Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Arkaş: Serok ji bo aştiyê bi biryar e, heta dawiyê jê bawer bin
Kurdistan

Arkaş: Serok ji bo aştiyê bi biryar e, heta dawiyê jê bawer bin

Çetîn Arkaş li navçeya Sûr a Amedê di civîna gel de axivî û anî ziman ku ew ne xweşbîn ne jî reşbîn e, lê "rasteqîn" e û got, "Serok di aştiyê de bi biryar e. Heta dawiyê jê bawer bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyan a Demokratîk di çarçoveya Civînên Aştî û Civaka Demokratîk de li navçeya Sûr a Amedê civîna gel lidar xist.

Li gel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi hezaran kes tevlî civînê bûn. Di civînê de wêneyê Rêber Apo hate dailqandin û pankarta bi nivîsa “Hebûna neteweyî hate naskirin, niha dora rizgariyê ye” hate vekirin.

Çetîn Arkaş, ji Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk weke axaftvan beşdarî civînê bûn û bi dirûşm û çepikan hatin pêşwazîkirin.

Raziye Ozturk destpêkê axivî û anî ziman ku beriya niha bi komployê bersiv ji lêgerînên çareseriyê yên Rêber Apo re hate dayin, hate xwestin ku têkiliya wî ya bi civakê re bê birîn, lê belê nekarîn vê yekê bi ser bixînin.

Raziye Ozturk anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê bi rengekî çêker û erênî bimeşe divê “Mafê Hêviyê” bi cih bê anîn û diyar kir ku di mîtînga “Hêvî û Azadiyê” de ya 4’ê Çileyê wê ev daxwaz bê bilêvkirin.

Ayla Akat Ata jî destnîşan kir ku jin pêşengên pêvajoyê ne û got, “Ronahî li Îmraliyê ye.”

Ayla Akat Ata bal kişand ser mîtînga 4’ê Çileyê, pêvajoyên 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 25’ê Mijdarê û ragihand ku jin wê di navenda têkoşîna civaka demokratîk de bin.

Çetîn Arkaş jî qala pêvajoya çûyîna Îmraliyê ya dema 2013-2015’an kir û ragihand ku wê demê fikarên wan ên li ser xwegihandina çareseriyê hebû.

Arkaş destnîşan kir ku ji bilî çareseriya demokratîk rêyeke din nîne; şer çiqasî biqewime, êş çiqasî bê kişandin jî dawiya vê meseleyê çareserî ye û got, ji ber vê yekê piştî 9 salan careke din çûn Îmraliyê.

Çetîn Arkaş qala rewşa pozîtîf a ji destpêkirina pêvajoyê û vir ve kir û diyar kir ku ev yek têra serxistina pêvajoyê nake.

Arkaş got, “Bêguman hin tişt diqewimin, li Giravê hevdîtin dewam dikin. Em li bendê ne û pêşniyar dikin ku ev yek derbasî qonaxeke cuda bibe. Di 4’ê Çileyê de em ê mîtîngeke mezin lidar bixin. Divê zemîna wê yekê bê afirandin ku Rêber Apo bixwaze bi kê re hevdîtinê bike karibe bibîne. Aştî tiştekî bi xêr e. Xwegihandina demokrasiyê tiştekî nebaş nîne. Aştî ji şer bêhtir pêwîstiya xwe bi wêrekiyê heye. Ji min re dibêjin, ‘Gelo tu xweşbîn e yan jî reşbîn e?’. Ez ne xweşbînim ne jî reşbînim, ez rasteqîn im; hûn jî rasteqîn bin.”

Arkaş got, “Serok di aştiyê de bi biryar e, heta dawiyê jê bawer bikin” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bawerî tiştekî welê ye ku bi çalakiyan tê kirin. Eger dewlet baweriyê dixwaze, wê vê destnîşan bike. Eger dixwaze bawerî pê were, hingî divê gavên cihê baweriyê biavêje. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Em dixwazin aştî bi lez pêk were, lê belê em ê tedbîrê ji dest bernedin.”

Di civînê de tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn. Piştî axaftinan civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan ê beriya 31 salan hatî qetilkirin, edalet xwestin
Nûçeya Pişt re Hevdîtina şandeya Îmraliyê û AKP’ê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ev 11 sal in bê diran dijî: Dibe ku nexweşiyên wî veguherin penceşêrê!

Ji girtiyê siyasî Neytûllah Bayram ê ji ber ku nayê tedawîkirin ev 11 sal in…

Ji aliyê Stêrk TV

27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya rejîma Îranê li dijî xwepêşandar,…

Ji aliyê Stêrk TV

Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ketiye pêvajoyeke nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?