Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Barzanî û îtifaqeke çaraliyî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê!
Kurdistan

Barzanî û îtifaqeke çaraliyî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê!

Erk û berpirsyariya gelê me yê başûrê Kurdistanê di vê qonaxê de giran e, divê gelê me rê nede şerê xiyanet û xiyanetkaran û bertekên xwe yên demokratîk û welatparêzane û neteweyî nîşan bide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Barzanî di sala 1996’an de çû Bexdayê û bi Sedam Hisên re li hev kir û di 31’ê Tebaxê de bi sedan tankên Beesî êrişî Hewlêrê kir û bi sedan pêşmerge û gel qetil kirin. Ji sala 95’an heta sala 97’an di gelek operasyonan de bi hevkariya leşker û kirêgirtiyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê bi fermandariya Cemal Motke di saziyên çandî û çapemeniyê de û di Heyva Sor û Komelea Hunerî de bi sedan kadroyên azadiyê qetil kirin û beşdarî şerê xiyanetê bû. Bi heman awayî di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka Êzidî di nav lepên DAÎŞ’ê de bi tenê hişt û komkujiya Êzidiyan dubare kir.

Mesûd Barzanî di 3’yê Tebaxa 2024’an serdana Bexdayê kir û beşdarî civîna Çarçoveya Hevahengiyê bû û di bernameya serdana xwe de bi serokên Şîe û konsolên rejîma Îranê û dewleta Tirk ên Bexdayê re civiya. Di 2’yê Tîmeha 2024’an Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê bi lihevanîna planeke manîpulatîf PKK tometbar kir ku qaşo agir berdaye bazar û dikan û molên Hewlêr û Kerkûkê û roja din bi sedan tank li xeta Kanî Masî, Bamernê, Şêladizê û Amêdiyê bi rênîşandana PDK û Bexdayê derbasî başûrê Kurdistanê bûn û li çend cihan xalên kontrolê danîn û dest bi kontrolkirina herêmê kirin û şeva 3’yê Tebaxa 2024’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi tundî Herêmên Parastina Medyayê bombebaran û kîmyabaran kirin. Her ji Çiyayê Metînayê bigire heta Qendîl û Xinêre û Xakurk û Asos û Pêncwênê û li piraniya herêmên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyonên leşkerî yên leşkerên Tirk û kirêgirtiyên wê tên meşandin, balafirên bêmirov û balafirên şer asîmanên başûrê Kurdistanê rapêçane.

Hevpeymaniya AKP-MHP-HUDA-PAR û artêşa Tirk ku di qada leşkerî û siyasî de li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê û tevgera girseyî ya gelê Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têk çûn û derbeyeke mezin xwarin, bi neçarî Wezîrê Derve û Recep Tayyip Erdogan bi xwe hatin ber lingên Bexda û Hewlêrê ji bo şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û daxwaza alîkariyê ji hikûmetên Hewlêr û Bexdayê kirin û di 1’ê Tebexa 2024’an de dewleta Tirk a dagirker deriyê Derkarê û Serzêrî bi hinceta nûjenkirinê ji hatûçûna welatiyên re girt, lê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku girtina van deriyan ji bo wê yekê ye ku dewleta Tirk dixwaze dûr ji çavên welatiyan leşker û kirêgirtiyên artêşa xwe bi çek û cebilxaneyê ji wan deriyan derbasî başûrê Kurdistanê bike.

Mesûd Barzanî çima çû Bexdayê?!

Mesûd Barzanî çima çû Bexdayê û bi Çarçoveya Hevahengiyê û konsolên Îran û Tirkiyeyê re civiya? Barzanî li hember beşdarbûna şerê gerîlayên azadiya Kurdistanê û komploya nû li hember tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê çi soz û peyman girtine?

Dewleta Tirk a dagirker û hevpeymana sê alî ya AKP-MHP-HUDA-PAR’ê ji bo ku zerarên têkçûnên xwe yên leşkerî û siyasî qerebû bikin û xwe ji hilbijartineke pêşwext vedizin û nerazîbûnên navxweyî yên Tirkiyeyê bêdeng bikin û zextên derve kêm bikin, pêwîstiya wan bi şer heye. Ji ber ku dewleta Tirk li ser şer û komplo û komkujî û xiyanetê xwe ava kiriye. Li hember vê yekê, rewşa PDK’ê li başûrê Kurdistanê ji rewşa dewleta Tirk a dagirker xerabtir û aloztir e û bi hezar û yek teqle û bi navbeynkariya rejîma Îranê, Hikûmeta Federal a Iraqê û Dadgeha Bilind a Federal zext û giraniyên xwe li ser Hewlêr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm kirin. Hikûmeta Federal a Iraqê jî bi heman awayî ji gelek aliyan ve di bin zextê kolan û alîgirên Sedr û dewleta Tirk û rejîma Îran û Suniyên Iraqê de ye. Heft meh in ku parlamentoya Iraqê bê serok e, alîgirên Sedr daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Rejîmên Tirk û Îranê bi girtina ava çeman û bi zextên xwe yên siyasî Hikûmeta Iraqê rûbirûyî vê rewşê kirine û Hikûmeta Hevpeymana Niştimanî ku Barzanî û Helbûsî tê de cih digirtin, li ber hilweşandinê ye û ji bo ku hikûmeta wan berdewam be, divê Barzanî di nav hikûmetê de bimîne û kesekî ku eniya Şîe erê dike, divê Kurd jî dengê xwe bidin wî da ku bibe serokê parlamentoyê.

Diyar e di van civînan de soz dane Barzanî ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê paş bixe. Jixwe Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji bo hesabên bankayê yên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê biryar da û got ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikarin li kîjan bankayê bixwazin ji xwe re hesabê bankayê vekin, ew azad in. Demeke dirêj li hember “Hejmarî Min” [Hesabê Min] ku ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hatibû vekirin, Banka Navendî ya Iraqê israr dikir ku ji bilî şaxên fermî yên Banka Navendî ku li bajarên Herêma Kurdistanê jî şaxên wê hene, bi bankayên din re miamele neyên kirin. Dibe ku li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê jî hin hêsankarî bên kirin û nermtir tev bigerin, lê belê esasen aliyê Iraqî zêdetir dixwaze pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan, bi taybetî pirsgirêka navbera PKK û PDK’ê kûrtir bike û di vê ava şêlû de masiyê xwe bigire û xwe ji mijara mafê xwerêvebirina demokratîk a Êzidiyan dûr bigire û ji aliyê din ve jî dewleta Tirk a dagirker jê re hinek ava bendavan berde û di mijara Rêya Pêşveçûna Aboriyê de ku tê plankirin ku dê ji Besrayê heta  Mûsil, Rebîa û Silopyayê be, alîkariya vejandina jêrxaneya dewleta Iraqê bike û bi rêya şirketên xwe di avakirina Iraqê de alîkariya Iraqê bike. Heta niha dewleta Tirk a dagirker û PDK nahêlin ku ji bo bajarê Kerkûkê parêzgarek bê danîn, li hemberî vê yekê diyar e hin tawîzan dixwazin.

Hêzên navneteweyî bi taybetî Amerîka di vê qonaxê de jê re ne pirsgirêk e ku şer û rikaberiya gel û pêkhate û aliyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî yên li Kurdistanê derkeve. Ji ber ku Amerîka niha di çend eniyan de di nav şer û nakokiyan de ye û ji hêla din ve mijûlî amadekariyên hilbijartina serokatiya Amerîkayê ye ku dê di dawiya salê de pêk were. Lewma Amerîka lembeya kesk ji wan re vêxistiye ku şerekî wiha li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê bikin.

Tevî wê komploya çaraliyî  ya li dijî gerîlayên azadiyê, dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bi sedan çeteyên DAÎŞ’ê li Behdînan û Kerkûk û Silêmanî û Germiyan û Qereçoxê bi cih kirine ku Berdevkê YNK’ê Se’dî Ehmed Pîre di axaftina xwe ya 2’yê Tebaxa 2024’an de eşkere kir. Her wiha Pîre ragihand ku nav û wêne û cihê mayînê yê DAÎŞ’iyan a li Berwarî Bala tê zanîn. Diyar e dewleta Tirk a dagirker û PDK û NATO û Amerîka bi bicihkirina komên çete yên DAÎŞ’ê li nêzîk sînorên Îranê hemfikir in û demdirêj li ser komployekê difikirin. Ne dewleta Iraqê û ne jî PDK’ê li ser hebûna wan komên çete li wan herêman daxuyaniyek nedaye, deng ji wan nayê. Di vir de pirs ew e gelo ew çeteyên DAÎŞ’ê tenê ji bo dijayetîkirina gerîlayên azadiya Kurdistanê li wan sînoran hatine bicihkirin yan planeke din heye?

Tiştê ecêb ew e ku dewleta Tirk a dagirker û Iraq û PDK ji ber berjewendî û parastina desthilata xwe, ev tifaqa çaraliyî çêkirine û kuştin û birîndarbûn û malwêranbûna gel ne di xema van hêzan de ye. Berê jî bi hezaran pêşmerge ji bo berjewendiyên dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê kirin qurbanî. Ew komploya ku îstixbarata hevpar a PDK û dewleta Tirk a dagirker û Iraqê li hember tevgera azadîxwaz a Kurdistanê çêkiriye, ji vê hêlê ve plana wê hatiye kirin. Eger na, gelê Kurdistanê bi giştî û gelê me yê li başûrê Kurdistanê bi taybetî baş dizane ku di dema êrişên çeteyên DAÎŞ’ê de kê Hewlêr û Kerkûk û herêmên veqetandî parastine, kê bi sedan hezar Êzidî ji komkujiyê parastine û bi vî awayî rûmeta Iraqê parast û rê li ber zêdetir rûreşiya PDK’ê girt. Lewma pêwîst e gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nehêlin ku ev hêzên paşverû û dijdemokrasî û neneteweyî komployeke wiha çepel çêkin û bi çalakiyên girseyî û bi bertek û xwepêşandanan hewl û komployên van hêzan û siyaseta wan a manîpulatîf şermezar bikin. Bi taybetî erk û berpirsyariya gelê me yê başûrê Kurdistanê di vê qonaxê de giran e, divê gelê me rê nede şerê xiyanet û xiyanetkaran û bertekên xwe yên demokratîk û welatparêzane û neteweyî nîşan bide.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Sozdar Dêrik: Ji her êrîşê re wê bersiva me zelal be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê endama komîsyonê ya ku biçe Îmraliyê diyar kir

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rîham Hecî ku di 10 saliya xwe de hatibû revandin, gihîşt malbata xwe

Jina ciwan a Êzidî Rîham Hecî ku di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ciwanên me ji bo siberojeke azad xwe di sîwanên YPG/YPJ’ê de perwerde kirin’

Rêveberê Partiya Tahaluf Ehmed Hiso, diyar kir ku komujiya Til Hasil-Til Eranê bi armanca qirkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?