Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, roja borî Mucteba Yawer û Mistefa Mihemed du welatiyên Kurd ên navçeya Dêloran a bajarê Îlamê bi fermana dadwer hatin girtin û ji bo Girtîgeha Îlamê hatin veguhestin.
Hate ragihandin ku Mucteba bi sûcdariya siyasî û ewlehî û Mistefa jî bi sûcdariya belavkirina nerazîbûnê hatine girtin.
Hate destnîşankirin ku her du Kurd li hûcreyên yek kesî tên ragirtin.

