Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:
“Xaka qedîm û berxwedêr a Rojhilatê Kurdistanê, di tevahiya dîrokê de li dijî mêtingerî, zext û polîtîkayên înkarê serî netewandiye. Yek ji navendên herî bi kok û berxwedêr a vê erdnîgariyê, Makû ye. Bi sekna xwe ya bê hempa navê xwe li rûpelên herî bi rûmet a têkoşîna azadiyê ya Kurd nivîsand. Zarokên hêja yên ku ji çiya, gelî û kolanên Makû hatin, li hemberî zilma li ser gelê me bêdeng neman û ala azadiyê bilind kirin. Bi parçekirina sînorên mêtingeriyê û sîstema zilmê, li çiyayên Kurdistanê destanên qehremaniyê yên mezin afirandin. Zarokên biwêrek ên Makû bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevlî nava refên gerîla bûn. Wan ruhê welatparêzî, zanebûna netewî ya bi kok û kesayetiya berxwedêr a Rojhilat li lûtkeyên çiyayan veguherandin çalakiyê. Wan doza azadiyê ya gelê Kurd di kesayeta xwe de dîtin; di demên herî zehmet de jî bê dudilî tevlîbûneke fedayiyane raber kirin.
Hevrêyên me Bêrîvan Amed, Çavreş Gabar, Marya Amanos, Ronya Ronahî, Dîcle Makû, Êrîş Welat, Tamara Gever, Evîn Fîraz, Kanî Urmiye, Berxwedan Gilîdax, Şervan Şoreş, Bawer Gilîdax, Şervan Makû, Egîd Zerdeşt û Rûken Azad di nava pêvajoya têkoşînê de di demên cuda de şehîd bûn. Her yek ji wan bi têkoşîna xwe bû endamê nemir ê vê meşê. Ev zarokên bijarte yên Makûyê, li çiyayên Kurdistanê li dijî mêtingeriyê dîwarê berxwedanê ava kirin. Fedekariya wan di têkoşîna azadiyê ya gelê me de ti carî nayê jibîrkirin. Gelê me yê Rojhilat û hemû gelê Kurd wê her tim bi van lehengên xwe yên fedayî serbilind be û di hiş û dilê xwe de bidin jiyîn.
Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê Makû yê berxwedêr, gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em 15 lehengên xwe yên nemir bi rêzdarî, minet û dilsoziya herî kûr bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku her dilopa xwîna li ser vê xakê rijiyaye û her keda hatiye dayîn, bişopînin û teqez têkoşîna wan bigihînin serketinê. Em soz didin ku li pey şopa şehîdên xwe bimeşin, meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê û timî bîranînên wan bidin jiyîn.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, wiha ne:
|
|
|
Nasnav: Çavreş Gabar |
|
|
Nasnav: Marya Amanos |
|
|
Nasnav: Ronya Ronahî |
|
|
Nasnav: Dîcle Makû |
|
|
Nasnav: Êrîş Welat |
|
|
Nasnav: Tamara Gever |
|
|
Nasnav: Evîn Fîraz |
|
|
Nasnav: Kanî Urmiye |
|
|
Nasnav: Berxwedan Gilîdax |
|
|
Nasnav: Şervan Şoreş |
|
|
Nasnav: Bawer Gilîdax |
|
|
Nasnav: Şervan Makû |
|
|
Nasnav: Egîd Zerdeşt |
|
|
Nasnav: Rûken Azad |
















