Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Azadiya Rêber Apo garantiya rêveçûna pêvajoyê ye
Kurdistan

Azadiya Rêber Apo garantiya rêveçûna pêvajoyê ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe polîtîkayê bike, şert e ku azad bibe. Endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan jî got, divê herî zêde jin pêşengiyê ji pêvajoya nû re bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû û endama Meclîsa PAJK’ê Têkoşîn Ozan di bernameyeke taybet a Medya Haber TV de banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê nirxandin.

Çîgdem Dogû anî ziman ku banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo di asta manîfestoyê de ye û got, manîfestoyeke welê ye ku wê bandorê li dîroka Kurdan, dîroka Tirkiyeyê, dîroka Rojhilata Navîn, dîroka gelan bike û mohra xwe li hezar salên bê bixe. Çîgdem Dogû işaret bi nîqaşkirina xusûs û tespîtên di banga Rêber Apo de kir û destnîşan kir ku hin wezîfe hene ku divê bi xurtî bêne fêhmkirin û piştî hatin fêhmkirin bi cih bêne anîn.

Çîgdem Dogû got, “Piştî demeke dirêj ji aliyê fîzîkî ve me Rêber Apo ji wêneyekî dît. Kêm be jî me hesreta xwe bi vî wêneyî derbas kir. Hem dixwazin Rêber Apo silav dikim, hem jî vê banga wî ya dîrokî silav dikim.”

Çîgdem Dogû ragihand ku banga hate kirin berhema dîroka têkoşînê ya 50 salî ye, işaret bi tecrûbeyên li vê qadê kir û destnîşan kir ku perspektîfên Rêber Apo veguherîne analîz û sîstemeke hîn xurt.

BANG WEZÎFEYEK E KU RÊBER APO DANIYE PÊŞIYA ME

Dogû diyar kir ku banga Rêber Apo xwedî wateyek ji hezaran rûpelî ye û bi dewamî got, “Manîfestoyek e ku divê her derdor, gelên li Tirkiyeyê; ji gelê Kurd heta bi Laz, Tirkmen, Çerkez, Ermen, Rûm, Ereb, ji gelên Rojhilata Navîn heta bi her cihêrengî, gelekî cuda, ol û mezhebeke cuda û derdorên cuda divê fêhm bikin. Em vê yekê bi vî rengî dinirxînin. Weke Tevgera Jinê ya Kurd em vê yekê weke wezîfeyekê dibînin ku Rêber Apo daniye pêşiya me. Bêyî bibe cihê nîqaşê em dikarin vê çawa bixin meriyetê, çawa bi ser bixînin; ev yek rojeva bingehîn a tevgera jinê ye.”

Dogû got, şert e ku Rêber Apo di nava şert û mercên hîn azad de karibe polîtîkayê bike, bixebite, têkiliyê dîne, xwedî rewşeke tendurist û ewle be, azad be û destnîşan kir ku ev yek garantiya rêveçûna pêvajoyê ye.

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku li ser vê bingehê pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin divê bê pêşvebirin, dewamkirin û got, “Li ser bingeha serxistina vê pêngavê, divê kar bê kirin. Divê em hêza xwe bi temamî seferber bikin û tevlîbûna li projeya civaka demokratîk, hewldana ji bo serxistina perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê wê bibe nêzîkatiya bingehîn a vê pêvajoyê.”

Çîgdem Dogû bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn, hêzên şoreşger-demokratîk, çep-sosyalîst, femînîst, anarşîst, ekolojîstan, dostan û enternasyonalîstan kir ku li ser bingeha serxistinê û pêkanîna azadiya Rêber Apo bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin.

BANG MANÎFESTOYEKE JIYANA CIVAKÎ YA BI PÊŞENGIYA JINÊ YE

Endama Meclîsa PAJK’ê Têkoşîn Ozan jî anî ziman ku bi berdêlên giran ew gihîştine vê astê û got, “Kedeke gelekî mezin hate dayin ku têkoşîn bigihêje vê astê. Herî zêde me berdêl ldan. Weke tevger, di binê sîwana vê tevgerê de ku Rêbertî pêşengiyê jê re dike, kedeke mezin hate dayin. Gelek şehîdên me çêbûn. Dixwazim careke din diyar bikim ku em ê dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin, di pêvajoya nû ya têkoşînê de em ê karekî hêjayî bîranîna wan bikin.”

Ozan diyar kir ku her gotineke peyama Rêber Apo weke manîfestoyekê ye û got, “Di peyamê de bi şênberî tê destnîşankirin ku dema bê divê çi bê kirin. Hate ragihandin ku çima pêvajo gihîştiye vê astê, çima bangeke bi vî rengî hatiye kirin. Dema ku gotin bi gotin bê lêkolîn, mirov dikare şopên ast û pêşketina polîtîk û îdeolojîk a dîroka me ya têkoşînê tê de bê dîtin. Ev yek guhertineke taktîkî nîne; ev yek guhertina paradîgmayê ye. Ji bo guhertina paradîgmayî ya jiyana nû, yek ji gavên şênber e. Rêbertî dema ku Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk afirand ji xwe nav lê kiribû. Di parêznameyên xwe de diyar kiribû ku divê têkoşîn bi rêbazên demokratîk, bi amûrên têkoşîna demokratîk bê meşandin. Siyaset, rêbaza têkiliyê, pêşvebirina çandê ya vê yekê jî bi aliyên xwe yên dîrokî di analîzên xwe de diyar kiribû. Şaşitiyên ku li ber radibûn jî ji aliyê dîrokî û rojane ve bi berfirehî analîz kiribû.

Ev gava ku weke banga ‘aştî û civaka demokratîk’ tê pênasekirin, ne tenê bangeke ‘demeke siyasî’ ye. Di heman demê de sekna polîtîk, rêbaza têkiliyên civakî, şêweyê jiyanê ya sedsala 21’ê ye, manîfestoya şêweyekî jiyana civakî ye ku jin wê pêşengiyê jê re bikin.”

Têkoşîn Ozan destnîşan kir ku rola jinan gelekî girîng e û got, “Demokrasî tiştekî welê ye ku yên serketî dikarin pêk bînin. Jin damezrînerên civakê ne, lewma zimanekî xwe yê vehewandinê heye. Ev yek dilnizmî yan jî lawazî nîne, îfadeyeke cuda ya hêzê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozturk: Divê sosyalîst bi erk û berpirsyariyê rabin
Nûçeya Pişt re ‘Têkoşîna azadiyê ya jinê têkoşîna tevahiya civakê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Zagros Berkevirê bi merasîmekê hat veşartin

Şervanê QSD'ê Zagros Berkevirê (Rêzan Oso) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh krîza heyî çareser nabe

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku Sûriye niha bi krîzeke giran a aborî û jiyanê…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG: Meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 hatin girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?