Pêncşem, 14 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Azîzoglû: Ji bo Kurdî pêwîstî bi statuya fermî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê
Rojane

Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê

Hiqûqnas, civaknas û siyasetmedar vî wêneyê li Kurdistanê ku ji narkotîkê heta bi bêcezahiştina li dadgeriyê, ji torên fûhûşê heta bi hilweşîna ekolojîk dewam dike, weke 'şerekî taybet' ê piralî pênase dikin ku ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li bajarên Kurdistanê bazirganiya hişbirê, torên fihûşê, çetebûyîn û bûyerên xwekuştinê di salên dawî de zêde bûne û ev yek ji hêla pisporan ve wekî “stratejiyeke siyasî ya bi zanebûn” têne binavkirin. Pispor vê yekê wekî ji dadweriyê heta kolanan, ji taxan heta girtîgehan, di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de ku armanc dikin ku bîr û kevneşopiya berxwedanê ya civaka Kurd bişkînin, dinirxînin. 

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) vê dawiyê li bajarên Kurdistanê bi mijara “Hevdîtina jinan a li dijî şerê taybet” komxebat li dar xist, li ser polîtîkayên şerê taybet ên ku li dijî jinan têne meşandin axivî. Meclisa Jinan a DBP’ê ku bi jinan re li gelek bajaran civiya, bandorên van polîtîkayên ku di bin kontrola dewleta Tirk de pêşve diçin, li ser civakê nîqaş kir. 

DENGÊ TÊ Û NÎŞEYÊN KOMXEBATAN 

Cîgira Hevseroka DBP’ê Narîn Gezgor encamên komxebatên ku di çarçoveya “Hevdîtina jinan a li dijî şerê taybet” li seranserê Kurdistanê bi hezaran jinan re kirine, parve kir. Gezgor diyar kir ku şerê taybet bi rêbazên wekî fihûş, madeyên hişberê, sîxurî û koçberiya bi zorê kirine navenda xizaniyê. 

Gezgor mijarên herî krîtîk ên ku di komxebatan de derketin holê wiha anî ziman: “Mijara herî berbiçav ferzkirina sîxuriyê bû. Jinên ciwan ên li zanîngehan û yên li kar digerin li ser xizaniyê sîxurî li ser wan ferz dikin û şantaja bi deng û dîtbarî wekî. rêbaza herî zêde tê bikaranîn. Dîsa wêrankirina ekolojîk û çandî jî wekî polîtîkayeke şerê taybet tê bikaranîn. Beşdar, polîtîkatên HES, bendavên ewlehiyê û şewatên daristanan wekî wêrankirina jîngehê û di heman demê de wekî polîtîkayên ku herêmê bê mirova bihêlin, ji bîr û ji hilberînê qut bikin dibînin.” 

SERXWEBÛNA ABORÎ PIRSGIRÊKA SEREKE YE 

Gezgor anî ziman ku jinên wekî Îpek Er û Gulistan Doku di bîra kolektîf a civakê de bûne sembolên şerê taybet û got, “Jin rêya tekane ya li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistinkirî dibînin. Dîsa, mijara serxwebûna aborî wekî rojeva serek a jinan li ber me ye. Ji bo pêşîgirtina xizniyê pêşniyarên kooperatîfên jinan û karsaziyên kolektîf hatin kirin.” 

‘DIVÊ WEŞANÊN HIŞYARKIRINÊ BÊN ÇÊKIRIN’ 

Gezgor diyar kir ku divê plansaziya ku jinên ciwan li hember têkiliyên “hestyarî” yên sexte û xefikên sîxuriyê yên ku bi rêya medyaya dîjîtal têne kirin, bên kirin û wiha berdewam kir: “Ev platform, xuyabûna tevgera jinan zêde kir û di heman demê de pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin gihand girseyeke berfireh. Divê weşanên hişyarkirinê bên çêkirin. Komxebatên li ser wekheviya zayendî û polîtîkayên şerê taybet ne tenê ji bo jinan, bi beşdariya tevahiya civakê bên lidarxistin. Girîng e ku komxebat xweser û têkel bên kirin û xîtabî her temenî bikin.” 

TUNDIYA BI UNIFORMA Û ZIRXA DADWERIYÊ 

Parêzer Gulan Çagin Kalelî jî dema ku tundiya bi uniforma ya li herêmê pênase kir, diyar kir ku divê krîzên heyî wêdetir biçin. Li gorî Kalelî, ev tundûtûjî beşek ji berdewamiya ji Qirkirina Ermeniyan heya Komkujiya Dersîmê, ji tariya salên 90îheya qedexeyên derketina derve yên 2016’an dirêj dibe. 

Kalelî anî ziman ku bedena jinê ji hêla pergalê ve wekî qada şer tê dîtin û got: “Yek ji hedefên herî stratejîk ên şerê taybet bedena jinê ye. Serdestiya ku li se bedena jinê hatiye avakirin, ji bo rûmet, aîdiyet û civakîbûna gelekî peyamek e. Aqlê dewleta serdest a mêr têgehên rûmet, xwedîtî û kontrolkirinê bi kar tîne û jinan hedef digire û di rastiyê de hewl dide tevahiya civakê ‘dîsîplîn” bike. Di dema şer de, zayendperestî tenê nayê hilberandin, di heman demê de wekî amûrek siyasî jî kûrtir dibe.” 

DI DADWERIYÊ DE REFLEKSA ‘PARASTINA NETEWÎ’ Û BÊ CEZAYΠ

Kalelî rola dadweriyê ya di van polîtîkayan de wekî “aparata bêcezatiyê” pênase kir û bi hûrgiliyên balkêş rave kir ku çawa sûcdarên bi cilên fermî di dadgehan de têne parastin û got: “Xerca parastinê ya hêzên ewlehiyê ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Karên Hundir ve tê dayîn û dewlet bi qanûnan li kêleka sûcdar radiweste. KHK’ên ku piştî 2016’an hatine derxistin, hêzên ewlehiyê diparêze. Bersûcên çawişên pispor an jî polîs bi parastinên nijadperestî û hestyarî yên wekî “girêdana bi welat” û “operasyonên serketî” ji hêla şandeyên dadgehê ve wekî şert û mercên kêmkirina cezayan tên dîtin û ev yek li pêşiya edaletê astengieyeke mezin e.” 

Kalelî diyar kir ku jinên mexdûr di pêvajoya darizandinê de ji ber bandora bersûcan cara duyemîn rastî tundûtûjiyê tên û anî ziman ku dadwerî veguheriye platformek ku sûcdaran rewa dike. 

BI DANEYAN ŞIKESTINA CIVAKΠ

Ji Navenda Lêkolînên Zeviyê (SAMER) Serhat Temel diyar kir ku rêjeya bikaranîna madeyên hişberê li gorî  Tirkiyeyê, li bajarên Kurdistanê çar qat zêdetir e. 

Temel bal kişand ser daneyên madeyên hişber, qumar û xwekuştinê yên li bajarên herêmê ku li gorî Tirkiyeyê pir zêde ye. Li gorî Temel ev daneyên 10 salên dawî bi zanebûn veguherandine normê. 

Temel anî ziman ku wan ji bo analîzkirina xwekuştin û tiryakê li daneyên TUÎK’ê nihêrîne û pîvanên deformasyona civakî bi van hejmaran danî holê: “Bûyerên xwekuştinê di navbera salên 2000-2023’yan de herî zêde li Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê hatine jiyîn. Daneyên herî trajîk dema li gorî temenan tê belavkirin; koma temenê 15-19 salî di navenda xwekuştinan de ye, di heman demê de Amed û Wan di xwekuştina zarokên di bin 15 salî de di rêza yekem de ne.” 

‘HÊZÊN EWLEHIYÊ’ ÇAVÊN XWE DIGIRIN 

Temel diyar kir ku rêjeya fermî ya bikaranîna madeyên hişberê li Tirkiyeyê ji sedî 3.1 e û got, “Lêkolînên serbixwe yên li qadê nîşan didin ku ev rêje li bajarên Kurdistanê di navbera ji sedî 7 û ji sedî 11.6’an de ye (kêm û zêde 2-4 caran zêdetir e). Li hin navçeyan, rêjeya kesên ku dibêjin li derdora wan bikarhênerên madeyên hişberê hene digihîje ji sedî 48’an. Bê guman bikarhênerên ku van hemûyan bi sedemên cûrbecûr ve girêdidin jî hene. Ciwanên di bin 35 salî de dibêjin ku ew ji ber bêkarî û krîza aborî ketine valahiyek mezin û ev rewş wan xistiye nav çerxa tiryakê. Em dikarin bibêjin ku îdiaya sereke ya li kolanê ev e ku hêzên ewlehiyê ‘çavê xwe ji bazirganiya madeyên hişberê digirin’. Siyasetmedar û saziyên demokratîk ji bo enerjiya ciwanan beralî qadên din bikin divê bi lezgînî refleskê nîşan bidin.” 

ANALÎZA WÊRANBÛNA CIVAKΠ

Civaknas Mustafa Altintop jî diyar kir ku divê ev rewşa di civakê de ne wekî “rizbûnê”, lê wekî “wêraniya sîstematîk” were pênasekirin. Altintop anî ziman ku ev rewş encama pêla tepeserkirinê ya ku piştî 15’ê Tîrmehê bi KHK, qeyûman û tasfiyekirina akademiyê dest pê kir û got, “Divê xebatên çetebûna ku di nava ciwanan de derketiye pêş, wekî komên mîna mafyatîk bêne naskirin. Komên mafyatîk ji ciwanan ku ji pêşeroja xwe bi fikarin xeyala ‘jiyanek balkêş’ pêşkêşî wan dike û wan ji civakê vediqetînin. Ciwan ji bo ku neşdarî van çeteyan bibin, ji sûcan re vekirî ne.” 

DIVÊ CIVAKÊ KONSOLÎDE BIKIN 

Altintop diyar kir ku zexta ku pê re rû bi rû dimînin û xemsariya karesatan (erdhej, pandemî) hêrsa di nav gel de zêde kiriye û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku ev hêrs wekî bêtehamuliya li hember derkeve holê. Ez difikirim ku, ji bo çareserkirina vê zirara giştî ya di civakê de, divê em li girîngiya mînakên ku gel kosolîde dike yên mîna serkeftina Amedsporê binêrin. Ji ber ku demên dijwar mirovên bihêz diafirînin. Tevî van hemûyan, divê civak li ser bingeha avaniyên liyakatê israr bike.” 

Di beşa dawîn a dosyaya me ku ji 8 beşan pêk tê ku me li ser polîtîkayên şerê taybet a li Kurdistanê amade kiriye, parêzer, civaknas û siyasetmedarên ku nêrînên xwe anîn ziman ji tiryak û bêcezatiya di dadweriyê de bigire heya torên fihûşê û wêrankirina ekolojiya Kurdistanê, wekî “şerê taybet” a pirqatî ku ji navendek yekane tê rêvebirin, kod kirin. Berxwedana herî mezin a li dijî vê sêwirana tarî rêxistina civakî û têkoşîna jinan a ku tax bi tax, kolan bi kolan hatiye avakirin derdikev pêş. 

BI DAWÎ BÛ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di dema rejîma Baasê de rewşa Kurdî: Li her qada jiyana civakî qedexe bû
Nûçeya Pişt re Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bilêse Omer di salvegera 5’an a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Li Ranya bi merasîmeke heybet Şehîd Bilêse Omer di salvegera 5’an a qetilkirina xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Serhat Gultekîn hate girtin

Aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn ê ku ji aliyê Fransayê ve radestî Tirkiyeyê hatî kirin, hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Çima Sayiştay hemû raporên qeyûman eşkere nake?

Digel ku hilbijartinên herêmî nêzîk dibin jî, raporên Sayiştayê ya sala 2022'an a li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di dema rejîma Baasê de rewşa Kurdî: Li her qada jiyana civakî qedexe bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?