Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin
Rojane

Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin

Li Şirnex û Hatayê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, hatin protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê biryara Doza Kobanê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen metna daxuyaniyê xwend. Gungen, anî ziman ku vê biryarê nîşan daye ku AKP û MHP’ê li cem DAÎŞ’ê cih digirin û wiha got: “Biryara hatiye dayin nîşana wê yekê bû ku yan dê alîgirê gel û demokrasiyê bin, yan jî dê bibin aliyê DAÎŞ û faşîzmê. Dadgehê jî aliyê xwe weke DAÎŞ û faşîzm nîşan da.”

Gungen, bi domdarî diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi piştevaniyê heye û ev tişt anî ziman: “Em careke din vê dibêjin; em tu carî destûrê nadin faşîzmê. Em di serdemeke wisa de ne ku li dijî faşîzmê divê zêdetir mil bi mil bisekinin. Em van ceza û biryaran nas nakin. Selahattîn, Fîgen, Gunay Kubilay û hemû hevalên me yên ku di Doza Komploya Kobanî de hatin darizandin, di dilê kurd, tirk, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên li ser vê axê dijîn de azad in. Hevalên me yên ku bi neheqî û bê hiqûqî hatin cezakirin, di wijdanê raya giştî ya cîhanê de beraet kirin. Têkoşîna me wê hem li hundir hem jî li derve bidome û ji bo mafên hemû bindestan em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi sala ye dijminatiyê li kurdan û dostên wan dike. Îrmez, daxuyand ku ew biryarên dadgehê nas nakin û dê li ber xwe bidin. Îrmez, wiha bi dawî kir: “Pergala di serdema Dadgehên Îstîklalê de îro jî didome. Lê em ê li dijî vê dijminatiyê têbikoşin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi stran û dirûşman bi dawî bû.

HATAY

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê jî têkildarî mijarê li pêşiya konteyniran daxuyanî da û biryar protesto kir. Gelek parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkun Selçuk di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên aştiya civakî û siyaseta demokratîk daxwaz dikin tên cezakirin. Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiya civakî heye. Divê komara ku ev 100 sal in polîtîkayên red û înkarê didomîne, dawî li vê bîne. Divê daxwaza hemwelatiya wekhev a kurdan, elewiyan, jinan, netewe û pêkhateyên cuda bên dîtin û ji bo bicihanîna vê daxwazê li polîtîkayên aştiyane vegerin. Divê bi destê darazê muxalîf neyên tepisandin. Weke parastvanên mafên mirovan em ê Doza Kobanê bişopînin. Em ê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana girtiyê 31 salan cara çaremîn hate astengkirin
Nûçeya Pişt re Li Zaxo 2 kes ketin avê û xeniqîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kevana Zêrîn: Em 4’ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin

Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn 4’ê Nîsanê weke roja hebûn û xwebûnê pênase…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên wan Beşîr Reşîd Ehmed û Ehmed Salih Omer…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsên Iraqê avêtin ser Şaredariya Girzerik a Şengalê

Hêzên polîsên Iraqê avêtin ser avahiya Şaredariya Gel a komelgeha Girzerik a Şengalê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?