Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Besê Hozat: Divê konaxa duyemîn a pêvajoyê de zagonên azadiyê derkevin
Rojane

Besê Hozat: Divê konaxa duyemîn a pêvajoyê de zagonên azadiyê derkevin

Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku divê ji rêveberê herî jor ê rêxistinê heta şervanê herî nû yê tevlî bûye zagona azadiyê bê derxistin û got: “Ev mirov wê biçin; wê xebata siyaseta demokratîk û xebata civaka demokratîk bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, di bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê de, bi wesîleya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê û qonaxa gihiştî ya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, pêşketinên heyî re nirxand. Hozat diyar kir ku têkoşîna 52 salan a PKK’ê ji bo gelê Kurd, jinan û hemû mirovahiyê re hişmendiya azadiyê, rêxistinbûn û nirxên demokratîk da qezenckirin.

Hozat diyar kir ku PKK ketiye qonaxeke nû ya guherîn û veguherînê û li ser paradigmaya neteweya demokratîk avakirineke nû daye destpêkirin û stratejiya têkoşîna çekdarî terikandiye û stratejiya siyaseta demokratîk esas girtiye.

Hozat derbarê helwesta dewletê ya li hember pêvajoyê jî axivî û got, heke Tirkiye pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser neke, wê bi metirsiyên mezin re rû bi rû bimîne. Hozat rexne li CHP’ê kir ku endam neşandiye heyeta Îmraliyê û bal kişand ser girîngiya Rêber Apo wekî muzakerevanê sereke yê gelê Kurd bê qebûlkirin.

Hozat diyar kir ku eger qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk derkevin, wê kadroyên PKK’ê karibin li Tirkiyeyê tevlî siyaseta demokratîk bibin û beşdarî xebatên avakirina civaka demokratîk bibin.

Nirxandinên Besê Hozat bi temamî wiha ne:

Îro 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ye. Ez pêşî salvegera 47’emîn a PKK’ê, Cejna Berxwedanê ya Kurdan ji Rêber Apo re, ji gelê me re, ji gelan re, ji jinan re, ji hemû mirovahiyê re pîroz dikim.

Ji şehîdê pêşîn heta yên ku herî dawî hatine ragihandin Sabrî Tendurek û Masîro Xabur, ez bi hûrmet, hezkirin û bi minet hemû şehîdên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bîr tînim. Têkoşîna PKK’ê têkoşîneke 52 salan e. 41 sal jî têkoşîna çekdarî bû. Bi xwe re nirxên demokrasî û azadiyê yên pir mezin afirandin. Ne tenê ji bo Kurdan nirxên mezin derketin holê. Ji bo jinan, ji bo gelan, ji bo hemû mirovahiyê bi rastî jî nirx û destkeftiyên pir mezin derketin holê.

Di vê têkoşînê de bedelên mezin jî hatin dayîn. Di vê têkoşînê de me gelek hevalên hêja, mirovên welatparêz û şoreşger, wendakirin. Gelê me bêguman êşên mezin kişandin. Koçberiyên mezin jiya, ji warê xwe û cihê xwe hate derxistin, rastî zordariyên pir mezin hat. Lê ev bedel hemû hêjayî vê bûn. Lewre gelê Kurd rûmet bi dest xist, hişmendiya azadiyê bi dest xist û îradeya azadiyê bi dest xist. Li ser hebûna wê înkareke mezin hebû, gelê ku dihat înkarkirin bû. Gelê ku ber bi mirinê ve diçû bû. Bi vê têkoşînê gelê Kurd dîsa vejiya. Bi berxwedanê, bi têkoşîneke mezin hişmendiya azadiyê, îrade û rêxistinbûna azadiyê bi dest xist.

Ev bi rastî pir girîng in. Bi windakirina rûmetê re rû bi rû bû; niha bûye gelê herî rûmetdar ê herêmê û cîhanê. Bûye gelê herî demokrat û herî azadîparêz ê herêmê. Ev rûmeteke pir mezin e. Ev destkeftiyeke pir mezin e. Bi vê têkoşîna 52 salan înkar şikest.

PKK LI ROJHILATA NAVÎN BÛ TEVGEREKÊ RONAHIYÊ

Bêguman -wekî min got- bedelên mezin jî hebûn. Lê înkar şikest. Îro jî dewleta Tirk a ku sed sal inkar, tunekirin û qirkirina li ser gelê Kurd daye meşandin, gelê Kurd –hêjî bi gotinê be jî, hê nebûye mafên zagoni, hiqûqî û destûrî jî, neketibe nava hiqûqê jî– di gotinê de, di siyasetê de, gelê Kurd wekî gel tê qebûlkirin. Ev li Tirkiyeyê, li herêmê, li cîhanê tê qebûlkirin. Ev encamek pir girîng e. Ev têkoşîn bi xwe re li herêmê jî ronîbûn û hişyarbûnek kûr anî. Ji bo gelan, ji bo civaka herêmê û ji bo jinan pêvajoyeke guherîn û veguherîna mezin, ronîbûnê û li Rojhilata Navîn Ronesansê pêş xist. PKK bi rastî ji bo Rojhilata Navîn bûye tevgereke ronîbûnê û bûye tevgereke Ronesansê. Encamên vê îro bi awayekî berbiçavtir dibînin.

Ji bo jinan bû tevgereke azadiyê. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya jinê, di jina Kurd de hişyarî, ronîbûn, îradebûn, rêxistinbûn û asteke azadbûnê ya mezin derxistiye holê. Îro hem li herêmê hem jî li cîhanê asta ku jina Kurd gihîştiye -ji aliyê hişyarî, rêxistinbûn û îradeyê ve- bi rastî ji bo hemû jinan mînakek e. Ev pir girîng e. Ev di heman demê de veguherîna ku gelê Kurd jiyaye jî îfade dike. Asta ku gelê Kurd di warê demokratîk û azadîparêziyê de gihîştiye, bi asta jina Kurd ve tê îfadekirin. Ev girîng in. Ev qezançên mezin in.

Bi kurtî, bi vê berxwedana mezin, bi vê berxwedana bi rûmet înkar şikest. Niha em di pêvajoya avakirina azadiyê de ne. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê re em avakirineke nû pêş dixin. Ev qezanceke mezin e. Ji bo Kurdan û ji bo hemû mirovahiyê nirxeke mezin a demokrasî û azadiyê ye.

 

WÊ BIDOME…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Zeviyên çandinî û xaniyên gundiyan tên ‘desteserkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku destketiyên me werin misogerkirin divê çalakî berdewam bikin’

Evîndar Ararat diyar kir ku gefên li ser Şoreşa Rojava berdewam dikin û got, “Heta…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûrîye û Desentralîzasyon

Nêzîkî deh sal û nîv e ku peyva "veguhertin" dibe pênaseya herî populer ya tiştên…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?