Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin
Çand û Hûner

Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

Şanogerên ji Bakurê Kurdistanê yên beşdarî festîvala şanoyê ya li Kobanê bûn diyar kirin ku wê çand û hunera xwe bi pêş ve bibin û sînoran ji holê rakin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Kobanê bi Festîvala Arîn a ‘Biks û Zulfên Aştiyê’ hefteyek ji lîstikên şanoyê derbas kir. Festîvala bi dirûşma “Ji her bajarokî çîrokek û ji her dilekî romanek” îsal cara 4’emîn hate lidarxistin, 30’ê Cotmehê destpê kir û 4’ê Mijdarê bi dawî bû.

https://video.anf-news2.com/live/firat/39b11487_20261104152614_2026-11-05-kobane-sanogeren-amede-yen-li-kobane-eme-bi-cand-u-hunera-xwe-sinoran-rakin-1.mp4

Li gel Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Bakurê Kurdistanê jî şanoger beşdarî festîvalê bûn. Şanogerên ji Amedê beşdarî festîvalê bûn, hestên xwe ji ANF’ê re anîn ziman û diyar kirin ku siberojê wê têkiliyên xwe yên hunerî yên bi herêmê re xurtir bikin.

Şanoger Alvan Koçer kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdariya li festîvalê anî ziman û diyar kir ku ciwanên niha xwedî zîrekiyeke mezin e, li ser dikê bi rengekî azad dikarin peyamên xwe bidin û got, “Em ê paşerojê êdî bi lîstikên xwe tevlî bibin. Dema ku Rojava rabû ser piyan, li Bakur jî em li ser piyan bûn. Ji xwe çanda me, zimanê me yek e û em yek in. Li Kobanê israra ciwanan a hunerê gelekî xurt e. Di nava şert û mercên herî zehmet de festîvalên bi vî rengî  têne lidarxistin ku ev yek gelekî baş e û cihê hurmetê ye. Niha jî barê giran li ser me ye. Me ji bo zimanê xwe û hebûna xwe şer dikir, niha jî em ê bi çanda û hunera xwe bi pêş bikevin û sînoran rakin.”

Alvan Koçer bi bîr xist ku festîvalên şano yên li Bakurê Kurdistanê bi beşdariya komên ji Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê pêk dihat, hingî tevlîbûna Rojava kêm bû, lê di dema pêş de wê dawî li vê kêmasiyê bînin.

Alvan Koçer got, “Bi hesta ku ji Bakur me li vê derê dinihêrî, niha em ji vê derê bi heman hestê li Bakur dinihêrin. Me dirûşmeyek ji xwe re li festîvalê afirandin. Ew jî bi vî rengî ye, ‘Ji her parçeyekî Kurdistanê çîrokek û di dilê her şanogerekî de romanek; em ê her tiştî baş bikin’. Gelek tiştên balkêş û enerjiyên xurt hene. Diyar e ku komên gelekî serketî û xurt wê ji Rojava derkevin.”

Şanoger Rêzan Kaya jî anî ziman ku wê gelekî meraq dikir ku li şanoya Rojava temaşe bike û got, “Gelek caran min li ser medya civakî didît. Lê min bi çavên xwe nedidît. Li kolanên Kobanê hînê em şer hîs dikin. Hevalên nû li vê derê nû dest bi şanoyê kirine wê di demên pêş de bibin pispor û karibin bibin dengê berxwedanê.”

Rêzan Kaya diyar kir ku ew êdî dikarin bên Rojava, tevlî perwerdeya şanogeran bibin û got, “Me pêşniyar kir ku werin vê derê û li peymangeha hunerê beşdarî perwerdeya xwendekaran bibin. Cihên ku li vir me ziyaret kir giraniyeke gelekî mezin xiste ser min. Ew hestewarî ne tenê hestewariyek e giran e, ew ê ji bo min bibe asta têkoşînê. Êdî em dibêjin êdî em dawiyê li rojên reş bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe
Nûçeya Pişt re Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Handicap International: Li Xezeyê herî kêm 3 hezar bombeyên neteqiyayî hene!

Li gorî texmînên Handicap Internationalê, ji 45,000 bombeyên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û heta…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qazî Mûhammed û Şehîdên Kizildereyê wê bi bîranînên xwe di têkoşîna me de bijîn’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê yek ji rêberên hêja û girîng ên dîroka Kurdistanê Qazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

Weqfa Aştiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veguhere destketiyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?