Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê aqûbeta windayan pirs kir û xwestin faîl werin girtin û ji berpirsiyaran hesab were xwestin.
AMED
Xizmên Windeyan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 926’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13’ê Mijdara 1994’an de li Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn. Di destpêka çalakiyê de çîroka Alî Tekdag ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Bawer Çîldemîr ve hate xwendin.
Çîldemîr piştî xwendina çîroka windakirina Alî Tekdag got, divê dewlet dev ji polîtîkayên bêcezatiyê berde.
Piştre xwişka Alî Tekdag, Îffet Tekdag jî anî ziman ku heya kujerên birayê wê werin darizandin ew ê li qadan bin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî di hefteya 762’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen ê ku di 13’ê Mijdara 1994’an de li navenda Êlihê ji hêla cendermeyan ve hatiye revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Vê hefteyê çîroka windakirina Ahmet Yetîşen ji hêla Rêveberê ÎHD’ê Alî Karadag ve hate xwendin.
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
RIHA
Şaxa ÎHD’ê Rihayê û Xizmên Windayan di hefteya 87’an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li dar xist. Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parka Novadayê ya Navçeya Halîliyeyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Sadik û Seyîtxan Ulumaskan ê ku di 4’ê Kanûna 1997’an de dema ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê diçûn Amedê hatibûn windakirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin, pirsîn.
Rêvebera ÎHD’ê ya Rihayê Demet Aykut çîroka windakirina Sadik û Seyîtxan Ulumaskan xwend.
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 252’an de ji ber şiliyê li avahiya xwe ya li Kargeha Zagrosê ya Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hamza Tutan ê ku di 8’ê Mijdara 1985’an de li navenda Geverê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin hate pirsîn.
Daxuyanî ji aliyê rêvebera ÎHD’ê Evîn Tan Demîrkan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de banga darizandineke adilane hate kirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ji bo pirsîna aqûbeta windayan û kujer bên cezakirin, li ber Sûmerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Windahî wijdanê te ye, xwedî li wijdanê xwe derkeve” hate vekirin. Çalakiya ku ji du hefteyan carekê pêk tê vê hefteyê li aqûbeta Uzeyîr Kurt ê ku Mijdara 1993’yan de hate windakirin, hate pirsîn.

