Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Berxwedana YPJ’ê: Ji Serêkaniyê heta bi Tişrînê
Jin

Berxwedana YPJ’ê: Ji Serêkaniyê heta bi Tişrînê

YPJ ku di têkoşîna azadiyê ya jinan de bi roleke girîng radibe, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re di heman demê de pêşengiyê ji berxwedana li Bendava Tişrînê re dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Çalakiyên şermezarkirinê ku li Tûnisê 17’ê Kanûna 2010’an piştî ku seyarfiroş Mûhammed Bouazizi bedena xwe da ber agir, destpê kirin li cîhana Ereb bingeh ji tevgereke gel a berfireh re amade kir. Ev tevger bi dengvedana girseyên ku daxwaza demokrasî, azadî û firsendên aboriyê dikir, ava bû. Piştre li Cezayîr, Lubnan, Urdun, Sûdan, Yemen, Misir û dawiya dawî jî li Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirinê belav bûn. Li Tûnisê dirûşmên ‘nan, azadî û rûmet’ belav bûn, 15’ê Adara 2011 jî li Sûriyeyê bû roja destpêkirina çalakiyên şermezarkirinê yên gel. Li bajarê Derayê komek ji ciwanan li hemberî polîtîkayên zordar ên hikumetê dengê xwe bilind kir. Ev çalakiya protestoyî bi lez li tevahiya welêt belav bû, ji beşên cuda yên civaka Sûriyeyê piştgirî wergirt û mezin bû. Kurdên li Sûriyeyê jî destpêkê xwe ji van şermezarkirinan vegirtin; ne tevlî nava rejîma Esad bûn, ne jî beşdarî nava komên muxalefetê bû. Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di vê demê de bi roleke alternatîf rabûn û feraseta Bihara Gelan’ pejirandin. Vê nêzîkatiyê ne tenê parastina mafên Kurdan her wiha ji bo jiyaneke aştiyane ya gelên Sûriyeyê vîzyonek afirand.

DI SALA 2013’AN DE TABÛRÊN DESTPÊKÊ YÊN JINAN ÊN XWESER AVA BÛN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêla hêviyê ku bi dirûşmên demokrasî, azadî û wekheviyê mezin bû, sala 2011’an bingeh ji avabûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ava kir. Di avakirina YPG’ê de feraseta ‘xweparastin ji nan û avê hîn bêhtir girîng e’ diyarker bû. Bi pişttgiriya ji beşên cuda yên civakê bi taybetî jî temsîliyeta jinan a li nava YPG’ê roj bi roj xurt bû. Bi vî rengî tabûrên jinan li pey hev ava bûn. Destpêkê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di 13’ê Sibata 2013’an de Tabûra Şehîd Rûken ava bû. Ev tabûr ji aliyê Efrînê ve hate birêxistinkirin û ji bo jin li Rojava tevlî qada leşkerî bibin gaveke girîng da avêtin. Piştî avabûna Tabûra Şehîd Rûken bi heman rengî gelek tabûrên xweser ava bûn. Mînak di 25’ê Sibata 2013’an de Tabûra Şehîd Zozan li Dêrikê, Tabûra Şehîd Berçem li Dirbêsiyê ava bû. Piştre di 8’ê Adara 2013’an de Tabûra Şehîd Adalet li Qamişloyê, di 24’ê Adara 2013’an de Tabûra Şehîd Dîcle li Kobanê ava bû. Avabûna van tabûran li Rojava bingeha avabûna artêşbûna jinê xurt kir û rola jinan a li nava têkoşîna civakî hîn bi hêz kir.

AVABÛN DI ROJBÛNA RÊBER APO DE HATE RAGIHANDIN

Di 2’ê Nîsana 2013’an de li Dêrikê di konferansa destpêkê ya jinan de avabûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi rengekî fermî di 4’ê Nîsana 2013’an de hate ragihandin. Bi konferansê de xebatên rêxistiniyê hatin xurtkirin, nîqaş li ser pêşvebirina xeta demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê hate kirin. Biryara destpêkê ya girîng a li konferansê ew bû ku ji her netewe û nasnameyê jin bi nasnameya xwe ya xweser tevlî nava YPJ’ê bibin. YPJ ku xweparastin ji xwe re kir esas, xwe weke hêzeke cewherî ya ji civakan pênase kir. Bi vê pênaseyê re YPJ ne tenê bû rêxistina xweparastinê ya jinan, di heman demê de xwe kir artêşeke jinan a ji bo ewlekariya welêt û gelan.

YPJ’ê bêyî ku cudahiyê bixe nava neteweyan weke artêşeke jinên Sûriyeyî rêxistiniyeke berfireh ji xwe re kir esas. Di çarçoveya armanca xwe ya pêkanîna wekheviya jin û mêr û têkoşîna li dijî nêzîkatiyên zayendîperest, seknek nîşan da. YPJ li ber sîstema artêşbûnê ya xwe dispêre dewletê û li gorî mejiyê serweriya mêr ava bûye, rabû; li şûna vê sîstemeke ji hêzên xweparastinê yên li dijî sîstema parastinê ya dewletê tercîh kir. YPJ ku dixwaze jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ava bike, avabûna xwe di rojbûna Rêber Apo de ragihand.

ARTÊŞBÛNA LI DIJÎ MEJIYÊ SERWERIYA MÊR

Ragihandina artêşbûna jinê ne tenê nêzîkatiyeke ji rêzê bû ku bi YPG’ê re xwe bigihîne şert û mercên wekhev. Ev gav ji bo jin karibin hilbijartina xwe bikin, wekheviya zayendî ya civakî pêk bînin û bersivê ji pirsa ‘Divê çawa bijî?’ peyda bike, gelekî girîng bû. Bi vî rengî wê jin karibin potansiyela xwe keşif bikin. Ev lihevkombûna jinan di heman demê de bandor li veguherîna civakî jî kir. Vê piştevaniyê kir ku jin hîn bêhtir li gel hev têkoşînê bimeşînin û weke hêzeke xurt xwe nîşan bidin. Rabûna li ber mejiyê bi serweriya mêr yek ji armancên bingehîn ên YPJ’ê bû. YPJ ku li ber serweriya mêr a li ser civakê rabû, ji bo dengê jinan bide bihîstin têkoşiya. Ev têkoşîn têkoşîna li dijî rola zayendan a ku civaka kevneşop ferz dike.

Jin bi sedan sal in hem li qada civakî hem jî li qada siyasî xwedî mîrateyeke dîrokî ya xurt in ku li dijî astengiyan têdikoşin. Ev dîrok bi têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan ava bû û gav bi gav veguherî partîbûn û artêşbûnê. Bi taybetî sala 1993’an di nava hêzên gerîla yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de avabûna yekîneyên destpêkê yên jinan ên xweser, gavên destpêkê yên artêşbûna jinê avêtin, atmosfera afirandina rêxistiniya xweser bi lez ji aliyê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û civakî ve bi pêş ve bir. Ev pêvajo ji bo YPJ’ê bû çavkaniya sûdwergirtinê û YPJ’ê di vê çarçoveyê de rêbaza têkoşînê pejirand.

ŞERÊ ÎDEOLOJÎK Ê LI DIJÎ MEJIYÊ DAÎŞ’Ê

Jinan di bin sîwanên YPJ’ê de yekemcar li Serêkaniyê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Di vî şerî de şervanên YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê serketineke mezin bi dest xistin û destaneke girîng nivîsandin. Heman salê beşdarî nava pêngava Til Hemîsê bûn, li dijî mejiyê DAÎŞ’ê têkoşîneke xurt kirin. Di sala 2014’an de li Til Temirê pêşî li DAÎŞ’ê birîn, ji bo pêkanîna ewlekariya gel a li herêmê gavên bi biryar avêtin. Heman salê piştî ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxê de êrîş bir ser Şengalê, şervanên YPJ’ê xwe gihandin gel û bi taybetî jî jinên Şengalê. Bi armanca rabûna li ber zilma DAÎŞ’ê li Şengalê korîdora ewlekariyê hate vekirin; ewlehiya jin û gelê li herêmê hate pêkanîn. YPJ’ê bi sedan jinên Êzidî ji nava pençeyên DAÎŞ’ê rizgar kir û destaneke dîrokî nivîsand. YPJ’ê tecrûbeyên xwe bi YJŞ’ê re parve kir û di avabûna Yekîneyên Jinên Şengalê de bi roleke mezin rabû.

BERXWEDANA SERDEMÊ

Di sala 2015’an de bi pêşengiya şervanên YPJ’ê li Kobanê têkoşîneke bê eman hate meşandin. Heman salê DAÎŞ a ku êrîş dewam dikir, berê xwe da Holê. Li Holê bi taktîkên YPJ’ê re planên DAÎŞ’ê hatin têkbirin û DAÎŞ gelek caran hate şikandin. Di 16’ê Sibata 2016’an de şervanên YPJ’ê pêşengî ji pêngava azadiya Şedadê re kirin û terora DAÎŞ’ê careke din têk birin. YPJ di pêngava Minbicê de li ber êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê rabû û di 15’ê Tebaxa 2016’an de bi rizgarkirina herêmê re serketineke mezin bi dest xist.

Di rizgarkirina Reqayê de ku DAÎŞ’ê ji xwe re kiribû navend, şervanên YPJ’ê bi rola pêşengiyê rabûn û di 20’ê Cotmeha 2016’an de gelê Reqayê hate rizgarkirin. Bi vî rengî têkbirina DAÎŞ’ê û pêngavên paqijkirinê di sala 2019’an bi pêngava Baxozê re gihîşt asta herî bilind. Bi pêşengiya şervanên YPJ’ê cîhanê dît bê DAÎŞ çawa hatiye têkbirin. Li aliyê din di 20’ê Çileya 2018’an de piştî ku artêşa Tirk a dagirker bi 72 balafiran êrîş bir ser Efrînê, şervanên YPJ’ê pêşengî ji berxwedanê re kirin. Şerê ku 58 rojan dewam kir, weke Berxwedana Serdemê hate pênasekirin û mohra xwe li destanekê xist. YPJ di vê berxwedaan li Efrînê de bû sembola hewldana parastina rûmeta gel. Di vê demê de careke din nîşan da ku feraseta xweparastinê û berxwedana civakî çiqasî xurt e.

JI YEKÎNEYÊN JINAN ÊN ASÛRÎ, SURYANÎ Û ERMENÎ RE BÛ ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

YPJ’ê di 1-2’ê Hezîrana 2019’an de konferansa xwe ya 2’yemîn lidar xist û konjonkturên leşkerî û siyasî yên têne guhertin ji xwe re kir xala esasî ya nîqaşê. Di vê konferansê de stratejiya derve û hundir a YPJ’ê, ji bo pisporiya îdeolojîk û leşkerî ji xwe re kir armanc ku ji aliyê hejmar û wesfê ve bigihêje asta herî bilind. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ava bû, YPJ bi rengekî paralel li gel QSD’ê kar kir. Li herêmên Ereb bi têkoşîn û berxwedanê re li Reqa, Tebqa û Dêrazorê YPJ bi rengekî çalak tevlî bû. Lewma li nava Meclîsên Leşkerî yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê rêxistinî hatin avakirin. Nêzîkatiya YPJ’ê ku l pêşberî jin û gelan xwe berpirsyar didît, bÛ çavkaniya sûdwergirtinê ku yekîneyên jinan ên Asûrî, Suryanî û Ermenî bêne avakirin. YPJ’ê di vê pêvajoyê de tevkarî li têkoşîna azadiyê ya jinan kir û ji bo avabûna rêxistiniyeke ji gelek nasnameyan re bû wesîle.

TÊKOŞÎNA AZADÎ Û RÛMETÊ

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de piştî ku dewleta Tirk weke dewama komploya navneteweyî êrîşa dagirkeriyê bir ser Girê Spî û Serêkaniyê, YPJ beşdarî nava refên berxwedanê bû. Mîna her demê li hemberî van êrîşan jî fedakarî û wêrekiyeke mezin nîşan da û ji bo gel û xaka xwe bû mertal. Şervanên YPJ’ê li gel zor û zehmetiyan jî têkoşîna rûmetê û azadiyê meşandin. Berxwedana wan ji bo yekîtî û piştevaniya civakî bû sembol. Ev têkoşîn bû wesîle ku careke din piştrast bike ku YPJ xwedî mîsyona parastina gelan û jinan e. YPJ’ê di vê demê de bi gel re sekneke bi biryar ji bo edalet û azadiyê nîşan da.

Di navbera 30’ê Nîsanê-1’ê Gulana 2022’an de YPJ’ê konferansa xwe ya 3’yemîn lidar xist. Di vê konferansê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qebûlkirina statuya Rêveberiya Xweser li cîhanê, her wiha mijara rêxistiniya jinan a li Rojhilata Navîn û cîhanê hate nirxandin. Hate destnîşankirin ku divê xweparastin bê xurtkirin, têkoşîn bê mezinkirin û girîngiya rol û tevkariya jinan a di vê pêvajoyê de hate destnîşankirin. Nîqaşên ku li ser mafên jinan, azadî û têkoşîna wekheviya civakî li konferansê hatin kirin, vîzyon û armancên YPJ’ê hîn xurt kirin.

JI SERÊKANIYÊ HETA BI BERWEDANA TIŞRÎNÊ TÊKOŞÎN DEWAM DIKE

YPJ ji sala 2013’an heta bi vê serdemê beşdarî gelek pêngavên leşkerî bû, di guhertin û veguhertina civakî de bi rola pêşengiyê rabû. Îro jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê bûye çeper. Parastina li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê berxwedana parastina gelan a xaka xwe ye. Ev têkoşîn têkoşînek ji bo parastina hebûn, ziman û çandê ye. Şervanên YPJ’ê ku ala şehîd Silava û Bêrîvanan li ba didin, mîna Arjîn Reşîd Merwan, Zeyneb Welat, Avzem Çiya û Ronahî Yekta xeta parastinê ya li Bendava Tişrînê xurt dikin.

Ji aliyê dîrokî ve hêza leşkerî û şer bi giranî bi mêran û hêzê tê nîşandan û hebûna jinê ya li vê qadê bi giranî ji nedîtî ve tê. Ev rewş bû sedem ku rola zayendperestî ya li nava civakê bi tundî diyar bibe û potansiyela jinan bê astengkirin. YPJ bi artêşabûna jinan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê feraseta mêr a artêşê têk bir û rola jinan a girîng a li qada leşkerî û parastinê nîşan da. Ji ber vê yekê jî pêşketina ku YPJ’ê ji aliyê leşkerî ve kir, bû pêşeng ji guhertina civakî re. Artêşbûna jinê, têkoşîna pêkanîna wekheviya zayendî ya civakî bû destpêkek ji keşifkirina potansiyela jinê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
Nûçeya Pişt re ‘Efrîn teslîmî tarîtiyê nebû, li ber xwe dide’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nûnertiya MSD’ê ya li DYE’yê ji bo kombûna li ber Qesra Spî bang kir

Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo şermezarkirina êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê îdîayên hikumeta veguhêz derewand

QSD'ê îdîayên medya û hikumeta veguhêz derewand ku digotin, "QSD'ê êriş biriye ser Nexweşxaneya El…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê heya dawî girêdayî Rêberê xwe bin’

Faris Mûrad da zanîn ku ew ê heya dawî dilsozê Rêber Apo bin û wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?