Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (262)
Gotar

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (262)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (4)
Qazî: Kardanewey destpêkirdinî ew pirojeye, êsta basî Emrîkat kird belam detuwanî ziyatirî le ser biroy. Le wilatanî cor be cor da çon bûwe?

Sîvan se’îd: 65 wilat êsta be fê’lî dekewne naw piştênekewe. Meselen Iraqî bîzebt xoy tênakewê belam ew newtey ke le Iraqewe eçête derewe bo benderî Ceyhan bê yan bo benderî Baynaz, bilêyn le ser deryay Sipî nawerast be her dû barda le ser Iraq qisey heye leber ewe Iraq naçare eger be pozîtîvîş bersivêkî mezbûtî nebê natuwanê dij bêt. Leber ewe 65 wilat be erênî qiseyan heye le ser ewey ke belê ême pêman xoşe em wez’e heye û bo ême le rûy abûrîyewe başe û le rûy ferhengîyewe û le rûy hemû buwarekanî tirîşewe ême keyf xoşîn bewe belam hemîşe cext dekrêtewe le ser eme aya be cîdî Çîn ew rêga aştîxwazane heldebjêrê ke êsta basî dekat yan le ayinde da le pira deygorê çunke le 2016 da bo yekem car qa’îdeyekî ‘eskerî, binkeyekî serbazî Çînî le Cîbotî damezrawe teb’en be qebûl kirdinî nêwdewletî û UN belam ewe şitêkî bê pêşîneye le siyasetî Çînda çunke îmanî bewe nîye ke biçê le lihazî ‘eskerîyewe hîç hêjêmonîyekî xoy pîşan bidat. Belam eger biroyte wilatêkî wekû Arjantîn ke axir wilate, dûrtirîn wilate bo numûne wekû Şîlî debînî le sed da newed û no, eger mubalexe nebê, lanî kem le sed da newed belam ewan xoyan delên newed û no hemû ew prodûkte, hemû ew berhemaney ke heye û rojane le bazar da defroşrê û xelik zerûrin pêy hemû Çînîye. Lew perî dinyawe be naw aw da û be naw wişkanî da degate ewê. Eger emro durust bê be xêra bigate ewê hemû bo ewan başe, dilnyam ewan be pozîtvî dezanin le ber ewe kardanewey wilatan reactionêkî  ne kultûrî ye û ne kes lewe detirsê kultûrî Çînî ême dagîr bika globalization kultûrekeman lê xerîb bikat, ewey ke assimilation  û alienationî pê delên kesêk leme natirsê çunke kultûrî Çînî bo xoy û ew corey berxurdî Çînî heyetî legel dinya da berxurdêk nîye ke le ser esasî tuwandnewey ewanî tir bêt. Beder le quwetî Çîn ke kultûrekey zor behêztire, hemîşe delên Çînîyek û yekêkî naçînî be yekewin ewey naçînîyeke debê be Çînî le naçarî. Min xom lew lihaze dam ke dezanim tesîrim le ser ewe ziyatire heta meselen min hawrêkey xom beder lewey ke ew ziyatir bibê be Kurd min ziyatir debim be Çînî eme numûney piçûke belam wekû kultûr wehaye. Bo ewey ewe biselmênim ke çone wehaye xelik le kulltûrî Çînî netirsê û ewanîş xoyan ew mitmaneye deden êsta Çîn pêwendîyekî heye le gel yazde wilat ke ew yazde wilate gewretirînyan Endonêziya û Malêziyan ke wilatî îslamîn û piçûktirînîşyan nawî Brunêy ye. Brunêy le mîlyonêk xelik kemtire ye’nî mîlyon car piçûktire le Çîn. Ye’nî Çîn zor lîbêrale yanî corêke lewê hîzbêkî Komonîst heye wilateke berêwe deba, dîsîplînêkî zor zor be quwet heye ke nayelê cadekan pîs bibin, corêk le management e, be hemû tolêransî xoyewe mena’etyan nîye ke m’amele legel hukûmetî îslamî Endonêziya yan hukûmetî îslamî Malêziya biken ya legel hukûmetêkî piçkoley monarkî wek Kambodya da biken ya Brunêy. Brunêy yek mîlyon car lew piçûktire û yek mîlyon carîş lew feqîrtire, belam ew wekû partner hîsabî eka nalê min yekî gewre û to hîç. Elê ême partnerman ewê, patnership, yanî şerîk, şerîkayetîye. 

Qazî: Ew layenaney ke em destpêşxerîye pay ewan degrêtewe le nawyan da dewletêkî ke zor pozîtîv bûbê kwêye?

Sîvan Se’îd: Ewey teb’en girînge pozîtîv bê Hîndistan e legel Emrîka, ya bilêyn Yekêtî Ewrûpa wekû hêzî gewre. Hîndistan nêgatîv nîye. Teb’en  sê ‘eqebey gewre heye bo ewey bikewme ser Hîndistan, girîngtirînyane leber lûtî Çîne. Şwênêk heye le beynî Çîn û Hîndistan da ke pêy dewitrê disputed area  şwênî nakok. Nakokin le serî û hemîşe egerî pêk dadanî ‘eskerî heye le ser ewê le beynî ew dû wilate da. Beder lewey ke Çîn hêzî nawekî, newewî heye û muşkîley gewreşî legel Pakistan da heye, êsta Çîn pêwîstî bewe heye ke Hîndistan razî bikat. Leber ew hoye jimarey ew şitaney ke le Çînewe deçne Hîndistan, ew berhemaney ke hî Çînin û deçne Hîndistan de car yan yazde car ziyatre lew berhemaney ke le Hîndistanewe dêne naw Çîn. Û gumirg, ewey bac û zerîbe û ewe heye le ser Hîndistan kemtire bo ewey ke Hîndistan dilnya bikatewe ke toş hêzêkî gewreyt, be der lewey ke yek mîlyon muşkîley ‘ecîb û xerîb heye le Hîndistan da ke min êsta wextim nîye basî bikem, her be kurtî bo numûne bilêm 560 mîlyon xelik le Hîndistan le fuqrî had dan. Fuqrî had ye’nî absolute poverty, îtir fuqrî had, lewe feqîrtir îtir nabin awyan nîye, xwardinyan nîye, şwênêkyan nîye lêy biwestin bo ewey baran lêyan neda. Îtir le xwardinî pak û tewalêt û ewe her bigerê. Le Çîn eme nemawe êsta axir kitêb ke serokî wilateke be nawî xoyewe derî kirdûwe, teb’en kitêbeke basî kongirêseke hemûyetî: “Ba xwahafîzî bikeyn le feqîrî” meselen le salêk da bîst mîlyon wehdey sekenî durust dekrê, xanû durust dekrê bo ewey xelik tyêda bijîn. Kes homeless nemênê bê xanû nemênê. Çîn bo razî kirdinî Hîndistan elê were ba em berhemaney ke min heme beşî toşî lê bidem. Were ba min ew yarmetîyet bidem, were ba xêra be pele xanûy çakit bo durust kem. Yarmetîm bide bo ewey toş baş bokem. 

Qazî: Mebestit eweye ke Hîndistan yek lew wilataneye ke nîsbet bew pirojeye zor pozîtîve. Kwêy dîkeş?

Sîvan Se’îd: Belê waye. Endonêziya û Malêziya ke dû wilatin le rûy cem’îyetewe zor gewren û Malîziya û Sîngapûr. Sîngapûr zor piçûke belam le abûrîyekey da zor gewreye. Sîngapûr yekêke le partnere esasîyekanî em xeyale, meselen pilingekanî asya, ew de pazde wilate, belam lemane muhîmtir û xiraptir Kazaxistan, Uzbekistan û Rûsyan. Kazaxistan gewretirîn wilatî hebîse ye. Hebîse yanî awî le dewr nîye. Gewretrîn wilate le dinya da sed mîlyon xelkî lê ejî, bejayye dewruberî hîç awî têda nîye wek behir yan zerya. Deryaçe û ewaney têdaye ke yekyan wişk bû. Ewane piçûkin. Kazaxistan êsta be taybetî le layen Çînewe m’ameleyekî taybetî le gel da dekrê bo ewey dilyan xoş biken bo ewey ke hem qazancêkî abûrî hem kultûrî bo êwe heye, meselen bo xwêndkare Kazaxekan xwêndin be belaşe, muqarene be minêk eger le Ewrûpawe biçim meselen. Tenha xwêndin na belam zor pêwendîyekî gerim û gurî Çîn le bexşîn ziyatir le wergirtin beranber be Kazaxistan heye bo ewey ke dîsan Rûsyaş emîn bikatewe lewey ke Rûsya heye çunke ewane nêgatîvin beranber meseleke. 

Qazî: Emrîka ke daxlî ew cadane nekirawe, red fê’lî Emrîka çi bûwe?

Sîvan Se’îd: Ewey wîstim billêm dû cûre qise heye êsta debatey gewren le wilateke da ke rojî waye hezaran akadêmîsyen qisey le ser deken ke pêyan waye prêzîdênt, serokî wilat debû peley nekirdbaye le ser em îqtîrahe le ber ewey debwa ême Emrîkaşman razî kirdaye, çunke emaney ke min delêm razî nîn be tuwanayekî razîn ye’nî dengyan helnebrîwe bo nexêr, belam zor be dem meselekewe naçin le ber ewey nazanin ekewne kwêy meseleke.
Dirêjey heye… 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CÎK: Ruhê Remezanê banga gavavêtina aştiyê dike
Nûçeya Pişt re ROJEVA 1’Ê ADARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Weselê jinek hat qetilkirin

Li Hunxe-Drevenack a Weselê di dikanekê de cenazeyê jineke 50 salî hat dîtin.

Ji aliyê Stêrk TV

JinNews: Di meha Adarê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JinNews’ê, di mehekê de herî kêm 24 jin û 4 zarok hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 13 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hate ragihandin

Dewleta Tirk 13 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlehiya taybet’ îlan kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?