În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Afîfe Kartal: Em xwedî li rêya aştiyê ya ku Rêber Apo vekiriye derkevin
Kurdistan

Afîfe Kartal: Em xwedî li rêya aştiyê ya ku Rêber Apo vekiriye derkevin

Dayika Aştiyê Afîfe Kartal, diyar kir ku ew ji bo aştiyeke birûmet bi salane têdikoş in û bang li her kesî kir ku xwedî li pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dayikên Aştiyê yên ku bi salan e ji bo pêşî li mirinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bigirin têdikoş in, dixwazin pêvajoya nû ya ku Rêber Apo daye destpêkirin bi aştiyê encam bide. Yek ji van dayikan jî Afîfe Kartal e ku dayika şehîd û girtiyek e. Yek ji hezaran jinên Kurd e ku li Kurdistanê li dijî zordariyê ji bo aştiyê têdikoş e. Keça Afîfe Kartal Têkoşîn di sala 2011’an de tevlî PKK’ê bû û di sala 2017’an de şehîd bû. Kurê wê ku 22 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn jî, hê girtî ye. Afîfe Kartal, biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna aştiyê didomîne.

Dayika Aştiyê Afîfe Kartal ji ajansa me re axivî û wiha got, “Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê da destpêkirin, weke dayikan me piştgirî da. Divê tevahî cîhan jî piştgirî bide. Çawa ku Birêz Ocalan got ku ew ê pêvajoyê bide destpêkirin û deriyên aştiyê veke, divê dewlet jî destê xwe yê aştiyê dirêjî Birêz Ocalan bike. Di destpêka pêvajoya aştiyê de, wan got, ‘Bila Ocalan were û di Civîna Koma DEM Partiyê de biaxive.’ Lê belê wan soza xwe bi cih neanîn. Heta emrê me têrê bike em ê piştgiriyê bidin aştiyê. Ji ber ku aştî bi rastî tiştek xweş e. Em şer naxwazin.”

‘DIVÊ DEWLET DESTÊ AŞTÎYÊ YÊ HATÎ DIRÊJKIRIN BIGIRE’

Afîfe Kartal, destnîşan kir ku divê dewleta Tirk destê aştiyê ya ku Rêber Apo dirêj kiriye bigire û wiha domand, “Em tenê aştiyê dixwazin. Rêber Apo aştiyê dixwaze. Divê em xwedî li rêya aştiyê ya ku Rêber Apo vekiriye derkevin. Weke dayikên Aştiyê ev 25 sal in em ji bo aştiyê têdikoş in û li her qadê daxwaza aştiyê dikin. Em tenê wekhevî û aştiyeke birûmet dixwazin. PKK’ê ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih anî. Divê êdî dewleta Tirk jî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Eger Serokkomar Erdogan bi rastî jî aştiyê dixwaze, divê daxwazên me li ber çavan bigire. Zarokên Erdogan şer nakin; zarokên me şer dikin. Zarokên gelê Kurd her tim berdêl dane; tevî vê Kurdan her tim aştî xwest. Di merasîma veşartina cenazeyên zarokên xwe de jî her tim me daxwaza xwe ya aştiyê aniye ziman. Em êdî naxwazin cenazeyên şehîdan bibînin. Sê Dayikên Aştiyê di komîteya ku li Meclîsê hate avakirin de axivîn; Destûr nedihat dayîn ku bi Kurdî jî biaxivin. Li cihekî ku Kurdî qedexe ye, mirov dikare behsa aştiyek çawa bike? Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Birêz Ocalan ji bo aştiyê çi ji destê wî tê dike.”

‘TENÊ MÎRATA KU EZ Ê JI ZAROKÊN XWE RE BIHÊLIM AŞTÎ YE’

Afife Kartal, di dawiyê de jî ev tişt gotin, “Divê Rêber Apo azad bikin. Divê gerîlayên me werin. Ew tenê aştiyê dixwazin. Yek ji zarokên min di vê rêyê de xwe feda kir. Kurekî min di girtîgehê de ye. Ji ber zordariya dewletê ez neçar mam koçber bibim. Keça min ji bo daxwazên vî gelî têkoşiya û canê xwe feda kir. Cenazeyê keça min di kîsikekê de radestî min kirin. Ji ber vê yekê heta dawiya emrê xwe em ê daxwaza aştiyê bikin. Tenê mîrateya ku ez ê ji zarokên xwe re bihêlim dê aştî be. Eger ez bimirim jî, zarok û neviyên min wê têkoşîna aştiyê bidomînin. Divê gelê Kurd xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin. Xema Rêber Apo tenê aştî ye. Divê dewlet destê aştiyê ya ku Rêber Apo dirêj kiriye bigire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Eger komîteyê biryara navberê dabûya, me dikarîbû îro zexteke xurttir li ser Tirkiyeyê bikira’
Nûçeya Pişt re Şoreşgerê ku bêdengî veguherand berxwedanê: Akîf Yilmaz
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzgarê Hesekê şandeya hikumeta demkî qebûl kir

Parêzgar Nûredîn Ehmed û hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî hevkariya di qada çavkaniyên enerjî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Minbicê li dijî êrîşan meşiyan: Em ê axa xwe biparêzin

Şêniyên kantona Minbicê ku êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku şert û mercên jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?