Gerîlayên YJA STAR’ê bi şahiyeke mezin 34’emîn salvegera artêşbûna jin pîroz kirin û şahadeta fermandar Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn. Bi avabûna Tevgera Azadiyê re têkoşîna jinan jî her roj mezin bû, her wiha xeta azadiya jinan bi hêz bû. Di sala 1992’an de şerê ku li hemberî PKK’ê hatibû destpêkirin, xeta îxanet û teslîmiyetê ji her alî ve da ferzkirin. Bêrîtan Hêvî di şerê ku îxanet û teslîmiyetê ferz dike de heta gulaya xwe ya dawî şer dike, çeka xwe dişkîne û li hemberî bangewaziyên teslîmiyetê xwe ji zinaran ve diavêje. Rêber Apo bi şahadeta Bêrîtan Hêvî re biryara artêşbûna jin digire û ev avabûn 34 sal in tê domandin. Bêrîtan ango Gulnaz Karataş li hemberî xeta îxanet û teslîmiyetê dibe sekna jinên azad. Rihê artêşbûna YJA STAR’ê li ser hîmê berxwedaniya jina Kurd a esîl hatiye avakirin.
Di bîranîna ku li çiyayên azad de hat lidarxistin de sekna artêşbûna jin û xeta Bêrîtan Hêvî di nava nerînên gerîllayên jin de wiha derketin pêş: “Bi têkoşîna heval Bêrîtan re tovên komîna jinên azad li çiyayên Kurdistanê îro bûn xwedî rih û kok.” Di tevahiya şahiya gerîlayên YJA STAR’ê de peyamên bilindkirina xeta azadiya jin xwe dan pêş. Bernameya bîranîn û pîrozbahiya gerîlayên jin bi civîna fermandara YJA STAR’ê Hêzil Özgür ve hat destpêkirin. Hêzil Ozgur li ser wate û girîngiya rojê nirxandineke berfireh pêş xist. Her wiha şahiya gerîlayên jin bi bernameya çandî re berdewam kir, di nava bernameya çandî de gelek dîmenên rengîn derketin pêş. Bernameya gerîlayên jin herî dawî bi gerandina govendê bi dawî bû.
‘TÊKOŞÎNA HEVAL BÊRÎTAN ROMANA JINÊN AZAD E’
Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Hêzil Ozgur di civîna ku ji bo gerîlayên jin re li dar xist de, 34’emîn salvegera artêşbûna jin û şahadeta fermandara mezin Bêrîtan Hêvî girt dest û wiha nirxand: “Wekî heval dizanin, îro salvegera artêşbûna jin û 34’emîn salvegera şahadeta fermandara mezin Bêrîtan ango Gulnaz Karataş e. Em di şexsê tevahiya şehîdên xeta azadiya jin de tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Em ê li ser xeta şehîdên xwe têkoşîna azadiyê bilind bikin.
Wekî tevahiya hevalan jî dizanin, artêşbûna jin li ser bîranîna heval Bêrîtan hate avakirin. Rêber Apo wekî bersiva şahadeta heval Bêrîtan artêşbûna jin ava dike. Ji ber wê jî em vê rojê di serî de li Rêber Apo, tevahiya şehîdên şoreşê û tevahiya jinên têkoşer pîroz dikin. Di dîroka têkoşîna me de salên 1991-1992’an salên herî dijwar ên têkoşîna azadiyê bûn. Di van salan de tevlêbûn ji her alî ve zêde bûn û bi taybetî jî tevlêbûnên hevalên jin pir zêde bûn. Bandora gerîla her roja ku diçû li Kurdistanê zêde dibû.
Tevahiya tevlêbûnên ku di wan deman de çêbûn, tevlêbûnên bi zanist bûn. Ciwanên Kurd di zanîngehan de ref bi ref ber xwe didan nava têkoşînê. Heval Bêrîtan jî yek ji wan ciwanan bû ku ber xwe dabû nava refên Tevgera Azadiyê. Heval Bêrîtan şervaneke nû bû, bi tevlêbûna xwe re bîr û ramanên Rêber Apo digirt. Tevahiya naskirin û fêmkirina heval Bêrîtan ew ber bi nêrîna jina azad ve hîn zêdetir dibir.
Her wiha di van deman de şerê ku dihate meşandin bi armanca tunekirina Tevgera Azadiyê ji her alî ve dihate meşandin. Xeta ku dihate ferzkirin, xeta teslîmgirtin û îxanetê bû. Heval Bêrîtan li hemberî xeta îxanet û teslîmiyetê bi sekneke berxwedêr şer kir, ji bo ku nekeve destê dijminê dagirker xwe ji zinaran ve avêt. Helwesta heval Bêrîtan ew bû ku nirxên rêxistinê nekevin destê dijminê dagirker. Ev sekin û çalakî bû sedem ku dijmin jî ji heval Bêrîtan re rêzê nîşan bide.
Heval Bêrîtan Rêbertiyê nedîtibû, lê daxwaza wê ya ji bo dîtina Rêber Apo pir zêde bû. Dixwest romana Rêber Apo binivîse. Xwe di felsefe û ramanên Rêbertiyê de kûrkirin û jiyana xwe li gorî hizrên Rêber Apo sazkirin, di heval Bêrîtan de pir zêde kûr bûbû. Di dîroka artêşbûna jin de keda heval Bêrîtan pir mezin e. Di rastiya jina Kurd de berxwedan, şerkerî û esîlbûn pir zêde heye. Bi derketina PKK’ê re ev sekin hîn bi hêztir derket holê. Jina Kurd îro bi têkoşîna xwe bûye hêviya tevahiya jinên cîhanê.
Ev sekin ji bo me wekî jinên Kurd serbilindiyek e, di heman demê de hevalên mîna heval Bêrîtan rê nîşanderên me ne. Tevahiya şehîdên pêşeng ên tevgera azadiya jin berdewamiya roman û xeta heval Bêrîtan bûn. Heval Bêrîtan dest bi romanê kir û ew hevalan jî romana heval Bêrîtan dan domandin. Dema em heval Bêrîtan digirin dest, em di heman demê de behsa dîroka xwe yanî ya jinên azad dikin. Careke din, em artêşbûna jin li tevahiya hevalan pîroz dikin.”
GERÎLA EVÎN: BÊRTÎAN SEKNA JINA AZAD E
Gerîla Evîn Bêrîtan ji bo salvegera artêşbûna jin û şahadeta Bêrîtan Hêvî nêrînên xwe yên jêrîn parve kirin: “Sekna heval Bêrîtan û artêşbûna jin ji bo me tevahiya jinan rojeke sembolîk e û em vê wateyê lê bar dikin. Ev sekin di nava xwe de îrade, berxwedan, xeta jina azad, li hemberî îxanetkaran serînetewandin û girêdana bi Rêber Apo re dihewîne. Heval Bêrîtan ji xwe re xeta Rêber Apo esas girt û jiyana xwe bi van ramanan dagirt. Bêrîtan zayîna xeta azadiya jin e. Em wekî gerîlayên YJA STAR’ê xeta heval Bêrîtan ji xwe re esas digirin. Salvegera heval Bêrîtan bû sembola tevahiya jinan, îro ev bîranîn bûye sembola çiyayên Kurdistanê û tevahiya jinên cîhanê wateya xwe di nava de dibînin. Dîsa em bi minetdarî heval Bêrîtan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî sekna wê ditewînin.”
‘ARTÊŞBÛNA JIN LI SER RIH Û SEKNA BÊRÎTANAN HATIYE AVAKIRIN’
Gerîla Delîla Çiya jî derbarê bîranîn û artêşbûna jin de nêrînên xwe anîn ziman: “Wekî gerîlayên YJA STAR’ê îro ji bo me rojeke cuda ye. Em bi minetdarî û ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan îro li vê qadê kom bûne û şahiyeke wiha li dar dixin. Em bi minetdarî heval Bêrîtan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî sekna wê ya berxwedêr ditewînin. Rêber Apo di şexsê heval Bêrîtan de artêşbûna jin diyarî tevahiya jinan kir û her wiha bersiva herî rast a ji bo şahadeta heval Bêrîtan re bi vî rengî pêş xist.
Rêber Apo rastiya heval Bêrîtan ji her alî ve da naskirin û da fêmkirin ku ew rastiya tevahiya jinan e. Çalakiya heval Bêrîtan ji bo tevahiya jinan bû xeta berxwedanê û li hemberî îxanetê sekna jina azad da temsîlkirin. Ev sekin li çiyayên azad bi hezaran jinên berxwedêr da avakirin. Îro di pergala ku Rêber Apo dixwaze ava bike de, jin bi vî rihî tevdigerin. Navê Bêrîtan şerkeriyê, azadiyê û berxwedanê, her wiha sekna jina azad tîne bîra mirovan. Sekna heval Bêrîtan a li hemberî jiyanê, hezkirina ji hevalên xwe û xwezayê re di mirovan de van hestan çêdike. Rêber Apo têkoşîna jina azad li ser van hîman da avakirin. Me bi heval Bêrîtan re fersend nedît ku em bijîn, lê belê tevgera me ya li çiyayên Kurdistanê ji her alî ve wê tîne bîra mirovan û heval Bêrîtan di tevahiya demên jiyanê de bi me re ye.”
‘TÊKOŞÎNA YJA STAR’Ê JI BO TEVAHIYA JINAN E’
Yek ji gerîlayên YJA STAR’ê Şîmal Zerdeşt nêrînên xwe wiha parve kirin: “Di 34’emîn salvegera şahadeta heval Bêrîtan de em bi minetdarî wê bi bîr tînin û artêşbûna jin ku sala xwe ya 34an temam dike, em li tevahiya jinan pîroz dikin. Kelaçûna ku îro li vê qadê derketiye pêş, di encama têkoşîna heval Bêrîtan de çêbûye û xwe gihandiye vê rojê. Heval Bêrîtan yek ji wan hevalan bû ku Rêber Apo fêm kir û xwest romana jiyana Rêber Apo binivîse. Heval Bêrîtan rastiya dijminê qirker rast fêm kir, xwe teslîmî wan nekir û xwe ji zinaran ve avêt. Xeta Bêrîtanan armancên dijminê dagirker têk bir û vala derxist.
Rastiya heval Bêrîtan heqîqeta rast nîşanî me tevahiya jinan da. Têkoşîna heval Bêrîtan hişt ku jinên ji tevahiya neteweyan di nava tevgera azadiyê de cihê xwe bigirin. Têkoşîna ku îro ji aliyê jinan ve tê dayîn, vê yekê temsîl dike. Şahiya ku hatiye lidarxistin jî vê yekê dide destnîşankirin.”
‘BI TÊKOŞÎNA JINAN RE PÊVAJOYA AŞTIYÊ PÊŞ DIKEVE’
Gerîla Arîn Mîlad jî ji bo 34’emîn salvegera şahadet û artêşbûna jin nêrînên xwe wiha parve kirin: “Di serî de em vê rojê li mîmarê azadiyê Rêber Apo û tevahiya jinan pîroz dikin. Di nava refên tevgera jin de cihgirtin ji bo me serbilindiyek e. Bi sekna heval Bêrîtan re artêşbûna jin li tevahiya cîhanê deng veda. Têkoşîna jinan a ku îro li ser çiyayan pêş dikeve, îlhama xwe ji vê yekê digire. Ev yek îro li tevahiya cîhanê belav bûye û jinên ji her rengî di nava me de cih digirin.
Desthilatariya zilam jî ketiye ferqa têkoşîna jinan û li gorî wê tevdigere. Pêvajoya îro ku tê meşandin, bi pêşengiya jinan ve tê rêvebirin. Bi baweriya ku Rêber Apo daye me, em dixwazin îro tevlî vê pêvajoyê bibin. Em ê têkoşîna li ser van esasan pêş bixin.”

