Berdana Gulşen Adet a ku 32 sal in girtiye û li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin ji hêla Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve cara 6’emîn hat astengkirin. Berdana Gulşen Adet a ku ji sala 2024’an û vir ve tê astengkirin, saleke din hat astengkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê hevdîtina bi Gulşen Adet re heta 26’ê Tebaxa 2027’an paş xist.
Xwişka Gulşen Adet, Nuriye Adet a ku 32 sal in girtiye û li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, di 19’ê Tebaxê de cara 6’emîn ji bo salekê hatibû paşxistin.

