Duşem, 23 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Partî wê ji bo komîsyonê sibe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Emîne Ocak birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Rêveberiyên Xwecihî ya YE’yê serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Nexşeya herêmê tê guhertin; yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin, çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata ‘Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet’ di roja duyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê: Divê em ramanên Rêber Apo bikin pisûleya jiyana xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aydenîz: Peyama Birêz Ocalan zelal e: Tirkiye dê demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tev bigere
Rojane

Aydenîz: Peyama Birêz Ocalan zelal e: Tirkiye dê demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tev bigere

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo nirxand û got: “Peyama Birêz Ocalan zelal e; Dibêje ku ji bo veguherîna pirsgirêka Kurd divê Tirkiye demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tev bigere.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê pîştî hevdîtina li gel Rêber Apo, banga Rêber Apo ya dîrokî ji bo raya giştî parve kir. Di banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” de qala Rojava nehate kirin û ji bo çekdanîna PKK’ê jî şertê siyaseta demokratîk û naskirina aliyê hiqûqî hate pêşxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand û got: “Birêz Ocalan ji sala 1993’yan ve ye tim dibêje ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, hewceyî bi veguherînê heye. Îro jî ji bo pêkhatina veguherînê hem peyama demokratîkbûyînê hem jî ya divê rêgezên hiqûqê werin pêknanîn, dide.”

‘HETA SEDEM JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN, ENCAM ÇÊNABE’

Aydenîz diyar kir ku ji hevdîtina yekemîn a Heyeta Îmraliyê ve dihate zanîn ku Rêber Apo dê bangeke guherîn û veguherînê bike û wiha got: “Bi rastî jî Birêz Ocalan di banga xwe de pir zelal diyar kiriye. Vedibêje ku kodên avabûnê yên komara Tirkiyeyê yên 100 salî Kurdan tine dihesibîne, PKK ji ber hebûna polîtîkayên asîmîlasyon û înkara nasnameyê ava bûye û bi ravekirina têkiliyên sedem-encamê ku diyar dike ku çawa veguheriye têkoşîna hebûnê. Hûn dê bêjin qey îro statûya Kurdan tê naskirin? Qey niha zimanê Kurdan tê nasîn? Ma ne hîna jî bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd hene? Di mijara çekdanîna PKK’ê de jî diyar dike ku heta ku sedema hin tiştan ji holê nerabin encam çênabe.”

‘KURD BI DAYÎNA BERDÊLAN HATIN VÊ QONAXÊ’

Aydenîz destnîşan kir ku polîtîkayên red û ewlehiyê yên sed salî yên Komara Tirkiyeyê encam negirtiye û bilêv kir ku Kurd dev ji jiyana hevpar, zimanê dayikê, statûya xwe, jiyana demokratîk û hemwelatîbûna wekhev bernedane û da zanîn ku bi berdêl û têkoşînên xwe hatine vê qonaxê. Aydenîz bi bîr xist ku Ocalan ji sala 1993’an ve jixwe tîne ser ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rê û rêbazên demokratîk, divê guherîn û veguherînek were kirin û wiha got: “Ev bang bi zelalî diyar dike ku Birêz Ocalan di çareseriya demokratîk de berpirsyariyek çawa li xwe girtiye, çawa bi wêrektiyekî dest bi vê karê kiriye û çawa civakê baş nas dike.”

‘DESTKEFTIYÊN KURDÊN LI TIRKIYEYÊ WÊ BANDORÊ LI KURDÊN LI ROJHILATA NAVÎN JÎ BIKE’

Salîha Aydenîz bal kişand ser mijara ku di teksta bangê de têkildarî statûya Rojava nirxandinek nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ew demeke dirêj e polîtîkayên tinekirina destkeftiyên gelê Kurd dide meşandin. Dewleta Tirk tişta ku ji bo Kurdên li Tirkiyeyê rewa dibîne ji bo Kurdên li Rojava û Başûr jî rewa dibîne. Îro gelê Kurd û gelên din ên li Rojava îradeyek pêş xistine û ev îrade girêdayî hevsengiya Rojhilata Navîn û cîhanê derketiye holê û girêdayî vê hevsengiyê gelê Kurd dê destkeftiyên xwe biparêzin. qalnekirina Rojava ji ber girîngiya çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê  ye. Di encamê de ger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û li Tirkiyeyê sererastkirinên ku statûya Kurdan were naskirin, pêk werin dê ev yek bandorê li Kurdên Rojava, Rojhilat û Başûr jî bike. Bi min Birêz Ocalan derveyî fikr û daxwazên dewletê, anî ziman ku vê pirsgirêkê li gel Tirkiyeyê çareser bike. Ji ber vê yekê di banga xwe de qala Rojava nekiriye.”

‘DIVÊ TIRKIYE DI SEDSALA XWE DUYEM DE KOMARA DEMOKRATÎK NAS BIKE’

Salîha Aydenîz bal kişand ser girîngiya têgehên siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ya di banga Rêber Apo de û got ku jixwe pirsgirêka Kurd ji ber nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye. Aydenîzê bi bîr xist ku ji ber nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelek pirsgirêkan rû dane û wiha doman: “Ji ber ku Tirkiye ne demokratîk e, pirsgirêka ekolojiyê heye. Ji ber ku Tirkiye ne demokratîk e jin tên qetilkirin û pirsgirêka neazadbûna jinan heye. Ji ber wê yekê beriya her tiştî weke ku Birêz Ocalan jî anî ziman, divê Tirkiye di sedsala duyem de komara demokratîk nas bike û bibe dewleta hiqûqê. Heta ku pergaleke ku gelên Tirk, Kurd û yên din li gorî çand, ziman û baweriya xwe bi awayekî azad nejîn, neyê avakirin çareserî pêk nayê.  Di vê sedsalê de pirsgirêka Kurd weke hincet hate dîtin û gelek kes hatin mexdûrkirin. Ji bo ku di sedsala duyem de ev yek rû nedin, Birêz Ocalan di banga xwe ya dîrokî de bal kişandiye ser demokrasiyê. Ji ber ku mijara esas Tirkiye ne dewleteke demokratîk e. Xwe li ser yekperestiyê ava kiriye. Ku em bi desthilatdariyeke wisa re rû bi rû ne ku desteserkirina şaredariyan, polîtîkayên tecrîdê veguherîne awayekî rejîmê û cudakirina di nava gel de jî weke polîtîkayekê tê sepandin. Her wiha desthilatdariya heyî jî xwe dispêre van polîtîkayên yekperestiyê yên 100 salî. Em di wê baweriyê de ne ku dê bes bi Tirkiyeyeke demokratîk pirsgirêkên heyî çareser bibin. Tişta ku Birêz Ocalan jî anî ziman ev e.’’

‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ WERIN KIRIN’

Salîha Aydenîz diyar kir ku Rêber Apo anî ziman ku ji bo ku PKK çekan berde, divê hin sererastkirinên hiqûqî werin kirin û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan ji aliyekî ve bang li PKK’ê dike ku kongreya xwe li dar bixe û ji aliyekî ve jî bang li dewletê dike ku li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere. Di destpêka bangê de qala vebûna pêşiya siyaseta demokratîk, di serî de girtiyên nexweş, sererastkirineke derheqê girtiyên siyasî de tê kirin. Di encamê de Birêz Ocalan ev 26 sal in di bin tecrîda mutleq a dewleta Tirk de tê rehîngirtin ku rewşa berbehs bi xwe dizane. Dewletê bi xwe ev pêvajo da destpêkirin. Ji ber vê yekê divê pêngavên hewce jî biavêje. Bi rastî jî li şûna ku bi gelê Kurd re şer bike, ez hêvî dikim ku dê aliyê Tirkiyeyê êdî li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina zemîna aşitiya civakî bixebite. Ya duyem jî ew e ku divê di qanûna bingehîn de zimanê Kurdî were naskirin, bibe zimanê perwerdeyê û têkildarî girtiyên siyasî sererastkirineke hiqûqî were kirin. Her wiha divê şert û mercên xebitîna Birêz Ocalan jî werin dabînkirin ku ev pêngaveke gelekî girîng e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Daxuyaniya Îngilîstanê: Bang li hemû aliyan kir ku ‘bikevin nava pêvajoya avaker’
Nûçeya Pişt re Ji welatê Baskê piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ: Divê di asta kurewî ya cîhanê de em berxwedanê mezin bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku armanca çeteyên SMO yên dewleta Tirk a ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Bakur fûzeyên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê

Koreya Bakur, sibeha Pêncşemê fûzeyên balîstîk ên ku menzîla wan kurt e avêt Deryaya Japonyayê.

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza "heqareta li karmendekî cemaweriyê" ya ku der barê wê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Partî wê ji bo komîsyonê sibe bicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Şemiyê Emîne Ocak birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Rêveberiyên Xwecihî ya YE’yê serdana DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK: Nexşeya herêmê tê guhertin; yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?