Li navçeya Bismil a Amedê ji bo kesên ku li nava têkoşîna azadiyê di dîrok û cihên cude de şehîd bûne, taziye hate danîn.
Taziye bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Mala Taziye ya li Taxa Firatê hate lidarxistin. Di salona taziyeyê de wêneyên şehîdan li ser maseyeke hate danîn.
Her wiha wêneyên Rêber Apo û pankartên bi nivîsên “Şehîd namirin”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd ronahıya rêya me ye” hatin daleqandin.
Bi sedan kes tevlî taziyeyê bûn û sersaxiyê dan malbatan. Hate diyarkirin ku wê taziye sê roj dewam bike.

