Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Demhat Tolhildan: Êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin
Rojava

Demhat Tolhildan: Êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin

Rojnamevan Demhat Tolhildan li ser êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Helebê axivî û anî ziman ku êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin. Her wiha ji bo parastina şoreşê jî banga 'Berxwedana bi ruhê seferberiyê kir'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi navê xwe yê berê El Nûsra yên li ser Heleb û derdora wê dewam dikin. Piştî destpêkirina êrîşa çeteyan beşeke mezin a bajarê Helebê û bajarên derdorê kete destê çeteyan. Hikumeta Şamê bêyî ku li hemberî çeteyan li ber xwe bide xwe ji herêmê vekişand. Demhat Tolhildan ku têkildarî êrîşan li herêmê rojnamevaniyê dike, ji ajansa me re axivî.

‘ÇETE LI BERXWEDANÊ RAST NEHATIN’

Tolhildan anî ziman ku çete ji Hama heta bi Derayê li qadeke berfireh belav bûn û got, “Hêzeke ku li hemberî wan li ber xwe ebin nîne. Hêzên rejîmê û Rûsya li her derê qad ji çeteyan re hiştin.” Tolhildan diyar kir ku çeteyan bi amadekariyeke mezin êrîş kirin û got, bi êrîşê re hucreyên çeteyan ên razayî yên li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ne, ketin nava liv û tevgerê.

‘KURD DERBASÎ POZÎSYONA XWEPARASTINÊ BÛN’

Tolhildan têkildarî taxên Helebê yên ku Kurd lê ne, agahî da û diyar kir ku Kurdan sîstema xwe parastin, ketin pozîsyona xweparastinê û got, “Çeteyan hewl dan êrîş bikin, lê belê bi xweparastina gel êrîş hatin têkbirin.” Tolhildan anî ziman ku ji bilî van êrîşan êrîşeke din nebû û got, çeteyan li xeta Şehba û El Babê êrîş kirin, li Helebê ji bilî herêmên Kurd lê ne hemû herêm kete destê çeteyan.

‘DEWLETA TIRK LI BERPIRSYARIYA XWE MIKUR HAT’

Tolhildan ragihand, mirovên ku ji çeteyan ditirsin xwe li taxên Kurdan û herêmên Rêveberiya Xweser girtin û destnîşan kir ku ji ber cudahiya mezhebî ev mirov nikarin li herêmên di bin kontrola çeteyan de ne bimînin. Demhat Tolhildan diyar kir ku dewleta Tirk bi rengekî ne yekser berpirsyariya êrîşan li xwe girt û bi bîr xist ku dewleta Tirk bi gotina ‘Eger Sûriye xwe nede ber çareseriyê wê herêm hîn tevlîhev bibe’ gefa êrîşan xwariye. Tolhildan bal kişand ser çekên çeteyan û diyar kir ku çete ji aliyê dewleta Tirk ve hatin perwerdekirin û got, ji sîstema termal a şevê heta bi balafirên xwekujî, eşkere ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin.

‘ÇETE JI ALIYÊ MÎT’Ê VE HATIN PERWERDEKIRIN’

Her wiha ragihand ku çete ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin û got, “Ji tîma ku droneyên xwekuji bi kar tînin re dibêjin ‘Koma Şahîn’, lê belê di Erebî de peyveke Şahîn nîne. Diyar e ku dewleta Tirk ev nav li wan kiriye. Her wiha normal çete li êrîşên bi vî rengî navê Îslamî lê dikin, lê belê navê van êrîşan Îslamî jî nîne. Diyar e ku hemû plan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û ev plan li pêşiya çeteyan hatiye danîn. Her wiha eger li pişt van çeteyan hêzek nebûya êrîşî ti cihî nedikirin. Diyar e ku dewleta Tirk hevsengiyên hatin guhertin weke firsend dîtin û êrîş pêk anî.”

‘TIRKIYE ÇETEYAN J BO PLANÊN XWE BI KAR TÎNE’

Tolhildan anî ziman ku êrîş ji NATO û DYE’yê cuda nîne û bal kişand ser daxuyaniya DYE’yê ku li ya Tirkiyeyê tê. Demhat Tolhildan diyar kir ku dewleta Tirk bi wezîfeya NATO’yê serkêşiyê ji van çeteyan re dike û got, “Wezîfeya kontrolkirina komên cîhadîst û wergirtina koçberên Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re hatibû dayin, lê belê Tirkiye hem wezîfeya NATO’yê pêk tîne hem jî li gorî planên xwe van çeteyan bi kar tîne.”

‘ÊRÎŞ JI DYE Û NATO’YÊ CUDA NÎNE’

Demhat Tolhildan şîroveya wê yekê kir ku DYE ji bo berjewendiyên xwe, ji ber lawaziya Rûsyayê ya li herêmê dibe ku rê dabe êrîşeke bi vî rengî û destnîşan kir ku dibe ku ji bo ‘ewlekariya’ Îsraîlê êrîşeke bi vî rengî hatibe kirin.

‘TIRKIYE JI LAWAZBÛNA RÛSYA Û ÎRANÊ SÛDÊ WERDIGIRE’

Tolhildan anî ziman ku Rûsya û Îran hem di şerê herêmî hem jî di şerê Rûsya-Ûkraynayê de lawaz bûne û got, “Rûsyayê beşeke mezin a hêza xwe ya teknîkê ber bi Ûkraynayê ve kişand, li vê derê lawaz bû. Her wiha di şerê herêmî de jî Îranê zerareke cidî dît.” Tolhildan destnîşan kir ku Îran û Rûsya wê ji dest vê herêmê bernedin û dixwazin bi rengekî dest lê werde, lê belê ji ber lawaziyê nikarin dest lê werdin.

‘YÊN KU BERÊ DAÎŞ’Ê DAYÎN KURDAN, WÊ HEMAN TIŞTÊ BIKIN’

Demhat Tolhildan gefên li ser Kurdan ên li herêmê bibîr xist û got, dewleta Tirk dixwaze berê êrîşên çeteyan bide Kurdan. Tolhildan bal kişand ser êrîşên DAÎŞ’ê yên li hemberî Kurdan û ev hişyarî kir: “Di sala 2014’an de hatibû gotin ku DAÎŞ wê êrîşî Şamê bike. Lê belê, berê çeteyan dan Kurdan. Weke dîrokî ev wiha ye, yên ku berê DAÎŞ’ê dayîn Kurdaan, wê niha jî berê çeteyan bidin Kurdan. Yên ku dibêjin çete wê êrîşî Kurdan nekin, xwe dixapînin. Her ji niha ve êrîşî birin ser Til Rifat û gelê Ereb ê ku jiyana hevpar a bi Kurdan re esas girtine. Dewleta Tirk ji bo ku vê yekê ji xwe re bike avantaj, wê berê êrîşan bide ser herêmên ku Kurd lê dijîn.”

‘RÊYA PARASTINA ŞOREŞÊ, BERXWEDAN E’

Tolhildan, Şoreşa Rojava ya ku têkoşîna hevpar a gelan afirandî bi bîr xist û destnîşan kir ku xeterî heman e û divê bi heman rengî berxwedan were raberkirin. Tolhildan diyar kir ku bi sîstemeke li ser esasê netewa demokratîk, wê pirsgirêkên herêmê bên çareserkirin û ev tişt anî ziman, “Berxwedan ji bo Kurdan, wê ruhê neteweyî jî xurt bike. Li dijî êrîşên komên çeteyan, divê bi ruhê seferberiyê berxwedan bê raberkirin. Yekane rêya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, berxwedana bi ruhê seferberiyê ye.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Federasyona Gaziyan: Em ê her tim gelên xwe biparêzin
Nûçeya Pişt re QSD: Di êrîşa çeteyan de 3 şervanên me şehîd bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan sersaxî hate danîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan (Zîlan Avşar) a ku hat ragihandin 8 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî komployê şerê fikrî -2

Ramon Mantovani ragihand, fikrên Abdullah Ocalan di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de destnîşan kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Jiyan Timoqî bi berxwedana xwe destan nivîsî

Şehîd Jiyan Timoqî ku ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke têkoşer gelekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?