Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin
Jin

Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

Kongra Star li dijî îdamên ku di demên dawî de li Îranê zêde bûne daxuyanî da û got, "Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li dijî darvekirinên li Îranê ku dema dawî zêde bûye Kongra Star daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Li Îranê siyaseta îdamê her diçe girantir dibe û berdewam e. Di van rojên dawî de tê ragihandin ku li girtîgehên cuda yên welat gelek girtî hatine îdamkirin. Hengaw ragihand ku di navbera 24–26’ê Tebaxê de li girtîgehên Xorramabad, Sari, Rasht, Yazd û Îsfahanê, heft girtiyên bi navên Arezou Rostad, Mostafa Vosoughi, Masoud Nemati, Esmaeil Ajami, Hedayat Jamalzadeh, Emad Sheikhi û Amir Danaei hatine îdamkirin.

Di nava van îdaman de îdama Arezou Rostad a 23 salî bi taybetî dilê me dişewitîne. Tê ragihandin ku Rostad di 19 saliya xwe de bi zorê hatibû zewicandin û piştî wê bi sûcdariya ku mêrê xwe kuştiye, bi cezayê qisasê hatibû mehkûmkirin. Arezou, ku di 24’ê Tebaxê de li Girtîgeha Navendî ya Îsfahanê hat îdamkirin, li gorî ragihandina Hengawê, ji aliyê rayedarên Îranê ve ji raya giştî re nehatiye ragihandin.

Em li ser navê Arezou Rostad ji malbat û nêzîkên hemû jinên ku hatine îdamkirin û hemû girtiyan re sersaxiyê dixwazin. Em êşa wan parve dikin û ji jin, ciwan û hemû gelên Îranê yên ku ji bo azadiyê berxwedanê dikin re piştgiriya xwe û hevbeşiya xwe digihînin.”

Daxuyaniya Kongra Star bi vî rengî dewam kir:

“Rejîma Îranê li şûna ku bersiva hêrs û daxwaza azadiyê ya ku di nav civakê de mezin dibe bide, îdamê wekî amûrekî tirsandin û bêdengkirinê bi kar tîne. Bi taybetî îdamkirina kesên ku bi protestoyên Çileya 2026’an ve girêdayî ne, nîşan dide ku ev siyaset ji bo tepisandina muxalefeta civakî û siyasî jî tê bikaranîn. Îdama Majid Adineh di 23’ê Tebaxê de yek ji nimûneyên dawî yên vê siyasetê ye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku Adineh bi protestoyên Çileyê ve girêdayî hatiye îdamkirin.

Îdam rejîmê xurt nîşan nade; berevajî vê, qutbuyina di navbera gel û desthilatê de hîn mezintir dike. Her ku zext zêde dibe, cihê tirsê hêrs digire û cihê hêrsê jî berxwedanê digire.

Dîroka nêzîk a Îranê jî nimûneyeke girîng a vê rastiyê ye. Di salên dawî yên rejîma Pehlewî de, zêdebûna zexta siyasî û şîdeta dewletê yek ji wan faktorên ku qetandina di navbera civak û desthilatê de kûrtir kir bû. Îro jî rejîma Îranê bi ketina heman şaşitiyê bawer dike ku dikare îradeya gel bi zext û îdamê ji holê rake.

Lê daxwaza azadiyê ya gelan bi darên îdamê nayê tunekirin.

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî îdamê jî nayê qebûlkirin. Ev bêdengî cesaret dide rejîmê ku îdamên zêdetir pêk bîne. Rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî divê li hemberî van îdamên li Îranê helwesteke bihêztir û encamgir bigirin.

Lê tevî van zextan hemûyan, berxwedana gelên Îranê ne rawestiyaye. Jin, ciwan, karker, xwendekar û gelên cuda yên Îranê dev ji daxwazên xwe yên azadî û dadmendiyê bernadin.

Em weke Kongra Star careke din dibêjin: Îdam divê bêyî derengî were rawestandin. Zext û zordariya li ser girtiyên siyasî divê bi dawî bibe. Divê rêz li îradeya azadiyê ya jinan û gelan bê girtin. Mafê gelên Îranê ji bo jiyaneke demokratîk û azad divê were naskirin.

Em bi navê Arezou Rostad hemû jinên ku hatine îdamkirin û hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin; ji malbata wan û hemû gelên Îranê re sersaxiyê dixwazin.

Îdam nikare dengê gelan bêdeng bike.

Zext nikare berxwedanê bi dawî bîne.

Tirs nikare li pêşiya îradeya azadiyê bisekine.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Nepalê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 903’an
Nûçeya Pişt re Ridvan Aslan ê li Nisêbînê hate binçavkirin, hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Fransayê 8’ê Adarê: Em bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşê ve dimeşin

Di çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-F'ê li gelek nuqteyan hatin lidarxistin de hate destnîşankirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûriyê, Peymana Santrala Enerjiyê ya 5 GW çêkir

Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku li ser çêkirina çar santralên nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Fîlmê ‘Bir Kar Tanesinin Ömrü’ li Baselê hate nîşandan

Fîlmê 'Bir Kar Tanesinin Ömrü' yê derhênerê Kurd Kazim Oz li bajarê Basel ê Swîsreyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?