Hate ragihandin ku Hêzên ewlekariyê yên PDK’ê li navçeya Soran rojnamevan Ebdo Rostayî û du welatî binçav kirin.
Kesek nêzîk rojnamevan û nûçegihanê Dezgeha Medyayê ya VAR, Ebdo Rostayî ji ajansa Rojnewsê re ragihand ku hêzên ewlekariyê yên PDK’ê li navçeya Soran rojnamevanê navborî û du welatî binçav kirin û ber bi cihekê nediyar ve hatin birin.
Têkildarî sedema binçavkirina rojnamevan Ebdo Rostayî kesê nêzîkî rojnamevan got; “Binçavkirina wan ji ber wergirtina îfadeyan ji welatiyan li ser rewşa herêmê û biryarên Elî Zeydî pêk hat. Hem rojnamevan û hem jî her du welatiyên ku bi kanalê re axivîn hatine binçavkirin.”
Her wisa têkildarî binçavkirina rojnamevan û her du welatiyan de, çavkaniyek ji hêzên ewlekariya Soran wiha got; “Rojnamevan û herdu welatiyan li dijî ewlehî û aramiya herêmê daxuyanî dan û xwestin li dijî Herêmê û saziyên wê yên yasayî baxivin.”
Li beramberê vê îdedayê, kesê nêzîkî rojnamevan hincetên hêzên ewlehiyê red kir û got: “Rojnamevan Ebdo Rostayî karê xwe yê profesyonel kir û tu gef li ser statuya Herêmê nexwariye. Belkû, di berjewendiya Herêmê de ye ku ji welatiyan bipirsin ka mirov çawa statûya Herêma Kurdistanê di nav yekîtiyê biparêze.”
Dezgeha Medyayê ya VAR jî daxuyaniyek weşand û got ku Ebdo Rostayî nûçegihanê wan Ebdo Rostayî li Soran, di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye revandin. Her wisa got; “Silamtiya canê hevkarê me Ebdo Rostayî di berpirsyaritiya hêzên ewlekariya Îdareya Serbixwe ya Sorane de ye.”

