Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
Rojane

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate ragihandin li gelek bajaran hatin bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di bîranînên girseyî yên ji Şirnexê heta Edeneyê de hate destnîşankirin ku wê têkoşîna were domandin.

Di bîranînan de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. Her wiha îşaret bi têkoşîna azadiyê ya Kaytan û Altûn hate kirin û soz hate dayîn ku xeyalên wan were pêkanîn.

ŞIRNEX

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kesan, li avahiya DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Şehîd fermandarên me ne em leşkerên wan in” û wêneyên Kaytan, Altûn û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin hilayîstin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin.  

Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di bîranînê de got ku têkoşîna Kaytan û Altûn ber bi azadiyê ve diçe û ew ê têkoşîna wan mezin bikin. 

Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Esmer Çikmaz jî got ku weke dayik ew ê têkoşîna Kaytan û Altûn mezin bikin û ev tişt anî ziman: “Dê bîranîna wan her tim bi me re bijî. Em ê wan tu caran ji bîr nekin û dê têkoşîna wan bijî. Em ê xeyalên wan pêk bînin û xeyalên wan heta digihijin serkeftinê em ê têbikoşin.” 

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku têkoşîna tê dayin dê bigihije armanca xwe û ew ê ji bo aştiyê têbikoşin. 

Piştî axaftinan, belgefîlmeke ku Kaytan û Altûn vedigot û sînevîzyona “Şehîdên Gulanê” hate pêşandan. 

ÎDIR

Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî û DBP’ê bîranîn hate lidarxistin. Gelek welatî tev li bîranîna li avahiya DEM Partiyê bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê ji bo Kaytan û Altûn nivîsandibûn hatin xwendin. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 

MÛŞ

Li avahiya DBP’ê ya Mûşê jî bîranîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Welatiyan, helbestên Kaytan xwendin. 

EDENE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê jî hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya AKKAY-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin. DBP, TJA, HDK, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, AATUHAY-DER û gelek kes tev li bûn. Bi wêneyên Altûn û Kaytan quncikê bîranînê hate amadekirin. Di bîranînê de sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Her wiha ji dengê Kaytan helbestên wî hate guhdarîkirin. Hinek helbestên Kaytan jî ciwanan xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 

Li rêxistinên DEM Partiyê yên Mêrsîn û Antalyayê jî bîranîn hatin lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. 

MÊRDÎN 

Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li Mêrdînê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li eywana konferansan a avahiya DEM Partiyê ya bajar hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Wêneyên Kaytan û Altûn danîn eywanê û li dora wan jî qurnefîl û find hatin bicihkirin. Aktîvîsta TJA’yê Şîrîn Damar di bîranînê de helbesta Kaytan a “Ez Mirov Bûm” xwend. Piştre jî Mehmet Şîrîn Bariş ku li Zindana Hejmar 5 a Amedê li gel Altûn û Kaytan bi hev re mabû bîranînên xwe vegot û bal kişand ser aliyên têkoşer ên Kaytan û Altûn. Bîranîn, piştî axaftinan bi dawî bû. 

ÊLIH

Li Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatiyan bîranîn hat lidarxistin. Li Eywanê wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 

SÊRT 

Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan. 

ÇEWLIG

Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Çewligê merasîma bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi belavkirina loqmeyê bi dawî bû. 

XARPÊT

Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist û gelek kes tevlî bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina helbestan bi dawî bû. 

STENBOL

Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelîevler a Stenbolê jî bîranîn li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bûn. Gelek caran dirûşma “Şehîd namirin”  hate berzkirin. Di bîranînê de quncikeke ku wêneyên Kaytan û Altûn hatin bicihkirin hate avakirin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Dayikên Aştiyê di bîranînê de axivîn û gotin ku ew ê xeyalên Kaytan û Altûn pêk bînin û serkeftina  wan e. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû
Nûçeya Pişt re Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

Cenazeyê Yaşar Tendûrek ku di sala 2018'an de li Qilebanê di pevçûnekê de şehîd bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Zêdetirî 54 malbat gihiştin Amûdê û Hesekê

Mala Ezidiyan a Kantona Cizîrê 14 malbatên koçber ên ji Şehba û Til Rifetê pêşwazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?