Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye
Kurdistan

Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye

Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna azadiya jinê hîmê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo ye û gotin, azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Têkoşîna li dijî tundiya li jinê bi pêşengiya YJA Starê gihîştiye asta herî bilind û ji bo jin li cewhera xwe vegerin têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku bi saya fikrên Rêber Apo berxwedana jinê derbasî qonaxeke dîrokî bûye.

Gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar tundî û zexta li dijî jinê nirxand û got, “Sîstema hegemonîk a bi aqlê mêr tê birêvebirin, jinan di nava civakê de bê qîmet dike û wan ji her deverê diavêje. Di dema Neolîtîkê de bi pêşengiya jinan jiyanek hebû; zane bûn, pêşengî ji civakê re dikirin. Lê belê bi destpêkirina dewlet û desthilatdariyê re tundiya li dijî jinê destpê kir; hate xwestin, ji heqîqet û cewhera xwe bê dûrxistin. Ev sîstem hewl dide ji aliyê fîzîkî, mejî û derûnî ve jinê tine bike.

 

Ev mejî li ser tinekirina jinê ava bûye. Ji ber vê yekê her sal kuştina jinan zêde dibe. Ev sîstema ku bi aqlê mêr tê birêvebirin ne tenê jinan qetil dike, hewl dide wan parçe parçe bike. Gelek mînakên zilma li jinên berxwedêr hate kirin, hene. Mînak, Garîbe Gezer ku jineke ciwan bû li zindanê bi êşkenceyê hate qetilkirin, êşkence li cenazeyê wê jî kirin. Li Amedê Narîn a 8 salî hate kuştin, cenazeyê wê xistin hundir kîsekî û avêtin nava avê. Her wiha li Wanê hîn eşkere nebûye bê Rojîn çawa hate qetilkirin. Sîstem hebûna jinan qebûl nake, jin jî li hemberî vê li ber xwe didin.”

JIN BI FIKRÊN RÊBER APO BÛN PÊŞENGA BERXWEDANÊ

Gerîlaya YJA Starê bal kişand ser têkoşîna jinê ya Rêber Apo û got, “Bi rabûna Rêber Apo re ne tenê gerîlayên YJA Starê, jinên li tevahiya cîhanê li dora wî civiyan. Jin bi fikrên wî bûn pêşenga berxwedanê. Em jî weke milîtanên Rêber Apo li dijî vê sîstema bi serweriya mêr têkoşîna xwe dewam dikin. Îro li Metîna, Avaşîn û Zapê gerîlayên YJA Starê li hemberî sîstema desthilatdarî û faşîzmê berxwedana herî mezin dimeşînin. Di nava vê têkoşînê de jin bi hêza xwe li hemberî êrîşên herî giran şer dikin û têkoşîneke mezin dimeşînin.

Mînak, weke fermandarên YJA Starê Berwar Dersim û Sara Tolhildan gelek hevrêyên me yên leheng di nava şert û mercên gelekî zehmet de li ber xwe dan û şehîd bûn. Ew weke mînakeke berxwedanê ya mezin derbasî nava rûpelên dîrokê bûn. Fermandar Sara Tolhildan li tunelên Şehîd Doxan bi berxwedana xwe li pêş bû û heta kêliya dawî şer kir. Fermandar Bêrîtan Nûrheq Çiya jî heta dawiyê têkoşiya û ji bo dîl nekeve destê dijmin xwe feda kir. Bi saya berxwedana van hevrêyên me yên leheng, dewleta Tirk a dagirker nikare gavekê jî biavêje. Weke YJA Star em ê dijmin têk bibin.”

JINEKE RÊXISTINBÛYÎ JIYANEKE BI WATE Û KEDÊ TEMSÎL DIKE

 

Gerîlayê HPG’ê Çalak Mazlûm destnîşan kir ku sîstema bi serweriya mêr hezar sal in jinan tine dihesibîne û got, “Weke ku tê zanîn mirovahî hezaran sal in bi pêşengiya feraseta bi serweriya mêr dimeşe. Ev pêvajoya bi aqlê mêr ava bû, dîroka mirovahiyê gihand nuqteyeke welê ku ji ber desteserkirina nirxên jinê azadiya jinê hem ji aliyê fîzîkî hem jî manewî ve jê hate standin. Li dijî vî mejiyê ku jiyana jinê dagir kiriye, di dîrokê de gelek rêxistin, têkoşîn û serhildan çêbûn. Têkoşîna azadiyê ya PKK’ê jî bi pêşengiya jinê gihîştiye astekê. Ev têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, ji xwe re dike armanc ku bandora modernîteya kapîtalîst a li ser kes û civakê bişikîne. Bi taybetî mêr ên Kurd bi vê têkoşînê re guhertinek pêk anîn.

Di nava mêr ên Kurd de fikrê azadî, wekhevî, hevrêtî û jiyana azad bi jinê re ava bû. Li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya jinê jiyaneke nû ya li ser bingeha hezkirina rasteqîn û hurmetê tê avakirin. Tevgera PKK’ê zêdeyî 50 sal in bi vê ferasetê têdikoşe. Niha weke berê jin koletiyê qebûl nakin, şêweyê desthilatdariyê yê ku bi aqlê mêr li ser civakê tê meşandin red dikin. Bi pêşengiya jinên Kurd li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jin li ber vê neheqiya hezaran salî radibin. Jin êdî hîn bêhtir rêxistinî ne, zane ne û bi xurtî têdikoşin. Bi taybetî karên Jineolojiyê yên ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, ji aliyê azadiya jinê û heqîqeta civakî ve asteke nû afirandiye.

Jineolojî ne tenê ji bo mafên jinan, her wiha ji bo parastina mafên mirovahiyê û civakê jî bû rêberek. Jin bi vê pêşengiya xwe bûn temsîla azadiya gerdûnî. Rêbertî destnîşan dike ku jin a rêxisitnbûyî hem hêza çareseriyê ye hem jî hêza azadiyê ye. Jin a rêxistinbûyî li qada lê dimîne wekhevî, serketin, bedewî, azadî, ked û jiyana bi wate temsîl dike. Têkoşîna azadiyê ya jinê, jiyan hem ji bo xwe hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê hîn bi wate û bedew kir. Jin têne qetilkirin, kolekirin, kirîn û firotin, ber bi xwekuştinê ve têne dehfdan, ev hemû encama mejiyê serwer ê mêr e. Lê belê têkoşîna ku bi pêşengiya jinê dewam dike wê vê sîstemê hilweşîne.”

TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ HÊMANÊ BINGEHÎN Ê PARADÎGMAYA RÊBERTÎ YE

Gerîlayê HPG’ê Çalak Mazlûm diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê bingeha paradîgmaya Rêber Apo ye û got, “Jin êdî ne tenê têdikoşin, jiyanê bi têr û tijî dijîn. Jinên ku berê kole û dîlgirtî bûn îro jiyanê hîn bi wate dikin. Jin niha ji siyasetê heta bi jiyana civakî li her qadê hene. Hevrêyên me yên jin ên di nava YJA Starê de têdikoşin dibin çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên cîhanê re. Gerîlayên YJA Starê lehengên mezin, fermandarên mezin afirandin. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku dema jin bibin rêxistinî hingî wê bibin hêzeke çawa, sîstema bi serweriya mêr wê karibin çawa parçe bikin û çarenûsa ku bi hezaran sal in li jinê tên ferzkirin çawa dikare têk bibin.

Hevrêyên me yên jin ên li nava YJA Starê têdikoşin, baweriya xwe bi fikrên azadiyê yên Rêber Apo anîne, xwe li gorî wê perwerde kirine, bi çek kirine û xwe bi rêxistin kirine. Şehîdên me yên destpêkê, hevrêyên me yên weke Bêrîtan û Zîlan ev yek ispat kirin û veguherîn sembolê. Nasnameya jinê ya PKK’yî ev rastî nîşan da. Ev yek jî ji bo jin ên cîhanê bû çavkaniya moral û hêzê. Ne tenê ji bo jinan, weke ciwanekî em jî ji vê hêzê sûdê werdigirin. Em hîn bêhtir lêpirsîn dikin, li hemberî mejiyê bi serweriya mêr hîn bêhtir bi hêrs dibin. Ev rewş derfetê dide me ku em pêwîstiya bi guherîn û veguherîna nava xwe fêhm bikin. Têkoşîna azadiya jinê bingeha paradîgmaya Rêber Apo ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
Nûçeya Pişt re Nobeda li Dersimê di roja 2’yemîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdên li Helebê îradeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Edalat ji bo Roboskiyê: ‘Roboskî ceribandineke jidiliyê ye’

Tevî ku bi ser Komkujiya Roboskiyê de 161 meh derbas bûne jî li hemberî bêcezahiştina…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP wê tevlî komîsyona li Meclîsê bibe

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ragihand ku ew ê tevlî komîsyona ku wê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?