Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) derheqê Mazlûm Îçlî yê ku di çarçoveya çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an hate darizandin û 124 sal û 8 meh cezayê hepsê lê hate birîn de biryara jinûvedarizandinê da. AYM’ê hukum da ku mafê biryara bi eger ê Mazlûm Îçlî hatiye binpêkirin û biryar da ku dosya ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re were şandin.
Xwediyê dawetê Mûhsîn Bayram ê diyar kir ku Mazlûm Îçlî roja bûyerê li navçeya Pasûr a Amedê di nava dawetê de bûye, tevî ku li dadgehê şahidî kiriye û dîmenên aîdî dawetê pêşkêş kirine jî ceza li Mazlûm Îçlî hatiye birîn.
Mûhsîn Bayram ê ku piştî biryara AYM’ê diyar kir ku ew amade ye ku dubare şahidiyê bike, daxwaz kir ku Mazlûm Îçlî tavilê were berdan. Parêzerê wî Mahsûnî Karaman jî da zanîn ku ew ê daxwaza sekinandina înfazê û tehliyekirinê bikin.
‘TEVAHIYA DAWETÊ LI GUND BÛN’
Mûhsîn Bayram diyar kir ku Mazlûm Îçlî di dema bûyerê de di nava daweteke li gundikê Birazeyno ê girêdayî gundê Demîrlî yê navçeya Pasûrê de bû û got ku dawetê sê rojan berdewam kiriye û Mazlûm Îçlî û ekîba muzîkê ya li gel wî tevahiya sê rojan li maleke aîdî eqrebayê wan maye. Mûhsîn Bayram piştre ev yek anîn ziman: ‘’Pêşiya dawetê em li vê ekîbê geriyan. Daweta me ro jan berdewam kir. 6’ê Cotmehê piştî nîvro hatin. Roja Şemiyê û Yekşemê jî man. Li mala eqrebayê me man, tevahiya sê rojan li wir man.’’
‘BI NEHEQÎ LI GIRTÎGEHÊ MA’
Mûhsîn Bayram piştre anî ziman ku dema wî bîhistiye Mazlûm Îçlî hatiye binçavkirin piştre wî wêne û vîdeoyên aîdî dawetê pêşkêşî rayedaran kiriye û di dadgehê de weke şahid hatine guhdarîkirin. Mûhsîn Bayram got: ‘’Bi temamî bi miameleya kêfî ev ceza lê hate birîn. Wî ciwanî ev ceza heq nekiriye. Tevî ku min anî ziman ew wê şevê li wir bûye jî ceza lê hate birîn. Ger hewce bike ez ê dubare bibim şahid. Ew ciwan bi awayekî neheq li girtîgehê ma. Di vê jinûvedarizandinê de divê tavilê were berdan.’’
AYM’Ê HUKUM DA KU MAFÊ BIRYARA BIEGER HATIYE BINPÊKIRIN
Mahsûnî Karaman ê parêzerê Mazlûm Îçlî da zanîn ku ji ber bûyeran 124 sal 8 meh li muwekîlê cezayê hepsê lê hate birîn.
Mahsûnî Karaman diyar kir ku li gel biryara AYM’ê ya di 16’ê Îlona 2026’an de hukum kiriye ku mafê biryara bieger hatiye binpêkirin û divê ji nû ve bê darizandin. Karaman piştre destnîşan kir ku divê dîmenên ji bo mehkûmiyetê esas hatine girtin bi detay werin lêkolînkirin û nakokiyên di navbera raporên pisporan de ji holê werin rakirin.
WÊ JI BO MAZLÛM ÎÇLÎ TEHLIYE WERE DAXWAZKIRIN
Mahsûnî Karaman di dewama axaftina xwe de got ku piştî biryara AYM’ê ya binpêkirinê ji bo destpêkirina pêvajoya jinûvedarizandinê ew ê serî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bidin û anî ziman ku ew ê li benda hukmekî nû nemînin û daxwaza sekinandina înfazê û tehliyekirina Mazlûm Îçlî bikin.

