Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Afirînerê nasnameya Kurd a nû: PKK-2
Kurdistan

Afirînerê nasnameya Kurd a nû: PKK-2

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo PKK'ê ku 46 salên xwe temam kirin gotin, "Her tiştên PKK'ê li ser bingeha nûbûnê ye. Her kesê ku li azadiyê digere dikare xwe di nav vê têkoşînê de bibîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd bi komeke biçûk dest bi rêwîtiya xwe kir. Fikrên ku parastina wê dikir bala her kesî dikişand. Hinek ditirsiyan, hinek ji wan jî meraqa wan li hemberî vê fikirê hebû. Hakî Karer yek ji wan hevrêyan bû ku ji roja destpêkê ve li cem Rêber Apo cih girt û pê re meşiya. Dema ku şehîd bû, Rêber Apo ji bo bîranîna wî PKK damezrand. Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi 22 kesan pêngaveke dîrokî hat avêtin û gelê Kurd partiyeke ku nêzî nîv sedsal e têkoşîna azadiyê dimeşîne bi dest xist û ew ê bi biryardarî biparêzin. Îro PKK’ê 46 sal qedand û gav avêt sala xwe ya 47’an.

Bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê me fikrên gerîlayên HPG û YJA Starê wergirt.

HER KESÊ KU LI JIYANEKE AZAD DIGERE XWE DI NAVA PKK’Ê DE DIBÎNE

Endama TEV-ÇAND’ê gerîla Dersim, diyar kir ku ew ji ber salvegera Partiyê û agahîgirtina ji Rêber Apo gelek kêfxweş û kelecanî bûye û got, “Ewil em 27’ê Mijdadrê li Rêber Apo, hevalên di çaperên pêş de şer dikin, li gelên azadîxwaz û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Ji ber silavê Rêber Apo em gelek kêfxweş in. Em jî silavên xwe rêdikin. Ez bi Şoreşa Rojava bandor bûm û beşdarî partiyê bû. PKK’ê ji bo min her tişt e. Çawa her tişt? Bawerî ye, hevrêtî ye, jiyan e. Ji ber ku PKK’ê baweriyê dide we, di nava PKK’ê de hûn dikarin her zor û zehmetiyê derbas bikin. Ev jiyaneke nû ye û di vê jiyanê de tu dikarî her tiştî bikî. Hûn kêlî bi kêlî li ber xwe didin. Em bawerî ji gelê xwe û Rêbertiya xwe hîn bûn. Rêbertî di demeke wiha de ku derfet nîn bûn, partî damezirand. Mirovekî ku tê gotin mirî ye, zindî kir. Nîşan da ku Kurd û jin hene. Dijmin her roj dixwaze gelê me tune bike. Dixwaze Rêbertiya me tune bike, têkiliyên wî yên bi me re bibire. Lê belê dijmin wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Li pêşberî vê rastiya dijminane divê em PKK’ê û jiyana ku Rêber Apo ava kiriye biparêzin û divê em têkoşînê mezin bikin. PKK’ê nîşanî min da ku jinên Kurd dikarin çi bi dest bixin. Rêya jiyaneke rasteqîn, jiyaneke azad nîşan da. PKK’ê ne tenê partiya Kurdan e, her kesê li azadiyê digere dikare xwe di nava vê têkoşînê de bibîne. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo her kesî hembêz dike.”

‘PKK TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN LI TEVAHIYA ENIYAN LI BER XWE DIDE’

Gerîla Zehredîn Zagros ê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûye û bi salan e gerîlatî dike diyar kir ku ew weke endamê TEV ÇAND’ê xebatê dimeşîne. Zehredîn Zagros, anî ziman ku pênasekirina PKK’ê zehmet e û wiha domand, “PKK’ê çandek e, civakek e, nasnameyek e. PKK’ê pênaseya jiyaneke nû ye. Her tiştê PKK’ê li ser esasê nûbûnê ye. PKK’ê ji bo hemû gelan bûye çavkaniya hêviyê. Serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilat derket holê, girîngiya peydakirina çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re nîşan da. Rêbertiya me û PKK’ê bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bi awayekî rast nêzî civakê dibe.

Hevrêyên me yên leheng ên li eniyan şer dikin, îro ruhê berxwedanê yê PKK’ê hildigirin. Ev ruh ruhê Hakî Karer, Sara, Kemal û Mazlûman e. Tevî hemû êrîşan jî tevgera me li hemû eniyan li ber xwe dide û roj bi roj çeperên xwe berfireh dike. Hevrê Rojger û Asya darbeyek xurt li dijmin xistin û çalakiyên Hevrê Rûken, Sara, Rojhat û Erdal ên beriya wan, îspat kirin ku PKK’ê ti carî nikare bê tinekirin. Rêbertî tevgereke wiha ava kiriye ku tinekirin ne pêkan e. PKK tinebûnê qebûl nake. Serketin nêz e û em bi biryar in ku vê bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî nêz e. Banga min li hemû ciwanan e; Werin tevlî nava refên azadiyê bibin. Werin em hemû bi hev re govenda azadiyê bileyîzin.”

DIJMIN NIKARE HÊVIYA ME TUNE BIKE

Endamê TEV-ÇAND’ê yê herî ciwan gerîla Tolhildan Hesekê, derbarê salvegera 27’ê Mijdarê de ev tişt gotin, “Divê dijmin baş bizanibe ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dest ji vê têkoşîn û berxwedanê bernedin. Ji ber ku em hêzên parastinê yên gelê xwe ne. Dijmin bixwaze gelê me û gerîlayên wan tune bike jî, em her roj mezin dibin û xurt dibin. Em li dora Rêbertî xelekek ji agir in. Ev agir roj bi roj mezintir dibe. Kes nikare vî agirî bitefîne. Em bi îdîa û biryardar in, azadî pir nêz e. Ev pêvajo gelekî girîng e. Banga min li gel û ciwanên Kurdistanê; Li hemberî dijmin stûyê xwe xwar nekin. Divê ciwan bi taybetî berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê nesekinînin. 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurdistanê rojeke pîroz e. PKK’ê weke komeke biçûk dest pê kir, lê îro bi mîlyonan hevrêyî dewam dike. Ev dijmin nikare moral û hêviya me tune bike. Em her tim li cem Rêbertiya xwe ne û ez bawerim ku em ê îsal bi Rêbertiya xwe re bijîn.”

GELÊ KURDISTANÊ GELEKÎ ZANE YE

Gerîla Armanc Arî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û bi salan e hem weke hunermendekî hem jî weke şoreşgerekî têdikoşe. Armanc Arî, diyar kir ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd dîrokeke gelekî girîng e û wiha got, “Bila salvegera 47’an a PKK’ê ji bo gelê Kurdistanê bibe sala serketinê. PKK’ê salên dirêj e li dijî hêzên mêtînger û faşîst têdikoşe. Gelê Kurd nikare bêparastin, bê fikir û bê siyaset be. Bi saya PKK’ê gelê Kurdistanê bû xwedî hişmendiyeke polîtîk. Civakeke welê ava kir ku li dijî dagirkerî û êrîşan têkoşiya û sekinî. Ev rûmeteke mezin e. Salvegera 47’an a PKK’ê pîroz dikim. Li çiyayên Kurdistanê gerîla berxwedaneke mezin raber dike û gelê Kurdistanê jî vê berxwedanê bi coşeke mezin pêşwazî dike.

Sekna gelê Kurdistanê ya li dijî dijmin zelal e. Lê divê di vê pêvajoyê de hevgirtin bê xurtkirin. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn tevlîheviyeke mezin heye. Gel tê qetilkirin, dixwazin tune bikin. Dîrok ji nedîtî ve tê. Weke Kurd divê em di ferqa vê rastiyê de bin. PKK’ê di têkoşîna xwe ya 47 salan de pêşengên xwe yên mezin şehîd daye û hê jî şehîd dikeve. Ev mîrate gelekî hêja ye. Gerîla her tim ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe. Divê ev têkoşîn tenê li çiyayan nemîne, divê ji gundan heta bajaran û li hemû malên Kurdan belav bibe. Eger gelê me baş bi rêxistin bibe û xwe bi rê ve bibe, serketin wê ya me be. Eger îro li tevahiya cîhanê nav û hebûna Kurdistanê tê zanîn, ev bi saya fikrên PKK’ê û Rêber Apo ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan avêtin ser mala alîkarê şaredarê Esenyûrtê
Nûçeya Pişt re Li Helebê şer di roja sêyem de didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gurbuz: Gel xwedî li Mehmet Yildirim derket

Hevserokê Amedê yê DBP'ê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku gelê Amedê li gel terora…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezarê derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî hikûmeta Hamasê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPJ’ê: Berxwedana gel hêzê dide me

Şervanên YPJ'ê destnîşan kirin ku wê rê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?