Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Banga DEM Partiyê: Divê demildest tecrîd bê rakirin
Rojane

Banga DEM Partiyê: Divê demildest tecrîd bê rakirin

DEM Partiyê daxuyand ku ji bo çareseriyê bêyî dem bê windakirin divê tecrîd bê rakirin û got, "DEM Partî ji bo roleke çalak û avaker bigire ser xwe amade ye.” Partiyê bang li muxalefet û desthilatê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamên Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelana (DEM Partî) îro di bin serokatiya hevserokan Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan de li hev civiyan. Di civîna MYK’ê de tecrîda li ser Rêber Apo û geşedanên dawî hatin nîqaşkirin.

Daxuyaniya piştî civînê ya MYK’ê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“Ji 1’ê Cotmeha 2024’an û vir ve di nava raya giştî, qada siyasî û çapemeniyê de nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd dest pê kirine û dewam dikin, wê di rojên pêş de jî bidome. Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê biryar da ku nîqaş û nirxandinên xwe yên dawî bi gelê me re parve bike.

Weke xaka ku bêriya avê kiriye, welatê me jî di hesreta aştiya civakî ye.

Em doza çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikin.

Pirsgirêka herî bingehîn a ku divê Tirkiye çareser bike pirsgirêka Kurd e. Asta ku pirsgirêka Kurd îro gihîştiye, çareseriya demokratîk û aştiyane ferz dike. Geşedan jî nîşan didin ku pirsgirêk demek dirêje ji sînorên welat derketiye û bûye herêmî û cîhanî. Kesê ku li siberoja demokratîk û hevpar a welat difikire, di rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn de nikare çavên xwe ji vê rastiyê re bigire.

Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya vê pirsgirêka ku rasterast bi demokratîkbûna komarê ve girêdayî ye divê gav bên avêtin. Divê ev çareserî li ser esasê beşdarbûn û lihevkirina hemû beşên civakî be. Aştiya civakî encax bi vî awayî pêkan e. Dirûşma me ya bingehîn ew e ku ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh a li ser esasê aştiya civakî û lihevhatina demokratîk, pirsgirêkên xwe ne bi tundî û pevçûnan bi axaftin, bi muzakere û diyalogê çareser bikin.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi avakirina komareke demokratîk a ku jiyana bi hev re û wekhev diparêze û her kes xwedî çand, ziman, nasname û baweriyên cuda bi azadî bi mafên hemwelatîbûna wekhev tê de bijî, pêkan e.

‘DIVÊ BÊYÎ DEM WERE WINDAKIRIN TECRÎD BÊ RAKIRIN’

Rewşa Birêz Ocalan ê ku di hevdîtina dawî ya malbatê ya li Îmraliyê de got,  ‘Tecrîd didome. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’ hê jî nehatiye guhertin. Ji ber ku hê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê nehatine ava kirin, ev li pêşiya aştiya civakî dibe astengiyek cidî. Ocalan weke muxatab rola ji bo aştiyeke mayînde û çareseriya demokratîk girîng e. Bi dawîkirina polîtîkayên tecrîdê, afirandina şert û mercên xebatê, mezinkirina hêviya aştiya civakî û şênberkirina şansê çareseriya demokratîk, erkek bingehîn û dîrokî ye.

‘DEM PARTÎ AMADE YE’

DEM Partî ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û ji bo aştiya civakî bi her awayî amade ye ku rola çalak û avaker bigire milê xwe. Di vê çarçoveyê de pêşxistina polîtîkayên berfireh û tevkariyê li pêvajoyên diyalogê weke erka xwe ya bingehîn dibîne.

DEM Partî ku xebatên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de didomîne, armanc dike ku bi rêbazên muzakereyên demokratîk, Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê weke bingeha diyalog û çareseriyê ji bo hemû civakê rê li ber paşerojê veke. Di vê çarçoveyê de erka DEM Partiyê ew e ku li ser bingehên siyasî û qanûnî rêziknameyên qanûnî û destûrî yên li ser nasnameya gerdûnî û mafên çandî bên derxistin.

‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN HAWIRA CIVAKÎ JEHRÎ DIKE’

Polîtîkayên qeyûman, temsîliyeta demokratîk û xebata demokratîk a rêveberiyên xwecihî xera dike. Desthilatdariya navendî bi binpêkirina îradeya xwecihî ya demokratîk û îradeya gel re rê li ber bêewlehiya civakî û qeyranên rêveberiyê vedike û demokrasiya xwecihî ji holê radike.

BANGA JI BO MUXALEFET Û DESTHILATÊ

Banga me ji her kesî re ye…

DEM Partî hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê vedixwîne têkoşîneke hevpar û banga yekitiyeke xurt li hemû pêkhateyên xwedî wijdan dike.

Beriya her tiştî em bang li desthilata vî welatî dikin ku gavên berbiçav bavêje û tecrîdê rake. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike, wê bibe nirxê bilindbûna demokratîk û modela bihêz a herêmê. Çareseriya aştiyane ya li welatê me wê bike ku li welatên din ên Rojhilata Navîn di warê demokrasî û aştiyê de gavên girîng bên avêtin.

Em bangeke vekirî li hemû derdorên muxalefeta siyasî û civakî dikin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e ku tenê ji desthilatê re nayê hiştin. Di vê çerçoveyê de her gotin û her helwesta muxalefetê ya ji bo çareseriyê wê civakê bi awayekî pozîtîf pêş ve bibe. Divê muxalefet helwesteke ji desthilatê pêşketîtir nîşan bide û xwe ji avêtina gavên wêrekî dûr nehêle.

Tevgerên jin, rêxistinên ked û pîşeyî, rêxistinên ciwanan, rêxistinên sivîl, rêxistinên demokratîk ên li her qadan kar dikin, rêxistinên baweriyan, tevgerên hawirdorparêz û ekolojiyê, rewşenbîr û rûspî yên ku wijdanê civakê ne ji bo rêya aştiya civakî bû vekirin divê helwesteke bi biryar nîşan bidin.

Em ji her kesê ku xema wan paşeroj û demokrasiya welat, edalet, wekhevî, azadî, hiqûq, nan û edalet, kar û hwd. e dibêjin ku welatê me jî wek xaka bêriya avê kiriye di hesreta aştiya civakî ye. Werin em aştiyê bi hev re ava bikin. Weke erka me ya dîrokî em em bi hev re meşa mezin a demokrasî û aştiyê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê gel li ber xwe dide: Bê Serok Jiyan nabe
Nûçeya Pişt re ‘Me bi felsefeya Rêber Apo Şengal azad kir’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ûkranya li dijî Moskowayê bi balafirên bêmirov êrîşeke berfireh pêk anî

Ûkranyayê beriya pîrozbahiyên salvegera serketina li hemberî Elmanya Nazî ya 9’ê Gulanê, li dijî Rûsyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindistanê di mîtîngê de mirovan pê li hev kirin: 36 mirî

Li eyaleta Tamil Nadu ya li başûrê Hindistanê, di mîtînga siyasetmedar û aktorê navdar Vijay…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayten Dersim: Armanca me ya dawî azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Armanca me ya dawî azadiya fîzîkî ya Rêberê me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?