Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aldar Xelîl: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne!
Rojava

Aldar Xelîl: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne!

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, "Êriş li ser xaka Rojava ye. Em sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin. Ev yek mijareke man û nemanê ye. Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne. Divê em berxwedana xwe mezin bikin, serketin a me ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl ji ANHA’yê re li ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî.

Aldar Xelîl got, êrişeke bê bextiyek di asta cîhanê de pêk hatiye û da zanî ku Amerîka, dewleta Tirk û çeteyên wê di nava êrişî de ne û lîstokek mezin li dijî hebûna Rojava heye.

Xelîl bibîr xist ku beriya vê êrişê jî, êriş li dijî Asayîşa Şêxmeqsûd dan destpêkirin û li Şamê jî hevdîtin dihatin kirin û ev tişt anî ziman: “Ji nişkava êriş kirin.  Bêyî zeman derbas bibe li Dêr Hafirê li dijî QSD’ê bê bextiya duyemîn dan destpêkirin. Dema li Dêr Hafirê şervanên QSD’ê xwe ji bo vekişînê re amade kirin, yekser êriş pêk anîn. Bi vê yekê zemînek ji bo lêdanê amade kirin.”

Xelîl da zanîn ku pêwîst bû di nava 24 saetan de hêzên QSD’ê ji Dêr Hafirê vekişiyabû, lê wan yek ser êriş pêk anîn û wiha dom kir: “Ji vekişîna QSD’ê hate fêmkirin ku planeke mezin heye, ji ber wê xwe vekişand. Aliyê din qaşo qebûl kirin, lê soza xwe pêk ne anîn û êriş pêk anîn. Wan dizanîn hevalên wan li pişt wan bû. Vê jî bandor li moralê şervanan kir.”

Xelîl, bal kişand ser rola dewleta Tirk di êrişan de û ev tişt anî ziman: “ Dewleta Tirk naxwaze Kurd di vê sedsalê de bibin xwedî stastu. Tevî pêvajoya aştiyê û tevî gavên têne avêtin jî, li Sûriyê mudaxele dike. Her cara danûstendin dihatin kirin, Tirkiyê destwerdan dikir û ne dihişt itîfaq pêk were. QSD’ê hîs kir plan mezine, me ne dixwest pêkhate bi hev bikevin.”

Aldar Xelîl da zanîn dewleta Tirk û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û planên yên li ser herêmê dixwazin civaka herêmê li hev bixin û wiha dom kir: “Di encama planên wan de di sedsala derbasbûyî de gelê Kurd mafê xwe bi dest ne xist. Niha gelê Kurd bûye reqemek mezin di herêmê de. Em naxwazin tişta me bi salan bi dest xistiye, di encama şeran de ji dest bidin.’’

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li ser metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew xwe dixapînin, niha DAIŞ’ê aniye Şamê û xistina ser desthiladariyê. Berê ev li Efganistanê jî pêk anî. Metirsiya DAIŞ’ê zêde ye û sînorê Sûriyeyê derbas dike. Metirsiya wê li ser tevahî cîhanê heye. Dixwazin me bixin şerekî bê dawî, divê em jî beramberî vê yekê hişyar bin.”

Aldar Xelîl, xwedîderketina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li Rojava silav kir û got ku xwedîderketina Kurdan li şoreşa Rojava rojên dîrokî yên Kurdistanê ye û wiha dom kir: “Xwedîderketina li şoreşa Rojava bandorê li nexşeyên herêmê dike. Gelê me li ser pêyan e. Tiştekî ne normal e tevî rewşa li Rojhilat ciwan tên vir. Ciwanên Bakur xwe di ser dîwaran re avêtin. Ciwanên Başûr bi giştî gelê me xwedî li yekitiya xwe derdikeve. Ev pêngaveke dîrokî ya gelê Kurd e. Beriya niha em bi hemû partiyên siyasî re civiyan û me ji bo parastina destkeftiyan li hev kiriye.”

Aldar Xelîl bang li her kesî kir ku ji bo parastinê berpirsyar be û ev li gotinên xwe zêde kir: “ Divê her kes li gorî asta xwe beşdarî  berxwedanê bibin. Êrişên bê bext têne meşandin. Beriya niha li herêmên derveyî Rojava pirsgirêk çêbûn. Lê niha êriş li ser xaka Rojava ye. Em sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin. Mijar a hebûn û tunebûnê ye. Divê bajarên me van rojan her zindî bin. Divê em xwedî li koçberan derkevin. Divê tu kes li kolanan nemînin. Em hemû di nava xeterêyê de ne. Çalakiyên Kurdistaniyên li derveyî welat û parçeyên din zextek li ser êrişkaran kiriye. Niha jî hewldanên çareseriyê hene. Lê ya sereke pêşxistina xeta parastinê ye.”

Xelîl da zanîn bi serkeftina berxwedanê dê zemînek ji tekoşîna siyasî re were vekirin û wiha pê de çû: “Em ê di siberojê de erka xwe pêk bînin û zemîna Sûriyeya demokratîk ava bikin. Dubare em dibêjin em berxwedana gelê xwe silav dikin. Ji bilî berxwedanê rêyek din tune ye. Divê em berxwedana xwe mezintir bikin. Bê guman serketin para me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê gel li hemberî dorpêçî û êrişên giran li ber xwe dide
Nûçeya Pişt re Berdana DAÎŞ’iyan di çapemeniya cîhanê de ye: ‘Xiyaneta li Kurdan, hişyarkirina DAÎŞ’ê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 447’an de didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya ji bo azadiya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rence Bawenûrî: Strana ku venegere ser horeyê ne Kurdî ye

Hore hunereke civakî ye, ew wek dêya hemû hunerên din ên Zagrosî tê hesibandin. Rence…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinek, gerîlayek, senarîstek: Edûlê

Edûlê wek gerîlayeke jin li ser çiyayên azad li ser Serokatî senaryoyek nivîsî ye. Dibêje,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?