Gerîlayên Tevgera Azadiya yên di dem û cihên cuda de gihiştine şahadetê li mala şînê ya 19 Mayisê ya li taxa 19 Mayisê ya Êlihê tên bîranîn.
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, malbatên şehîdan, Parlamenterên DEM Partiyê, gelek rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJAê, Dayîkên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl serdana bîranîna cangoriyên azadiyê dikin.
Li cihê bîranînê gelek posterên Rêber Apo, pankartên ku li ser wan “Rabin silav bikin ew cangoriyên welat in” û “Şehîdên me sedema jiyana me ne” hatin daliqandin.
Kesên ku serdana bîranînê dikin di dema hatinê de bê navber diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz dikin.
Serdana bîranînê bi berzkirina dirûşman didome.

