Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1128’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê yên Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13’ê Mijdara sala 1993’yan de hate binçavkirin û piştre hate windakirin, pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Umît Dîşlî ve hate xwendin.

