Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Besra Erol ku berdana wê careke din hate taloqkirin: Ne girtî me, lê dîlgirtî me!
Rojane

Besra Erol ku berdana wê careke din hate taloqkirin: Ne girtî me, lê dîlgirtî me!

Girtiya 67 salî ya nexweş Besra Erol ku cara duyemîn e berdana wê tê taqlokirin, got "Biryareke kêfî wergirtin. Ez li vir ne girtî me, dîlgirtî me."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji ber biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê bi dehan girtî nayên berdan. Girtiya bi nexweşiya giran Besra Erol a 67 salî yek ji wan e ku ji sala 2019’an û vir ve girtî ye. Besra Erol ku li girtîgehê 6 caran emeliyat bû û ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk metirsî heye ku kor bibe, berdana wê cara duyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Besra Erol ji girtîgehê peyamek şand û got, “Ez li vê derê girtî nînim, dîlgirtî me.”

BERDANA WÊ CARA DUYEMÎN HATE TALOQKIRIN

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan; di navbera salên 2021, 20223’an de berdana 384 girtiyan ji aliyê vê desteyê ve hate astengkirin. Besra Erol ji ber axaftina li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz Erol ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li hewşa Navenda Çandê ya Amara ya li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa DAÎŞ’ê ya bombeyî de jiyana xwe ji dest da, bi îdîaya ‘Endametiya rêxistinê’ 30’ê Nîsana 2019’an hate girtin û di encama darizandinê de 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn. Berdana Besra Erol ku nexweşa giran e, meha Kanûnê ya par li pêşberî vê desteyê bi hinceta bersiva ku da pirsa ‘Tu poşman e?’ hate taloqkirin. Besra Erol diviyabû 9’ê Kanûnê bihata berdan, lê belê destpêkê berdana wê ji bo salekê hate taloqkirin. Piştî ku parêzeran îtiraz li biryarê kirin û li meclîsê bû rojev, ji bo 6 mehan hate daxistin.

Piştî ku 6 meh tijî bû, Besra Erol doh derxistin pêşberî desteya çavdêriyê, lê careke din heman pirs lê hate kirin. Li gorî agahiyan, bersivên wê yên li pirsan nehate nivîsandin û desteyê bi heman hincetê berdana wê ji bo 6 mehên din taloq kir. Hate ragihandin ku parêzer wê îtirazî biryarê bikin û Besra Erol 6’ê Çileya 2026’an careke din derkeve pêşberî desteyê.

‘EZ GIRTÎ NÎNIM, LÊ DÎLGIRTÎ ME’

Girtiya nexweş Besra Erol ji girtîgehê nameyek şand, nerazîbûn nîşanî vê bêhiqûqiyê da û got, “Me meraq nekin, li ser lingê xwe bisekinin. Doh ez birin pêşberî desteyê, li desteyê weke cara derbasbûyî ji min re gotin, ‘Tu çima ne poşman e, tu çima li koxûşa terorê dimîne, tu çima ji PKK’ê re nabêje teror?’ Ti tiştên ku min got nenivîsandin. Li desteyê dozger hebû, her wiha gardiyan û hin kesên din hebûn. Piştî pirsan ji min re gotin, ‘Derkeve derve’. Piştî rojekê nivîsek şandin û biryar ji min re ragihandin. Bê hincet, bi rengekî kêfî dirêj kirin. Ez ê di 6’ê Çileyê de careke din derkevin pêşberî desteyê. Bi rengekî kêfî nivîsandin û erê kirin.”

Besra Erol got, “Vê yekê bidin parêzeran û wekîlan. Ez ê li vê derê îtirazî biryarê bikim. Diyar e heta ku cezayê min biqede wê min bernedin. Bila vê biryarê li meclîsê, li her derê bixwînin. Ez li vir girtî nînim, lê dîlgirtî me. Bila her kes bi vê zanibe. Min ji wan pirsî, ‘Ji ber ku min cenazeyê kurê xwe parast, ez çima poşman bibim?’ Hemû gotinên min têkildarî DAÎŞ’ê bûn. Vê biryarê teqez bikin rojev û li her derê belav bikin. Divê her kes vê kêfiyetê bibîne û hîn bibe.”

‘BILA DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÊ ANÎN’

Ximzên Besra Erol jî nerazîbûn nîşanî biryarê dan û ji bo edaletê bang kirin, her wiha xwestin ev bêhiqûqî tavilê bi adwî bibe.

Malbatê ji parêzeran û parêzvanên mafên mirovan xwestin ku li hemberî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û got, “Cihê miroveke extiyar û nexweş girtîgeh nîne. Li gel ku ti sûcekî xwe nîne, timî tê cezakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiya bi nexweşiya giran rojnamevan Perîhan Sevda Erkilinç nayê dermankirin
Nûçeya Pişt re Ahmed Karamûs: Em li benda her kesî ne ku tevlî mîtînga li Kolnê bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Mizgîn yek ji pêşengên hunera şoreşê bû’

Endamê TEV-ÇAND’ê Serhed Zana anî ziman ku hunera şoreşê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî, Mistefa Nîlî ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

Ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê yên ku şehadeta wan hate ragihandin, li gelek bajaran bîranîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?