Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigrin carekê din hatin Enqereyê. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtin bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin hatin li ber Wezaretê. Lê karker li vir ji aliyên polîsan ve hatin astengkirin û Serokê sendîkayê Gokay Çakir jî di nav de zêdetirîn 100 karker hatin binçavkirin. Her wiha dîmen girtina rojnamegeran jî hat astengkirin.
Piştî binçavkirinan parêzerê Sendikaya Madenê ya Xweser Lutfî Sabrî Bati derbarê binçavkirinan û daxwazê karkeran de daxuyaniyeke da.
Lutfî Sabrî Bati diyar kir ku Wezaretê soz dane wan ku dawiya meha Tîrmehê pirsgirêkên wan çareser bike lê daxazên wan pêk nehatiye û wiha got: “Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe hatin Enqereyê lê serokê sendikayê jî di nav de zêdetirîn 100 karker hatin binçavkirin. Em ji bo Yildiz Holdingê ku heqê karkeran dixwe eşkere bikin hatin li vir. Karkerên Etî Gumuş Madenê yê Elazîzê ev gavekê ji bo destheqê xwe di çalakiyan de bûn û xwestin çalakiyên xwe bigihejînin Enqereyê. Em ê piştî binçavkirinan jî li Enqereyê çalakiyên xwe bidomînin. Berbirsyariya dewletê jî di mezinbûna vê mijarê de heye.”

