Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!
Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

KCK'ê got, "Rêber Apo û xeta PKK'ê ku destpêkên nû diafirîne, wê ji niha û pê ve jî bi gelê me û tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelê me, dost û hêzên têkoşînê hemûyan pîroz be. Em şehîdên xwe yên ku PKK afirandin û kirin ku 52 salan têbikoşe bi minet û hurmet bi bîr tînin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Rêber Apo ji bo bîranîna şehîdê me yê mezin Hakî Karer karê damezrandina partiyê da destpêkirin, di 27’ê Mijdara 1978’an de Kongreya 1’emîn pêk anî û PKK ava kir ku pêşengiyê ji têkoşîna gelê Kurd re bike.

PKK’ê pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya herî demdirêj a dîroka gelê Kurd re kir. Bi vê pêşengiyê re di nava gelê Kurd de guherînên mezin pek anî ku li devereke din a cîhanê mînaka wê nehatiye dîtin. Gelê Kurd ji goşeka mirinê rakir û kir hêza azadiyê ya herî dînamîk a Rojhilata Navîn. Kurd ên ku paşdemayî dihate dîtin, niha bûye rûyê herî ronî yê Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê.

Welatê me kuk weke Kurdistana xeyalî ya binaxkirî dihate binavkirin, îro veguheriye wê cografyayê ku têkoşîna azadiyê bi rengî herî zindî lê tê meşandin. Hêza têkoşînê û hemû cûreyên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê hate afirandin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li êrişeke welê rast hat ku li cîhanê nehate dîtin. Me bi deh hezaran şehîd dan, bi sed hezaran mirovên Kurd bi êşkenceyên giran hatin zindanîkirin. Kurdan di dîroka cîhanê de ew rekor şikandin ku ji ber sedemên siyasî herî zêde li zindanê hatin ragirtin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û hilweşandin, Kurdistan hate valakirin. Li gel vê yekê jî têkoşîna azadiyê ya ku PKK’ê pêşengî jê re kir 52 salan bê navber dewam kir û destketiyên bêhempa afirand. Piştî ku têkoşîna azadiyê hemû êrişên îmhayê şikand, dewleta Tirk hem li hundir hem jî li derve li pirsgirêkên giran rast hat. Bi Tevgera me ya Azadiyê re di nava rawestandina şer de kete nava nîqaşeke siyasî. Rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re bi dehan hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de ji aliyê Kurdan heyet jî hebûn.

Dewleta Tirk ku gelê Kurd înkar dikir, dixwest bi fîzîkî û çandî qir bike, Rêberê me û Tevgera me muxatab girt û ev yek pêşketineke girîng a siyasî ye. Hemû hevdîtinên li Îmraliyê di heman demê de weke şêweyekî têkoşîna siyasî tê meşandin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a 2 sal in dewam dike û stratejiya nû ya têkoşîna siyasî li ser têkoşîna 52 salan ava bûye. Nirxên ku bi têkoşîna 52 salan hatin afirandin û rastiya gelê me ya di nava têkoşînê de afirî, hêza me ya herî mezin a têkoşînê ye. Kurd êdî ne bê parêzin, ne bê Rêber in, ne jî bê hêz in. Niha rastiyeke me ya rêbertî heye ku ne tenê ji gelê Kurd re, her wiha ji jiyana demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşengiyê dike. Rastiyeke rêberê me ye ku ji ber afirandina xeta azadiya jinê ji jinan piştgiriyê werdigire. Rêberekî me heye ku zanisteke nû ya civakî afirandiye. Rastiya rêbertiyeke me heye ku serê gelê Kurd bilind kiriye û gihandiye stêrkan.

Weke ku Rêber Apo got, PKK romaneke bê dawî ye, helbestek e, stranek e. Fesixkirina PKK’ê di têkoşîna azadiyê de destpêkeke nû ye. Çawa ku gelê Kurd bi PKK’ê re bi ruh û kelecana ciwantiyê dest bi têkoşînê kir û destketiyên mezin bi dest xist, bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk re jî wê destketiyên mezin bi dest bixe. Gelê Kurd bi bidestxistina jiyana demokratîk û azad wê gelên Rojhilata Navîn jî bigihîne jiyaneke azad û demokratîk. Diyalektîka Tevgera Azadiyê ya Kurd ev e, qanûna wê ev e.

Gelê Kurd bi dilsoziyeke mezin li Rêbertiya me xwedî derdikeve û qebûl dike ku PKK’ê destketiyên mezin afirandine. Gelê Kurd li şehîdên xwe xwedî derdikeve û li hemberî tiştên ku PKK’ê afirandine xwe deyndar hîs dike. Her şehîdê me di axaftinên xwe yên dema saxbûnê de digot, ‘Heke careke din werim dinyayê, ez ê dîsa bibim PKK’yî.” Her milîtanekî PKK’ê jî dibêje, ‘heke careke din bêm dinyayê, ez ê carek din bibim PKK’yî.’ Gelê me ku bi dehan salan e dibêje ‘PKK’ê gel e, gel li vir e’, di her fersendê de nîşan dide ku wê her tim li PKK’ê xwedî derkeve. Sekna gelê me ya di daxuyaniyên şehîdan de vê yekê bi awayekî eşkere û zelal nîşan dide. Dema li zarokên xwe xwedî derdikeve, ev tê wateya li PKK’ê û têkoşîna wê jî xwedî derdikeve.

Gelê me salvegera damezrandina PKK’ê li her derê pîroz dike û wê her tim jî pîroz bike. Em jî bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi rengekî xurt û bi coş beşdarî pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê bibin.

Rêber Apo û xeta PKK’ê ku destpên nû diafirîne wê ji niha şûnde jî ji bo gelê me û tevahiya mirovahiyê serkeftinê bidest bixe. Li ser vê bingehê em cejna vejînê ya tevahiya gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û di têkoşînên wan ê azadî û demokrasiyê yên ji niha şûnde de serkeftinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be
Nûçeya Pişt re Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Rast nîne ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya ceza û efûkirinê de bê nîşandan’

Fatma Bostan Unsal got, rast nîne ku hikumet meseleya Kurd di çaçroveya efû û ceza…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku êrîş rawestin em ê li kolanan bin’

Di çalakiyên protestokirina êrîşên HTŞ'ê yên ku bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku Newrozê bi coşek mezin li çiyayên Kurdistanê pîroz kirin, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?