Du hefteyên derbasbûyî ji bo malbatên Kurd gelekî zehmet derbas bû. Di van rojan de ku nîqaş li ser Qanûna Çarçoveyê tê kirin, malbatên Kurd ên çavê wan li rêya zarokên xwe bûn agahiya şehadeta zarokên xwe wergirtin.
Li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) taziye danî û çalakiyên bîranînê lidar xist. MEBYA-DER’ê di vê dema zehmet de piştgiriyeke mezin da malbatên dilşewat. Hevserokê Herêma Sêyemîn a MEBYA-DER’ê Bahattîn Bîngol ku zarokên wî Leyla û Welat Bîngol di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan, ji ANF’ê re axivî.
JI ŞEWITANDINA GUNDAN HETA BI ÊŞKENCEYÊ Û KOÇA BI ZORÊ ZILMA BÊ DAWÎ
Kurê wî Welat li Dersimê, keça wî Leyla jî li Kobanê şehîd bû. Çîroka Bahattîn Bîngol û malbata wî têkiliya sedem-encamê ya meseleya Kurd bi şênberî radixe pêş çavan. Gundê Bahattîn Bîngol ku li gundê Şilana yê navçeya Kop a Mûşê keyatî dikir, di sala 1994’an de ji ber ku cerdevanî qebûl nekir hate şewitandin.
Bîngol ku li gel malbata xwe ji neçarî bi lez û bez koçî navçeya Kopê kir, qala wê demê kir: “Kurê min welat berî çend rojan ji dayik bûbû. Ji ber ku me nexwest bibin cerdevan, dewletê gundê me şewitand. Qet ji bîra min naçe, 12’ê Nîsana 1994’an bû û leşkeran serê sibehê avêtin ser gundê me. Wê demê nifûsa gund 294 kes bû û her kes weke me neçar ma ku koç bike. Ew jî weke me ji neçarî bar kirin navçeya Kopê. Zexteke welê li malbatan dihate kirin. Ji malên ku ji bo salekê kirê kiribûn di nava 15 rojan de bi zorê dihatin derxistin.
Li Kopê di sala 1999’an de ez endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê bûm. Di vê demê de bi sedan carî hatim binçavkirin. Li jêrzemînên nezaretxaneyan, li cihên şuştina kincan bi rojan hatim daliqandin, her cûre êşkence li min hate kirin. Hêzên ewlekariyê yên dewletê timî digotin, ‘Ya tu yê hez bike yan jî derkeve serê çiyê’ û gef dixwarin.
Di salên 2000’î de ji ber zêdebûna zext û êşkenceyê li gel tevahiya malbata xwe em neçar man ku koçî Stenbolê bikin.”
‘GELEKÎ BANDOR LI ZAROKÊN MIN KIR Û VÊ YEKÊ XETA WAN A POLÎTÎK DIYAR KIR’
Bîngol ku bavê 8 zarokan e, anî ziman ku Welat û Leyla jî weke zarokên wan ên din di bin zexta dewletê de mezin bûn û gelekî bi bandor bûn. Bîngol got, “Zarokên min bûn şahidê tinehesibandina nasnameya Kurd û binçavkirina min a bi êşkenceyê ya gelek caran. Vê yekê gelekî bandor li wan kir. Di heman demê de xeta wan a polîtîk diyar kir. Destpêkê Welat derket serê çiyê, piştre jî Leyla.
‘ME LEYLA Û WELAT LI KOPÊ LI KÊLEKA HEV VEŞART’
Leyla li Kobanê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de 7’ê Cotmeha 2014’an şehîd bû. Welat jî 2018’an li Dersimê şehîd bû. Herî dawî dema li Rojava bû bi telefonê bi Leyla re axivîm. Lê belê bi Welat re min qet nekarîbû têkiliyê dîne. Li Kobanê dema ku şer giran bû kekê min û zarokên xwişka min jî li wir bûn. Ji ber vê yekê ji bo agahiyê wan bigirin me li ser sînor nobed digirt. Li wê derê hîn bûm ku Leyla şehîd bû. Piştî 6 mehan min karîbû cenazeyê wê werbigirim. Lê belê piştî 2 mehan min karîbû agahiyê werbigire ku Welat şehîd bûye. Piştî ku testa DNA’yê da me cenazeyê Welat ji Goristana Bêkesan a li Meletiyê wergirt. Me Leyla û Welat li navçeya Kop a Mûşê li kêleka hev veşart.”
‘EM GELEKÎ GIRIYAN, BILA JI NIHA Û PÊ DAYIK Û BAVÊN DIN NEGIRÎN’
Bîngol diyar kir ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Weke bavê du şehîdan ez ji dil û can piştgiriyê didim aştiyeke bi rûmet. Bêguman min dixwest ku zarokên min van rojan bibîne. Lê belê wan ji bo xwe tiştek nexwestin, ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan û di vê oxirê de şehîd bûn. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Eger îro qala azadiya gelê Kurd û aştiyeke bi rûmet tê kirin, ev yek bi saya têkoşîna wan e.
Belê, me gelekî kişand, em gelekî giriyan, lê belê em naxwazin ku ji niha û pê ve dayik û bavên din bigirîn. Yekane daxwaza me ev e. Tişta herî baş aştî ye, pêwîste aştî pêk were.”
‘EM JI RÊBERÊ XWE, HÊZA XWE Û GELÊ XWE BAWER DIKIN’
Bîngol ku du zarokên wî ji ber sedemên siyasî li Ewropayê sirgûn e, destnîşan kir ku Qanûna Çarçoveyê divê veneguhere ferzkirina poşmaniyê û cezakirinê. Bahattîn Bîngol got, “Weke ku Rêbertî got, ‘Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike’. Ev destpêkek e. Kêmasî wê bêne temamkirin. Ji ber ku bêyî avêtina gavan çarçoveyeke berfireh nikare bê destnîşankirin. Ji bo diyarkirina çarçoveya berfireh şert e ku gavên normal bêne avêtin. Çarçoveya ku Rêbertî danî holê qanûnek e ku ji xwe ji aliyê her kesî ve erênî hate dîtin. Bi xwe jî eşkere got, ‘Em ne dixapînin ne jî têne xapandin’. Ji ber vê yekê em ji Rêberê xwe, hêza xwe û gelê xwe bawer dikin.”
DAYIK BEZAR BÎNGOL: EM ÊDÎ AŞTIYEKE BI RÛMET DIXWAZIN, BILA ÊŞ Û ZEXT BIQEDE
Dayik Bezar Bîngol jî destnîşan kir ku bi saya şehîdan ew gihîştine vê astê û got, “Ji bo aştiyeke bi rûmet divê deriyên zindanan bêne vekirin, her kes karibe xwe bi rengekî rehet îfade bike û zarokên me yên li sirgûnê bêyî zext û ferzkirinê karibin vegerin. Min du zarokên xwe ji dest da û her roj êşa wan dikişînim. Em dixwazin ku êdî aştiyeke bi rûmet pêk were; em dixwazin her cûre êş û zext bi dawî bibe.”

