be endamêkî Yekêtî Urûpa. Debate y êstay Scotlandîyekan be gewrey be taybetî first minister, werzîrî yekemî Scotland Nicola Sturgeon pêy waye ke eger ême dewletêkî sovereign û serwer nîn le jêr destî Lenden dayn boçî le jêr destî hêzêkî mezintir da nebîn ke ewîş brîtîye le 27 wilat û zorbey xelik dengî dawe bimênêtewe boçî ême le Brîtanya da bimênîn. We ewey ke em beyanîye min gwêm lêy bû ke serokwezîrî Brîtanyay ‘Uzma pêy waye ke Scotland da ta ewende qewetî heye be şêweyek pêwendîyekî serbexoy legel Yekêtî Urûpa da hebêt û hem pêwendîyekî serbexoşî legel lenden da hebêt û ewan xoyan ewende otonomîyan heye ke bituwanin şitêkî awa biken. Belam meseley bakûrî Ireland zor calbtire, ewîş lewe da ke êsta ew wez’ey ke bakûrî Irelanî ciya kirdewe le başûrî Ireland êste nemawe, ew wez’e qaîme. Ye’nî ew hesasîyete dînî û hesasîyete mezhebîyey ew wexte hebûwe, ew hesasîyete siyasîyey ke ew wexte hebûwe êsta bew şêweye nîye zor asayiye her dû Ireland ew sinûrey ke be hoy Yekêtî Urûpawe nemawe lexowe boçî durustî bikenewe. Madam eger sinûrêk hebê ba sinûreke legel eweda bêt. Eme her dûkî debate y waq’în, debate ke locîkî tire lewey êsta heye.

Qazî: Tesîrî rastewxoy le ser meseley penaberî û ew kesaney ke hewcêyan bewe heye ke le wilatêkî wekû Brîtanya damezrên ke bo xoy nexşî hebûwe lew meseley penaberan leber helkewtî kolonyalîstî xoy ke xelkêk ke mecbûr be cê gorkê bin rûy têdeken ewe çende tesîrî rastewxoy heye?

Sîvan Se’îd: Tesîrî rastewxoy eweye xelkêk le bedene be taybetî xelkî hêzî kar û çînî kirêkar û ewane haletêkyan heye, corêk le konfîdnis, corêk le rahetîyan bo durust buwe ke ême etuwanîn le wane tûre bibîn deryan bikeyn çunke ême kem nîn hevde mîlyonîn. Pêyan waye ke hevde mîlyon xelik pêyan waye ke îmîgreyişn xirape, ke penaberekan pêwîste bikrêne derewe, muhacîrekan pêwîste lêyan bidrê, leber ewe şitî hem be fîzîkî, hem be haletî racism, regezperstî be şêweyek mixabin ziyadî kirdûwe lew maweye da û ziyatrîş deka çunke komelgake bûwe be komelgayek ke teqrîben şeq bûwe, bûwe be dû beş. Beşêke legel hemû xelik da eyewê bijî, beşêke her eyanewê xoyan bijîn

Qazî: Ew munaqeşe û debate aney ke lew mawaney duwayîda le parliman da hebûwe, her hewtûyekyan mawe deçne te’tîlat ta mangî September zor be tundî ewe bû ke hemû layenekan basyan dekrid ke ême le beranber hemû cûre tawankarîyekî regezperistane debê zor be tundî rabiwestîn. 

Sîvan Se’îd: Ba min qisekey xom rast bikemewe mebestim ewe nîye ke hevde mîlyon xelik lewê recist e belam ew xelkey ke racist in, ke regezperistin corêk le rahetîyan bo durust bûwe çunke pêyan waye emaney ke wekû ewan dengyan dawe be royiştne derewe hemûyan wekû ewan bîr dekenewe û piştîwanêkî zoryan heye bo ewey ke.. 

Qazî: Diyar e be pêy qanûnî nenûsrawî Brîtanya rasîzm lewê de hemû formêkî da qedexeye.

Sîvan Se’îd: Belê memnû’e, qedexeye, belam ewey ke min dîsan wîstim bîlêm ew dû qeyraney ke le her dû partîye gewreke daheye her berdewamî eçêjê

Qazî: Ew qeyranîyey, daway lêburdin dekem qiseket debrim grînge basî bikeyn. Pêt waye wextêk David Cameron ewey dezanî û ew belêneşî dabû be pêy manîfêstî partîyekeyan, pêt wa hebû ew muşkîleyey ke êsta durust bûwe ewe xoy new’êk qeyranî durust kirdûwe wa nîye? Ke le rûy abûrî, komelayetî û le zor rûwewe ke temaşay bikey şitêk nîye be qazancî Brîtanya bê be lanî kemewe le kurt mewda da. Çon bû ewe awa bû?

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn
Nûçeya Pişt re Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin

TAJÊ bi wesîleya salvegera sêyemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Sûriyeyeke demokratîk bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan e’

Ehmed Xoce anî ziman ku Sûriyeyeke ne navendî tenê bi modela Rêveberiya xweser û azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûcên şer ên artêşa Tirk meha Hezîranê dewam kirin

Artêşa Tirk a dagirker-qirker li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?