Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Cizîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan: Li dijî zextan divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enternasyonalîst a Îtalî Anna R.: Azadî bi têkoşîna hevpar ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn ê 30 salan girtî ma: Divê desthilatdarî dawî li polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e
Kurdistan

YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

Li Çiyayê Şengal bi merasîmeke hevpar a artêşa Iraqê û fermandariya YBŞ-YJŞ’ê rêkeftina di navbera Bexda û Şengalê de hate ragihandin. Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku ew li gel 4 hezar û 165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal a Iraqê dibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Îro Çiyayê Şengalê şahidî li ragihandina rêkeftineke girîng û dîrokî ya di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û hêzên parastina Şengalê YBŞ-YJŞ’ê de dike. Piştî hevditînên demdirêj ên di navbera Şengal û Bexdayê de ku ji destpêka sala 2026’an ve berdewam dikin, îro rêkeftina di navbera her du aliyan de li Çilmêra ku lûtkeya Çiyayê Şengalê ye hate ragihandin.

 

Li Çiyayê Şengalê merasîmeke hevpar a bi beşdariya fermandariya YBŞ-YJŞ’ê, 60 şervanên hêzên parastina Şengalê, dayik û oldarên Êzidî, rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, Parêzgarê Nînowayê û hejmarek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê hate lidarxistin. Ragihandina vê rêkeftinê ya di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêşdikeve ku ji bo mîsogerkirina mafê xweparastin û xwerêvebirinê ya civaka Êzidî û hemû gelê Şengalê weke gaveke girîng û dîrokî ya yekem tê nirxandin. Di merasîmê de, hem daxuyaniya YBŞ-YJŞ’ê hem jî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê cuda cuda hatin xwendin. Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê ji aliyê Tîrêj Şengalî ve hate xwendin. Daxuyaniya Iraqê jî ji aliyê berdevkê Ofîsa Ragihandina serokwezîrê Iraqê Sabah Numan ve hate xwendin.

4 HEZAR Û 165 ŞERVAN WÊ BEŞDARÎ EWLEHIYA FEDERAL DIBIN

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de hate ragihandin ku wê hêzên YBŞ-YJŞ’ê li gel 4 hezar û 165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal bibin ku wê ev pêngav bibe zemîneke xurt di hevpariya netewî û berpirsyariya netewî de.

Di daxuyaniya YBŞ’ê de parastina mafên şervanan, parastina rûmeta şehîdan, ewlehiya Şengalê, mîsogerkirina maf û nasnameya gelê Şengalê wekî şertê pêkanîna vê rêkeftinê hate destnîşankirin û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê, serkeftina vê rêkeftinê cîbicîkirina ciddî ya lihevkirinan, ji holê rakirina bandorên komkujiyê, ronkirina çarenûsa windahiyan, dabînkirina dadmendiyê ji bo malbatên qurbaniyan, amadekirina mercên ji bo vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê, û her wiha mîsogerkirina ku karesat careke din dubare nebe, pêwîst dike.”

XURTKIRINA ROLA RÊVEBERIYA XWECIHÎ YA ŞENGALÊ

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de her wiha ji bo pêşketina proseya entegrasyona demokratîk, naskirina îradeya gelê Şengalê û saziyên wê wiha hate destnîşankirin: “Em girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiyên xwecihî li Şengalê û kûrkirina demokrasiyê bi awayê ku tevlîbûna hemû pêkhateyan mîsoger bike da ku Şengal bibe konekî hembêzker ji bo zarokên xwe, destnîşan dikin.”

Berfirehiya daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“Wekî dilsoziyek ji bo xwîna şehîdan û ji bo parastina rûmeta gelê me, em bîranîna şehîdên jenosîda Êzidiyan û tevahiya şehîdên Iraqê dikin, di serî de şehîd fermandar Ebû Nûrî, Mam Zekî, Şêx Xeyrî, Şehîd Bêrîvan û Berfîn, Şehîd Zerdeşt Şingalî, şehîd firokêvan Majid Temîmî, şehîd Merwan Bedel (Dîjwar Feqîr) û hemû kesên ku canê xwe di oxira parastina axa Iraqê û gelê wê û serweriya wê de bexşîn, her wiha hemû kesên ku alîkar û piştgirê civaka Êzidî bûn ji rojên destpêkê yên jenosîdê ve heta roja me ya îro. Qurbankirin û helwestên wan ên bilind wekî emanetekî di stûyê me de dimînin û peymanek e ku tu carî di bîra me de winda nabe.

Di encama baweriya me bi yekparçebûna Iraqê û serweriya wê û di ber xemxwuriya me ji bo çespandina asayîş û aramiyê li Şengalê de, em radigihînin ku me bi Hikûmeta Federal a Iraqê re derbarê bidawîanîna peywendiya leşkerî ya serbixwe ya hêzên me (Yekîneyên Berxwedana Şingalê û Yekîneyên Jinên Şingalê) ku hejmara wan digihe 4165 şervanên kur û keç û entegrebûna wan di nava sîstema ewlehiyê ya federal û rêxistinkirina çekan di destê dewletê de, li gorî çarçoveyên qanûnî û sazûmanî û têgihiştinên li ser hatine lihevkirin, gihiştiye rêkeftinekê, bi awayekî ku bibe bingehê qonaxeke nû di hevbeşiya nîştimanî û berpirsiyariya hevbeş de.

Ev rêkeftin di çarçoveya dîroka Şingalê û wê jenosîdê de tê, ku gelê me yê Êzidî di Tebaxa 2014’an de li ser destê çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî tê re derbas bû, gava ku rûbirûyî kuştin, revandin, koçberî û metirsiya nemabûnê bû. Di wê demê de ku parêzgeha Nînowayê jî di nav de nêzîkî sêyeka rûberê Iraqê ket bin desthilata wê rêxistina terorîst, Çiyayê Şengalê, bi leheng û zarokên berxwedana Êzidî re, yên ku gelê xwe, axa xwe û rûmeta xwe parastin, û îradeya berxwedan û hebûnê li dijî komkujiyê şênber, bi serbilindî li ser piyan ma.

Di wê kêliya çarenûsî de, ji bo parastina gelê ku rastî komkujiyê hatibû, axa ku dihate xwestin ji kokê were qutkirin û rûmeta ku serî tewandin red kir, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji nava êşê û îradeya jiyanê çêbûn. Şervanên me bi jin û xort, şerê parastinê û rizgariyê pêk anîn, ji bo parastina gelê me û axa me, me 530 şehîd û sedan birîndar dan. Em yekem kes bûn ku piştî têkbirina rêxistina terorîst DAÎŞ’ê, alaya Iraqê li Şingalê hildan, me teyît kir ku Şingal beşeke ku ji Iraqê veqete nîne û parastina me ya ji gelê me re ji berpirsiyariya me ya nîştimanî hîç qut nebûye.

Îro jî, ne rûpela dîroka xwe em dadixin û ne jî fedekariyên salên berxwedanê înkar dikin, belê ji qonaxeke ku jenosîd û şer li ser me hatibûn sepandin, em derbasî qonaxa xebata di nava saziyên dewletê de dibin. Em tekez dikin ku rêxistinkirina çekan di destê dewletê de û yekxistina biryara ewlehiyê bingeh e ji bo çespandina serweriyê û rêgirtina li vegerandina terorê û xurtkirina aramiyê, bi şertê ku cîbicîkirina rêkeftinê li gel parastina mafên şervanên me be, parastin û rêzgirtina li rûmeta şehîdan û misogerkirina asayişa Şingalê û maf û taybetmendiyên xelkê wê be.

Hêza dewletê tenê bi şiyana sepandina desthilata xwe nayê nirxandin, belê bi şiyana hembêzkirina welatiyên xwe û naskirina qurbaniyên wan û dabînkirina mafên wan tê pîvan. Lewma serkeftina rêkeftinê pêwîstî bi cîbicîkirina cidî ya xalên wê û çareserkirina şopên jenosîdê û eşkerekirina çarenûsa windayan û dabînkirina dadperweriyê ji bo malbatên qurbaniyan û amadekirina zeviyê ji bo vegerandina koçberan û avedankirina Şingalê û piştrastbûna ji wê yekê ku ew karesat qet careke din dubare nebe, heye. Her wiha em tekezî li ser girîngiya xurtkirina rola saziyên sivîl û rêveberiya xwecihî ya Şingalê û çespandina demokrasiyê bi awayekî ku mîsogeriya beşdariya hemû pêkhateyan bike û bike hêzeke yekgirtî ji bo hemû xelkê wê, dikin.

Spasiya ya xwe ya kûr arasteyî birêz Serokwezîrê Iraqê, aliyên hikûmî, ewlehî, siyasî û civakî, komîte û şandên peywendîdar û hemû kesên ku ji rojên pêşîn ên jenosîdê ve heta îro piştgirê civaka Êzidî bûn û her kesê ku beşdarî di serxistina danûstandinan û nêzîkkirina nêrînan û rakirina astengiyan de kir, dikin. Em hêvîdar in ku ev ruhê nîştimanî di qonaxa cîbicîkirinê de berdewam be, ji bo ku berdewamiya rêkeftinê bê misogerkirin û armancên xwe bigihîne û asoyeke nû ji bo aramî û hevkarî û xizmetkirina hemû xelkê Şingalê veke.

Ji bo malbatên şehîdan, birîndar û windayan, ji bo gelê me yê Êzidî û tevahiya Iraqiyan, em dubare dikin ku fedekariyên me ne taybet ji bo çekan bû, belê di oxira mirov, ax, rûmet û jiyanê de bûn. Me erka xwe di eniyên rûbirûbûnê de cîbicî kir û îro jî di qonaxeke nû de em ê berdewam bin li ser berpirsiyariya xwe, di demekê de ku yekrêziya Iraqê û serweriya wê, asayişa Şingalê û rûmeta xelkê wê û avakirina pêşerojeke aram û dadperwer ji bo hemû zarokên xwe, xistiye serê her tiştî.

Dilsoziya me ji bo şehîdan ne ew e ku mirov dîlgirtiyê şer bimîne, belê ew e ku em parastinê li ser wê tiştê bikin ku wan di oxira wê de canê xwe bexşandin, serkeftina herî mezin a li dijî komkujiyê ew e ku gelê me li ser axa xwe, li welatê xwe Iraqê, bi mafên xwe yên parastî bi awayeke zindî, azad, ewle û bi hebûna xwe ve berdewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Cizîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan êrîş birin ser karkerên Polonez

Karkerên Polonez ku ji ber endametiya sendîkayê ji kar hatin avêtin, ji aliyê polîsan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata Veysel Guney ev 43 sal in li gora wî digerin

Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guneyê ku 43 salan beriya niha hatî îdamkirin û cenazeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

Li ser rêya Pasûr-Mûşê darbenda pira ku hîn tê çêkirin hilweşiya û karker di binê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Bulgaristanê hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Tevgera xwendekaran di hilbijartinên Sirbistanê de bi ser ket

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Brezîlyayê dubare Lula hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?