Ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gerîlayên jin ên Kurd û Ereb ve hate bîranîn. Gerîlayên jin işaret bi rola îdeolojîk, leşkerî û manewî ya Bêrîtan kirin û destnîşan kirin ku di têkoşîna azadiya jinê de berxwedana wê xwedî cihekî dîrokî ye.
Gerîlayan anîn ziman ku xeta berxwedanê ya Bêrîtan rêya azadiyê nîşanî jinên Rojhilata Navîn hemûyan daye û gotin, têkoşîna wê îro jî ji bo jinan çavkaniya îlham, hêz û îradeyê ye.
‘BÊRÎTAN JI BO ME XETA ÎRADE Û NASKIRINA XWE YE’
Gerîla Bişenk Brûsk bal kişand ser bandora dîrokî ya çalakiya Bêrîtan û anî ziman ku berxwedana wê pêşî li artêşbûna jinê vekiriye.
Bişenk Brûsk ragihand ku sekna Bêrîtan a teslîmnebûna li jin ji bo jinan girîng bû û got, “Şehîd Bêrîtan ji bo me moral e, hêz û îrade ye. Ew jinek bû ku berê xwe da cewhera xwe, li hemberî zext û zehmetiyan teslîmî dijmin nebû. Piştî çalakiya wê ya fedaî artêşbûna jinê pêk hat. Rê nîşanî me da ku em rastiya xwe û rastiya dijmin nas bikin.”
Bişenk Brûsk diayr kir ku kesayetiya fedakar û dilnizm a Bêrîtan ji bo hevrêyên wê hemûyan çavkaniya enerjî û azadiyê ye.
ASYA AMED: ‘BÊRÎTAN SEMBOLA AZADIYÊ YA JINAN E’
Gerîla Asya Amed a ji gelê Ereb anî ziman ku sekna Bêrîtan sînorên neteweyî derbas kir û ji bo jinên Ereb jî veguherî çavkaniya îlhamê.
Asya Amed diyar kir ku dema li fîlmê li ser jiyana Bêrîtan temaşe kir gelekî jê bi bandor bû û destnîşan kir ku wêrekiya wê hêvî û bawerî da jinan.
Asya Amed got, “
“Gava ku min cara destpêkê li fîlmê li ser şehîd Bêrîtan temaşe kir, gelekî jê bi bandor bûm. Ew ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinan hemûyan sembola azadiyê ye. Wêrekiya wê hêvî û baweriyê dide me. Sekna wê ya bê tirs nîşan dide ku jin di nava her şert û mercî de dikare li ber astengiyan rabe.”
Asya Amed destnîşan kir ku weke gerîlayeke Ereb wê soz daye ku xeta berxwedanê û felsefeya Bêrîtan heta dawiyê biparêze û bişopîne.

