Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik-Karayilan: Yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me disekine
Kurdistan

Bayik-Karayilan: Yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me disekine

Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan ji Kongreya KNK’ê re peyameke hevpar şandin û gotin: ‘’Rol û mîsyona KNK’ê ya di armanca avakirinê de di vê pêvajoyê de zêdetir mezin bûye. Mijara yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me hemûyan disekine.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

23’yemîn Kongreya Awarte ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi xwendina peyama hevpar a Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayik û kadroyê pêşeng ê PKK’ê Mûrat Karayilan berdewam kir. Di peyama ji Desteya Giştî ya KNK’ê re hatiye şandin de, ev yek hatine diyarkirin:

 

Endam, heval û dostên hêja;

Destpêkê em dîwana Kongreyê, hemû heval û dostên beşdar bûne, silav dikin û 23’yemîn Desteya Giştî ya KNK’ê ji bo welat û gelê me ser xêrê be.

Me dixwest em jî tevlî Desteya Giştî ya KNK’ê a ku bi emdambûna wê em şanaz in, bibin. Lê belê ji ber sedemên tên zanîn, em beşdar nebûne. Her çend em dûr jî bin, di civînan de neyên ba hev jî girêdayî armancên KNK’ê em dixwazin hûn bizanin ku em ê erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih bînin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ku ev 23 sal in bê navber xebatên xwe dimeşîne, ji roja avabûnê heya niha yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kiriye rojeva xwe ya sereke û girêdayî vê armancê gelek konferans, civîn li dar xistine û xebat meşandine. Bûye nûnerê dîplomatîk ê derve yê gelê Kurd. Bi armanca pêşxistina têkiliyên di navbera Kurdan de, bi pêşxistina têkiliyên baş ên li gel partiyên siyasî, rêxistin, sazî, rêxistinên civak û kesayetên siyasî yên Kurd; pêkanîna aqil û stratejiya hevpar bûye armanca sereke ya KNK’ê ku em jî endamê wê ne. Ger îro di nava gelê Kurd de diyalog û piştevanî hebe, KNK bûye zemîn û platforma vê yekê.

Hevalên hêja;

Rojhilata Navîn, ketiye serdeme nû ya geşedanên bilez rû didin ku Kurdistan jî li navenda wê ye. Di gel ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên hêzê û têkiliyên nû pêş dikevin jî gelê Kurd hewl dide ku di vê pêvajoyê de roleke aktîf bilîze. Ji bo vê yekê jî ya pêşanî û pêwîst, avakirina stratejiya hevpar a Kurdan e. Stratejiya hevpar jî têkiliya berdewam û sîstematîk ya partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurd ên li çar perçeyan û derveyî welat in, bi armanca avakirina aqilê hevpar divê nîqaşên hevpar werin birêvebirin. Di vê qonaxê de KNK xebateke wiha girîng bi serkeftî dimeşîne û aniye qonaxeke ku mezintir bike. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku wê Kongre bi vê armancê biryarên xurt bide û plansaziyan pêk bîne.

Weke tê zanîn Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ser navê Tevgera me bi dewleta Tirk re pêvajoyeke diyalogê bi rê ve dibe. Ev pêvajo hê jî berdewam dike. Armanca me ya birêvebirina vê pêvajoyê peydakirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê ye. Weke tevger em di wê bawweriyê de ne ku em ê di vê qonaxê de erk û berpirsiyariyên dikevin berê me, bi serkeftî bi cih bînin. A niha dora aliyê din e. Em hêvî dikin ku aliyê din jî ya ku dikeve berê xwe bi cih bîne û em encamekê bi dest bixin.

Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û geşedanên piştî wê, weke ku bi awayekî rasterast bandor li siyaseta Kurdistan û Rojhilata Navîn kirine, bingeha yekîtiya di nava gelê Kurd de jî xurt kirine. Ev banga dîrokî û siyaseta ku piştî wê hatiye pêşxistin, ji bo gelê Kurd derfeta guncaw afirandin ku gelê Kurd di platformên hevpar de yekîtiya neteweyî ya demokratîk ya xwe dispêre berjewendiyên gelê me pêk bînin. Lê belê ji ber ku li hemû perçeyên welatê me nasname û deskeftiyên gelê me di bin zext û gefan de ne parastina van û têkoşîna bidestxistina mafên demokratîk ên neteweyî qet nesekiniye û hê jî berdewam dike. Her wiha wê zêdetir pêşiya bidestxistina maf û hiqûqa hemû gelên li welatê me û gelên em bi hev re dijîn, veke. Di serî de jin û ciwan hemû beşên civakê dînamîkên esas ên serkeftina vê pêvajoyê ne. Beşdarbûn û piştevaniya van wê armanca civaka demokratîk û neteweya demokratîk xurttir bike.

Ev bang di heman demê de ji bo pêşxistina têkiliyên nû yên li gel hêzên navneteweyî, hêzên herêmî, gelên li herêmê û aktorên siyasî jî hewce dike. Di gel ku gelê Kurd li gel hêzên navneteweyî û aktorên herêmî têkiliyên nû pêş dixin jî hewce ye di nava xwe de jî têkiliyên xurrtir û yekîtiyeke berfirehtir û bihêztir ava bikin. Gelê me, li her çar perçeyan jî xwe gihandiye asteke gelekî bilind a birêxistinbûn û hişmendiya azadiyê. Xwe ji rewşa sedsala borî ya bê pêşeng, bê rêxistin û bê îrade ji zû de ye rizgar kiriye. Lê belê bi qasî ku di navbera van avantajan de aqil û stratejiyeke hevpar ava bikin wê mafên xwe bi dest bixin û bibin xwedî statu. KNK yek ji girîngtirîn pişkdarê vê erk û berpirsiyariyê ye.

Rol û mîsyona KNK’ê ya di armanca avabûnê de di vê pêvajoyê de mezintir bûne. Gelê Kurd hê nekariye di navbera xwe de yekîtiya xwe ya tam ava bikin. Mijara yekîtiya neteweyî li pêşiya me hemûyan weke erkekî lezgîn disekine.  Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawîn de jî bi girîngî li ser vê mijarê sekiniye û bang li hemû kesên eleqedar dike ku erkên xwe bi cih bînin.  Di Konferansa Lozanê de biryara lidarxistina konferanseke neteweyî hatibû girtin. Divê KNK di vê mijarê de xwedî hewleke zêdetir be û  di çarçoveya hatiye diyarkirin de bikaribe konferanseke neteweyî li dar bixe.

Em jî hem weke tevger û hem jî weke endamên KNK’ê, em ê piştî vê pêvajoyê xebatên têkildarî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd bidomînin, erk û berpirsiyariyên dikevin berê me bi cih bînin.

Bi vê bawerî û biryardariyê em desteya giştî silav dikin û ji rêveberiya nû re serkeftinê dixwazin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Wan, Amed û Colemêrg: Kurdî dive bibe zimanê fermi
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd ragihand

HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Armanc Mervan di 22’ê Adara 2024’an de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî rageşiya li Sûriyeyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê xwest, hurmetê…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

Merasîma sersaxiyê ya ku dihat plankirin li mala malbata gerîlatê YJA Starê Şîrîn Işik were…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?