Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li gelek bajaran daketin qadan, bertek nîşanî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezatiyê û qetlîamên jinan dan. Jinên ku meş û daxuyaniyên çapemeniyê li dar xistin, banga parastina mafên hatine bidestxistin, misogerkirina mafê jiyanê yê jinan û avakirina jiyaneke wekhev û azad kirin.
ŞIRNEX
Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê li ber Edliyeya Cizîrê daxuyanî dan. Jinên ku qordelayên mor bi xwe ve kiribûn, pankarta “Em li dijî tundiyê bêdeng namînin, em mafê jiyanê yê jinan diparêzin” vekirin.
Endama Lijneya Rêveber a Baroya Şirnexê Edîbe Burcu Mungan diyar kir ku tundiya li ser jinan binpêkirineke giran a mafê jiyanê ye û destnîşan kir ku bêcezatî nayê qebûlkirin û ew ê ji bo jinan jiyaneke wekhev, azad û bê tundî têbikoşin. Daxuyanî ji aliyê parêzer Guneş Ozlem Demîr ve hat xwendin. Piştre jinan destên xwe bi rengê mor boyax kirin, şopên destên xwe li ser tuwalê hiştin û çalakiya bêdengiyê li dar xistin.
BI PÊŞENGIYA TJA’YÊ MEŞ
Li Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jî meşek hat lidarxistin. Jinên ku li Qada Omer Kabak hatin cem hev, bi çepik û tilîliyan ber bi Qada Komarê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmeyên derbarê azadiya jinan de hatin berzkirin.
Piştî meşê aktîvîsta TJA’yê Nafiye Geçgel daxuyaniya çapemeniyê xwend. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo azadiya jinan. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pêvajo tenê wekî bêdengkirina çekan û bidawîbûna pevçûnan neyê nirxandin û got ku divê azadî, ked û wekheviya jinan bê misogerkirin. Newroz Uysal Aslan bal kişand ser nêzîkatiya Rêber Apo ya derbarê azadiya jinan de jî û li ser navê jinên Şirnexî silavên xwe şandin.
DAXUYANIYA MECLISA JINAN A KESK’Ê
Meclisa Jinan a Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê jî li ber avahiya nûnertiyê ya li Cizîrê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Em li malê, li kolanê, li cihê kar ne ewle ne, werin em xwe birêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin” hat vekirin de, Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Şirnexê Gulistan Mîrzaoglu axivî. Gulistan Mîrzaoglu diyar kir ku xizanî, bêkarî, cudakarî, mobbîng, zextên siyasî û xespkirina mafan jî şêweyên cuda yên tundiyê ne. Gulistan Mîrzaoglu got ku ew ê bi rêxistinbûnê têkoşîna wekhevî, azadî, ked û aştiyê ya jinan mezin bikin.
SEMSÛR
Platforma Jinan a Semsûrê ji Parka Koşûyolû ber bi Qada Newrozê ve meşek li dar xist. Jinên ku wêneyên jinên di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin, daxwaza edalet û azadiyê anîn ziman.
Li ser navê jinan Asli Dede axivî û diyar kir ku ew ê rêxistinbûna xweser a jinan, îradeya azad û xweparastinê xurt bikin. Asli Dede anî ziman ku divê di her qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin bibin kirdeyên wekhev, damezrîner û biryardar û got ku ew ê dest ji têkoşîna mafê jiyanê, azadî, wekhevî û aştiyê bernedin.
EDENE
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê rapora qetlîamên jinan û mirinên biguman ên jinan a 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê li Edeneyê 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina 4 jinan jî wekî biguman derbasî qeydan bû. Li seranserê welat jî 245 jin hatin qetilkirin û mirina 258 jinan wekî biguman hat dîtin.
Komîsyona Jinan di serî de ji nû ve îmzekirin û bicihanîna bi bandor a Peymana Stenbolê, bicihanîna bêkêmasî ya Qanûna hejmar 6284’an, bidawîkirina zextên li ser rêxistinên jinan, zêdekirina stargehên jinan û piştgirîkirina serxwebûna aborî ya jinan, pêşniyareke ji neh xalan pêk tê pêşkêş kir.
MÊRSÎN
Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê li Baxçeyê Edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku Platforma Jinan a Mêrsînê jî piştgirî dayê de, endama ÎHD’ê Fatoş Sarikaya axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa pêvajoyên pevçûnan û polîtîkayên zordar ên dewletê.
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Melek Şaraldi jdiyar kir ku rêxistinbûna xweser a jinan, destketiyên hevserokatî û nûnertiya wekhev têgihiştineke alternatîf a jiyan û rêveberiyê derdixe holê û got: “Em ê ne temaşevanên aştiyê bin, em ê bibin muzakerevan, biryardar û kirdeyên damezrîner ên aştiyê.”
STENBOL
Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Navendê Ozlem Ozkan ku daxuyanî xwend û diyar kir ku 25’ê Mijdarê roja têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tundiya mêran, kedxwarî û newekheviyê ye.
Ozlem Ozkan ragihand ku di 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an de 245 jin hatine qetilkirin û 274 jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û got ku mirinên jinan û tundiya sîstematîk her ku diçe zêde dibin. Ozlem Ozkan anî ziman ku divê mekanîzmayên parastina jiyana jinan bên xebitandin û hemû beşên civakê beşdarî têkoşînê bibin.
SÊRT
Li Sêrtê bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji ber avahiya partiyê ber bi Dibistana Navîn a Sancaklarê ve meşek hat lidarxistin. Di meşa ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin de, jinan dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.
Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinan polîtîkaya sîstema serdest a mêr e û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku tu cînayetên jinan bên jibîrkirin û tu mirin di tariyê de bimînin. Revşan Arslan diyar kir ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin bibin kirdeyên damezrîner û banga têkoşîna birêxistinkirî kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku jin li dijî hişmendiya mêr-dewletê, baviksalarî, qirkirina jinan, xizanî û newekheviyê têdikoşin. Saritaş anî ziman ku jin ne tenê ji bo bibîranîna kesên hatine qetilkirin, ji bo parastina paşeroja xwe jî li qadan in.
DAXUYANIYA ÎHD’Ê
Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê jî li pêşiya Avahiya Kargeha Îdareya Taybet daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zozan Akdogan Nas diyar kir ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê zemîn ji zêdebûna tundiya li ser jinan û cînayetên jinan re amade kiriye. Zozan Akdogan Nas daxuyand ku di 10 mehên destpêkê yên 2026’an de 242 jin hatine qetilkirin, 492 jin rastî tundiyê hatine û 167 jin rastî tacîzê hatine.
QERS
Li Qersê rêxistinên jinan û nûnerên sendîkayan li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî dan. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Yapi-Yol Senê ya KESK’ê Pinar Aydin daxuyanî xwend. Pinar Aydin diyar kir ku nirxên serdest ên mêr, mîlîtarîst û feodal bi îdeolojiya fermî ya dewletê re bûne yek û jinan dikin hedef. Pinar Aydin diyar kir ku jin barê herî giran ê qetlîam, tundî û êşên civakî yên tên jiyîn hildigirin.
COLEMÊRG
TJA’yê ji xaçerêya Otela Şenlerê ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşek li dar xist. Jinan di meşê de li dijî tundiya mêran û polîtîkayên dijminatiya jinan dirûşme berz kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin ku di meşê de axivî, diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet berdewam dikin. Oznur Bartin doza destdirêjiya zarokeke 13 salî ya li Geverê bi bîr xist û got ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser jin û zarokan bidomînin.
ÎDIR
Li Îdirê jin ji Kolana Prz. Îbrahîm Bozyel ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan. Jinên ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin, dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di meşê de axivî, diyar kir ku civakeke ku jin tê de ne azad bin, azad nabe û got ku ew ê parastina azadiya jinan û mafê jiyanê bidomînin.
AGIRÎ
Li Agiriyê bi pêşengiya TJA’yê meş û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Di meşa ku rêxistinên demokratîk jî beşdar bûn de, wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Başboga daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan.
MÛŞ
Jinên ku bi pêşengiya TJA’yê li pêşiya Şitilgeha Yeşîlceyê hatin cem hev, meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin, jinan daxwaza têkoşîna birêxistinkirî û azadiya jinan anîn ziman.
Polîsan xwest ku wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin bên rakirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş bertek nîşanî polîsan da. Jinên din jî bi çepikan hewldana polîsan protesto kirin.
Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag ve hat xwendin. Piştre aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û diyar kir ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji ber têkoşîna azadiya jinan û helwesta wan a li dijî sîstema serdest a mêr hatine qetilkirin. Çaglar Demîrel êşkence û tazîkirina bedena Ekîn Wan bi bîr xist û anî ziman ku îradeya jinan bi van êrîşan nayê şikandin.
ERZIROM
Li navçeya Qereçoban a Erziromê jin ji ber DEM Partiyê kom bûn û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Di meşa bi pêşengiya TJA’yê hat lidarxistin de jinan dowîzên “Unîforma nabe ji sûc re bibe mertal” hilgirtin.
Piştî meşê Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî axivî û bertek nîşanî bêdengiya li hemberî qetlîamên jinan da. Berîvan Bahçecî bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên di girtîgehan de û xwest ku girtî bên berdan.
BEDLÎS
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi pêşengiya TJA’yê ji Rawestgeha Xîzanê ber bi birca saetê ve meşek hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Sîdar Karaçelîk axivî û bertek nîşanî cezanekirina kiryarê dosyaya Ayşe Înceyol da.
Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp jî diyar kir ku jinên hatine qetilkirin ne tenê hejmar in û got ku di civakeke ku jin tê de ne azad bin de wekhevî ne pêkan e.
RIHA
Jinên ku bi banga Platforma Jinan a Rihayê li ber AVM’ya Novada Park a li navçeya Xelîliyê hatin cem hev, ber bi Qada Topçûyê ve meşiyan. Jinên ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin, daxwazên azadiya jinan, edalet û têkoşîna birêxistinkirî anîn ziman.
Berdevka Demê ya Platformê Arjen Uluba daxuyanî xwend û diyar kir ku divê saziyên ku bi parastina jiyana jinan berpirsyar in erkên xwe bi cih bînin.
DÎLOK
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li navçeya Şahînbeyê meşek hat lidarxistin. Jinên ku li Parka Kirkayakê hatin cem hev, peyamên têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê dan û ber bi Parka Balikliyê ve meşiyan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çalakiyê de axivî û bal kişand ser dosyayên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş û xwest hesab ji rayedaran bê pirsî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku jin li dijî îstîsmarkirina zarokan, cînayetên jinan û polîtîkayên şerê taybet têdikoşin û got: “Li cihê ku jin ne azad bin tu kes ne azad e.”
Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bal kişand ser hêza birêxistinkirî ya têkoşîna jinan.
TRABZON
Platforma Jinan a Demokratîk a Trabzonê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Jinên ku ji Kolana Maraşê ber bi Parka Meydanê ve meşiyan, bertek nîşanî tundiya li ser jinan, polîtîkayên bêcezatiyê û newekheviya aborî dan. Jinan banga bicihanîna qanûnên parastinê yên bi bandor û misogerkirina îstîhdama mayînde kirin.
DERSIM
Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li Kolana Hunerê hatin cem hev, ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di meşê de banga edaletê ya li dijî polîtîkayên bêcezatiyê û têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî tundiyê hat kirin.
Li ser navê platformê Duygu Kurban axivî û xwest ku aqûbeta Gulistan Doku bê eşkerekirin. Duygu Kurban diyar kir ku aştî ne tenê tê wateya bêdengbûna çekan û got ku divê jinên ku wêrankariya şer jiyane di pêvajoyên aştiyê de bibin kirdeyên biryardar û damezrîner. Duygu Kurban diyar kir ku di serî de Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Şule Çet ew ê dest ji têkoşîna edaletê ya ji bo jinên hatine qetilkirin bernedin.
XARPÊT
Li Xarpêtê jinên ku li Qada PTT’ê hatin cem hev, ber bi Mala Mamosteyan ve meşiyan. Di meşê de dowîzên “Budçe ne ji bo şer, ji bo jinan”, “6284’anbi cih bîne” û “Neparêze, pak neke, bidarizîne” hatin hilgirtin. Li ser navê Platforma Jinan a Xarpêtê Irmak Oztan daxuyanî xwend û banga têkoşîna li dijî qetlîamên jinan û polîtîkayên dijminatiya jinan kir.
DEP
Meclîsa Jinan a Şaredariya Depê bi beşdariya Hevşaredar Eda Durmuş li ber şaredariyê daxuyanî da. Piştî daxuyaniya ku bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, portreyên jinên hatine qetilkirin li darekê hatin daliqandin.
ÇEWLÎG
Li Çewlîgê jinên ku ji Parka Bajêr ber bi pêşiya AVM’ya Kaliumê ve meşiyan, li dijî qetlîamên jinan û tundiya mêran dirûşme berz kirin. Di çalakiyê de navên jinên hatine qetilkirin yek bi yek hatin xwendin.
Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Çewlîgê Gamze Nur Arslan daxuyanî xwend û bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî qetlîamên jinan.
ENQERE
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê ji Kolana Yukselê ber bi Kolana Sakaryayê ve meşek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî beşdarî meşê bûn.
Di daxuyaniyê de cînayetên jinan, polîtîkayên bêcezatiyê, dosyayên Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Îpek Er, cudakariya ku jinên astengdar dijîn û kedxwariya keda jinan hatin rojevê. Jinan bertek nîşanî kêmbûna çavkaniya ku di budçeya 2027’an de ji bo parastina ji tundiyê hatiye veqetandin dan û xwestin ku girtiyên siyasî yên jin bên berdan.
ÊLIH
Meclisên Jinan ên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji xaçerê ber bi Qada Pêşangehê ya Yilmaz Guney ve meşek li dar xistin. Jinên ku dowîzên “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne, tundiyê asayî nekin” û “Qetilkirina jinan polîtîk in” hilgirtin, banga têkoşîna birêxistinkirî kirin.
Piştî meşê Sekretera Jinan a Tum Bel-Senê Amîne Evîn Tuzun axivî û diyar kir ku jin bi piranî ji aliyê mêrên ku nas dikin û herî nêzî wan in ve rastî tundiyê tên.

