Bûyerên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê werin şopandin.
Konferansa Jineolojiyê ya li Hollandayê tê lidarxistin, îro bi dawî dibe.
Yuksel Genç nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar Mehmet Ûçûm ên li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Daxuyaniya Ûçûm fikarên welê bi xwe re tîne ku nîşan dide, desthilatdarî naxwaze PKK bi rastî jî çekan dîne.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Kira Legerhausen ku beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû, anî ziman ku divê karên 12 sal in li Ewropayê hatine meşandin jinûve bêne nirxandin û got, “Em ketin nava pêvajoyeke nû ya avakirin, guherîn û veguherînê.”
Dilar Dîrîk anî ziman ku karên Jineolojiyê di nava 12 salên dawî de veguherîneke girîng kir û got, “Destpêkê me hewl didan fêhm bikin bê Jineolojî çi ye. Îro jî em nîqaş dikin bê jiyanê çawa biguherînin.”
Ji EGEÇEP’ê Seher Gavar got, “Di bingeha polîtîkayên enerjiyê de divê diyarkirina pêwîstiyên rasteqîn ên civakî, berhemdarî, sînorên ekolojîk û kêrhatina cemaweriyê hebe.”

