Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e
Rojane

1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

Aştî bi îradeya hevpar a gelan pêkan e. Eger tenê ji maseya danûstandinê ya dewletan re bê hiştin wê aştiyê demkî bike. Aştiya mayinde bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan, bi pêşengiya jinan û tevlîbûna wekhev a nasnameyên cuda dikare pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku yek ji hilweşînên herî mezin ên mirovahiyê bû, bi armanca bîranîna pîrozmendiya aştiyê hate ragihandin. Her sal vê rojê bi milyonan mirov dadikevin qadan, êş, mirina komî û birînên giran ên ji ber vî şerî rû dan bi bîr tînin û balê dikişînin ser girîngiya aştiyê.

Di vê serdemê de cîhana me li cografyayên cuda bi şer dorpêç bûye. Li Rojhilata Navîn ji Xezeyê heta bi Yemenê, li Efrîkayê şerê navxweyî yê li Sûdan û Kongoyê, li Ewropayê şerê Ûkrayna û Rûsyayê, li Asyayê şerê navxweyî yê li Myanmarê… Her yek ji wan krîzeke giran bi xwe re anî ku bi milyonan mirov koçber bûn, bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û travmayên giran afirand ku li nava gelek nifşan dewam bike.

JI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ DUYEMÎN Û VIR VE DEMA HERÎ GIRAN A ŞER

Cîhan ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve ketiye serdemek welê ku herî zêde şerê çekdarî diqewime. Li gorî Endeksa Aştiyê ya Global a 2025’an, li cîhanê hejmara şerê ku ji ber dewletan diqewime gihîştiye 59’an. Ev yek ji sala 1945’an û vir ve asta herî bilind e. Şer ne tenê li ser hevsengiyên siyasî her wiha li ser mafê jiyanê yê bi milyonan mirovî gefeke yekser e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heta sala 2025’an 122 milyon mirov bi zorê ji cih û warê xwe bûn. Ev hejmar jî di dîrokê de hejmara herî bilind e. Ji Sûdanê heta bi Sûriyeyê, ji Xezeyê heta bi Kongoyê bi milyonan mirov neçar man ya koçî welatekî cuda bikin yan jî di nava welatê xwe de koçber bibin. Ev rewş nîşan dide ku şer êdî ne tenê ji aliyê leşkerî ve her wiha ji aliyê mirovî ve jî krîzeke mezin afirandiye.

PERSPEKTÎFA AŞTIYÊ YA DEMOKRATÎK

Li Rojhilata Navîn ihtimala aştiyê ne tenê bi bêdengkirina çekan her wiha bi jinûve avakirina hevpeymanên civakî ve girêdayî ye. Nêzîkatiyên neteweperest û tekperest ên netewe dewletan, gelek gel, ol û nasnameyên çandî yên li herêmê derve dihêle. Ji ber vê yekê jî aştiyeke mayinde tenê bi sîstemeke ji tevlîbûna demokratîk û pirrengî dibe. Modelên ku azadiya jinê, wekheviya gelan û jiyaneke civakî ya demokratîk diparêzin, ji bo aştiyê nexşerêyeke nû pêşkêşî herêmê dikin.

Nexşeya şer çiqasî berfireh bibe jî Rojhilata Navîn şensê aştiyê bi temamî ji dest nedaye. Berevajî vê yekê mezinahiya hilweşînê bi rengekî hîn şênber nîşan dide ku pêwîstiya bi aştiyê ji her demê bêhtir zêde ye. Daxwaza çareseriya demokratîk, jiyana hevpar û xwişk-biratiya gelan li gel zext û zordariyê jî careke din û jinûve dikeve rojevê.

BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A RÊBER APO

Di navenda nîqaşên aştiyê de yên li Rojhilata Navîn, bangên Rêber Apo xwedî cihekî girîng e ku bi salan e bi perspektîfên çareseriyê tîne ziman. Rêber Apo ji destpêka salên 1990’î û vir ve dibêje, ‘aştî ne tenê bêdengkirina çekan e’, di heman demê de avakirina jiyaneke demokratîk û veguherîna civakî ye. Ev nêzîkatî li hemberî feraseta dewletê ya yekperest û neteweperest a li herêmê modeleke aştiyê ya alternatîf pêşkêş dike.

Peyamên Rêber Apo yên ji bo aştiyê di demên cuda de derketin pêş. Biryara agirbestê ya yekalî ya sala 1993’an, peyamên sala 1999’an ên piştî girtinê û bi taybetî jî nameya wî ya ku sala 2013’an di Newroza Amedê de hate xwendin ew kêlî bûn ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê hêviya ji bo aştiyê herî xurt hate hîskirin. Di wan peyaman de got, ‘Divê çek bêdeng bibin û fikir biaxivin’ û destnîşan kir ku li ser bingeha xwişk-biratiya gelan çareseriyeke demokratîk dikare pêk were.

WATEYA AŞTIYÊ: NETEWEYA DEMOKRATÎK

Nêzîkatiya Rêber Apo ya li aştiyê ji agirbesta navbera dewletan a klasîk an jî peymanên li ser esasê ewlekariyê cudatir e. Rêber Apo anî ziman ku aştî bi îradeya civakan li ser bingeha jiyaneke demokratîk dikare ava bibe, ev yek jî li hemberî avaniya yekperest, bisînorkirinê ya netewe dewletan bi perspektîfa neteweya demokratîk pêkan e.

Di perspektîfa Rêber Apo de azadiya jinê mifteya azadiyê ye. Nêzîkatiya ku destnîşan dike, li civaka ku jin ne azad e aştiyeke mayinde pêk nayê, bi taybetî di demekê de ku li Rojhilata Navîn li hemberî jinê tundî û neheqî giran e, rêyeke alternatîf diafirîne. Îro tevgera jinên Kurd xwe ji vê ferasetê xwedî dike û di têkoşîna aştî û azadiyê de bi rola pêşengiyê radibe.

Yek ji xalên ku Rêber Apo di bangên xwe de timî destnîşan dike ew e ku netewe dewlet ji aliyê avaniyê ve modeleke welê ye ku şer diafirîne. Feraseta yek nasname, yek ziman û yek milet civakên cuda tine dihesibîne û ditepisîne. Ev tepisandin di demdirêjiyê de dibe çavkaniya esasî ya şer. Li gorî wî, aştî bi jiholêrakirina vî mejiyê yekperest û bi qebûlkirina pirrengiya demokratîk dibe.

Di sala 2025’an de ku şer li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye, bangên Rêber Apo hîn jî derbasdar û rojane ne. Modela aştî û civaka demokratîk a ku ew pêşniyar dike, ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê her wiha ji bo tevahiya herêmê rêyeke rizgariyê nîşan dide. Ji ber ku ev model weke alternatîfa herî berfireh derdikeve pêş ku girêka şer a ku ji aliyê dewletên neteweperest ve tê afirandin ji holê radike.

LI TIRKIYE-BAKURÊ KURDISTANÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Şerê ku bi dehan sal in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diqewime berdêlên gelekî giran bi xwe re anî. Şer ne tenê li çiyê, her wiha li bajaran, li gundan û li nava jiyana rojane ya mirovan bandoreke giran kir. Bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirov neçar man koç bikin, di hişê civakî de birînên kûr vekir. Ev rewş nîşan dide ku aştî li vê xakê ne tenê tercîheke siyasî ye, di heman demê de mecbûriyeteke jiyanî ye.

Di dema şer de gelê Kurd bi asîmîlasyona sîstematîk, koça bi darê zorê, valakirina gundan û kuştinên kiryar nediyar re rû bi rû ma. Dewleta Tirk polîtîkayên ewlekariyê da pêş û daxawza aştî, azadî û demokrasiyê ya civakê tepisand. Dawiya dawî jî vê rewşê bandor ne tenê li gelê Kurd kir, li tevahiya Tirkiyeyê kir: çavkaniyên aboriyê ji şer re hate bikaranîn, qada siyasî teng bû û qutbûna civakî kûr bû.

Daneyên Neteweyên Yekbûyî jî vê rewşê piştrast dike. Li Tirkiyeyê ji salên 1990’î û pê ve zêdeyî 3 milyon mirov bi zorê ji cih û warê xwe bûn, gund hatin valakirin, bandora vê pêla koçberiyê hîn jî dewam dike. Ev hejmar radixe pêş çavan ku şer ne tenê li eniyê, di heman demê de di hemû şaneyên avaniya civakî de diqewime.

DERSÊN JI PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ DERKETIN HOLÊ

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêviya aştiyê bi rengê herî şênber di pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013-2015’an de kete rojevê. Nameyên ku Rêber Apo ji Îmraliyê şand, mutabaqata Dolmabahçeyê û peyamên aştiyê yên li qada Newrozê hatin dayin, di nava civakê de kelecaneke mezin afirandibû. Lê belê refleksên neteweperestiyê yên dewletê û hesabên desthilatdariyê ev pêvajoyê têk biribûn.

Vê tecrûbeyê ji aliyekî ve nîşan da ku aştî çiqasî pêkan e, li aliyê din jî dijberiya dewletê ya li aştiyê jî raxist pêş çavan. Li gel vê yekê jî nekarî fikrê rasteqîn ê dibetiya aştiyê ji mejiyê gelan bibe.

Ber bi sala 2025’an ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêwîstiya bi aştiyê ji her demê bêhtir dihate hîskirin. Di atmosfereke welê de ku krîza aboriyê hebû, qutbûna civakî zêde bûbû û daxwazên demokrasiyê dihatin tepisandin, aştî wê ne tenê pirsgirêka Kurd çareser bikira, her wiha wê deriyê demokrasî û azadiyê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê vekiribûya.

Feraseta yek dewlet û neteweperest a li Tirkiyeyê li pêşiya aştiyê weke astengiya herî mezin tê dîtin. Lê belê jiholêrakirina avaniya astengdar a netewe dewletê dikare derî li çareseriyeke demokratîk veke. Perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo pêşniyar dike ku avaniya pir çandî, pir nasnameyî ya Tirkiyeyê veguhere zemîna aştiyê. Ev model dikare bersivê bide daxwaza azadiyê ya gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelê Tirk jî dikare bibe demokrasiyeke rasteqîn.

PEYAMA AŞTIYÊ YA GERDÛNÎ

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ne tenê ji bo bîranîna êşên berê ye, di heman demê de tê wateya destnîşakirina nexşerêya paşerojê û vê serdemê ye. Mirovahî îro li gelek eniyan bi şer dorpêçkirî ye. Ji Sûdanê heta bi Xezeyê, ji Kongoyê heta bi Ûkraynayê bi milyonan mirov bi hilweşîna şer re rû bi rû ne.

Têgeha aştiyê gelek caran tenê bi rengê ‘bêdengkirina çekan’ tê tengkirin. Halbûkî tecrûbeyên gelan nîşan dide ku aştiya rasteqîn li ser bingeha wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê dikare ava bibe. Feraseta yekperest û neteweperest a netewe dewletan hîn jî sedema herî girîng a jinûve hilberandina şer dewam dike. Israra li ser yek netewe, yek ziman û yek nasname weke gefek li ser civakên cuda tê dîtin û hewl dide wan bitepisîne. Ev polîtîkaya tepisandinê ji bo dema kurt bêdengiyê biafrîne jî di demdirêjiyê de tovên şerê nû diçîne.

Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de peyama herî xurt a mirovahiyê divê ev be: Aştî bi îradeya hevpar a gelan dikare pêk were. Eger aştî tenê ji maseyên danûstandinê yên dewletan re bê hiştin wê aştiyê demkî bike. Aştiya mayinde bi têkoşîna rêxistinî ya gelan, bi pêşengiya jinan, bi dînamîzma ciwanan û bi tevlîbûna wekhev a nasnameyên cuda dikare pêk were.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e
Nûçeya Pişt re Danîmarka, ji bo teşwîqkirina xwendina pirtûkan baçê radike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li Kurdistanê qirkirina jinan di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e’

Gulîzar Îpek anî ziman ku li Mêrdînê bi destê hêzên dewletê tiryak û tacîz zêde…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin

Li Agiriyê bi çalakiyekê girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avesta, hate protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li Xelfetiyê dewam dike

Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 11'an de ye.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?