Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Sûcên erdhejê sûcên li dijî mirovahiyê ne
Rojane

Bakirhan: Sûcên erdhejê sûcên li dijî mirovahiyê ne

Ji bo bîranîna kesên di sala sêyemîn a erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li Hatay û Îskenderûnê meş hatin li dar xistin û daxwaza darizandina berpirsiyaran hate kirin. Tuncer Bakirhan got, Sûcên erdhejê sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo bîranîna kesên di erdheja 6’ê Sibatê ya bi navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, di sala sêyemîn de bi pêşengiya Platforma 6’ê Sibatê gelek kes li ber Lîseya Anadolu ya Necmi Asfuroglu li Antakyayê hatin cem hev û heta Kolana Sarayê meşiyan. Di meşê de pankartên “Em ji bo windayên xwe dadweriyê dixwazin”, “Ji bîr kirin tune, efûkirin tune” û dowîzên “Hatay ya me ye, welat ê me ye”, “Ji sermayeyê re na, ji herêma erdhejê re budçe”, “Em dixwazin wek mirov bijîn”, “Hûn dengê me dibihîzin?”, “Hatay di bin kavilan de ye”, “Em xaniyên mayinde û bêpere dixwazin” hatin hildan. Di meşê de ku nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdar bûn, dirûşmên “Wê roj bê û dewran vegere, berpirsiyar dê hesab bidin gel” hatin berz kirin.

Piştî meşê, li ser navê Platforma 6’ê Sibatê Mehtap Aslan Yuregir daxuyaniya çapemeniyê xwend. Yuregir bi bîr xist ku sê sal di ser erdhejê re derbas bûne û got: “Ev bajar tevî hemû êşa xwe, tije mirovên ku dixwazin li ser piyan bimînin e. Şîn hîn di hundirê me de ye û mixabin dadwerî hîn pêk nehatiye. Em pirs dikin: Kî radibe ser piyan? Heke bajarê nû tê avakirin niştecîhên kevin li derve dihêle û çanda taxê tune dike, ew ne jiyan e.”

EM QEBÛL NAKIN KU JI KOMKUJİYÊ RE BIBÊJIN ÇARENÛS

Endama Platforma Malbatên ji bo Dadweriyê Filiz Ebekler jî destnîşan kir ku windahî ne encama erdhejê ne, encama rayedarên ku erka xwe neanîne cih in. Ebekler got: “Em qebûl nakin ku ji vê komkujiyê re çarenûs bê gotin. Ji ber ku tiştê bi eşkere tê, nabe çarenûs. Em naxwazin berpirsiyar jiyana xwe wek berê bidomînin.”

ÎSKENDERÛN

Li Îskenderûnê jî bi pêşengiya Platforma 6’ê Sibatê meşek hate li dar xistin. Hevserokê Giştî yê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan û gelek welatî beşdar bûn. Di meşê de pankartên “Em bi hev re bi hêz in” û “6’ê Sibatê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hatin vekirin.

DÊ ÇAWA BÊ JI BÎR KIRIN?

Bakirhan li wir axivî û got: “Êş hîn neqediya ye. Li her derê cîhanê erdhej dibe, lê li tu derê cîhanê bacên erdhejê ji sermayeya alîgirê desthilatdariyê re nayên dayîn. Yên ku ev anîn serê me dibêjin ‘ev çarenûs e’. Em dizanin ku ne çarenûs e. Çarenûs tenê li xizanan dixe. Mirovên me bi zindî xatir ji malbatên xwe xwestin. Ev ê çawa bê ji bîr kirin?”

HATAY WEKÎ DUH E

Bakirhan wiha dewam kir: “Erdhej bû û êşek mezin e, lê karesata herî mezin nebûna dewletê bû. 3 sal derbas bûn, em niha ji Hatayê hatin. Her der wek duh e. Budçe diçe ji bo çek, top û faîzê. Me got hinek ji çekan bibirin û bidin herêma erdhejê, lê guh nadin me.”

SÛCÊN ERDHEJÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHİYÊ NE

Bakirhan axaftina xwe wiha bi dawî kir: Sûcên erdhejê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê her kesê sûcê erdhejê kiriye bê darizandin. Em soz didin; roja ku dadgehek demokratîk bê, yên ku bûne sedema vê wêranî û mirinê, dê hesab bidin. Malbatên me yên ku li dadweriyê digerin bi tenê nîn in. Em ê li parlamenê û li kolanan têkoşîna xwe bidomînin.”

Li Samandagê jî gel hatin cem hev û bi çalakiyekê kesên di erdhejê de winda kirine bi bîr anîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HATAY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî 30 sal û 7 mehên girtîgehê ji bo Eren Yıldız pêşvazîkirina girseyî
Nûçeya Pişt re Çeteyên Hikumeta Demkî êrîşî Siwêdayê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê şer di roja sêyem de didome

Li bejahiya Helebê, şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikûmeta Şamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên 4 şehîdan li Helebê hat veşartin

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyên 4 şehîdên xwe yên di dîrokên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo çareseriya mayînde divê statuya Abdullah Ocalan were zelalkirin’

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê ji bo çareseriyê destpêkek girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?