Komuna Çand û Hunerê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yogurtçu ya navçeya Kadikoy a Stenbolê şahî li dar xist. Gelek kes tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê”, “Zimanên biyanî çek ê kincên me ne, lê zimanê Kurdî çermê laşê me ye” û “Statuya Kurdî perwerdeya Kurdî” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Şahî, bi çalakiya bi muzîk û dansê ya MKM’ê ji bo zarokan amade kiribû dest pê kir. Di çalakiyê de zarokan stranên Kurdî gotin û kêliyên bi coş jiyan.
Piştî axaftinan, koma zarokan a Koma Gulên Mezrabotanê derket ser dikê û stran got. Welatiyan li ber stranên komê govend gerand û piştre jî koma erbaneyê Koma Amargî derket ser dikê.
Di dawiya şahiyê de jî hunemend Ayfer Duzdaş, Umut Gunduz û Lawîn derketin ser dikê.
Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.

RIHA
Li Rihayê, Komeleya Zimanê Kurdî Zimangerê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navenda Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman dayik e, dayik bi Kurdî ye” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Zimangerê Ozman îzgor ve hate xwendin.
Osman Îzgor di daxuyaniyê de got ku hewceye her Kurdek xwedî li Kurdî derkeve. Îzgor, bi domdarî bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan, her wiha rê li ber zindîbûna ruhê neteweyî, azadî, aştî û civaka demokratîk jî. Serkeftina pêvajoyê, dê rêya misogerkirina mafên nasname, diyarkirina çarenûsa xwe, statu û mafên siyasî û hiqûqî jî veke. Dê têkoşîna me ya ji bo serxistina pêvajoyê û xurtkirina zimanê Kurdî bidome.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî di daxuyaniyê de got: “Li dijî hewldanên mêtingeriyê divê em jî hebûna xwe biparêzin. Ziman, parçeyeke vê ye. Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye. Rêbertî, sekna polîtîk û pratîk a gelê me nirxand. Divê gelê me di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxive. Li Rojhilata Navîn gelek ziman bi tunebûnê rû bi rû ne. Lewma divê em di her qada jiyanê de bi disiplînî nêz bibin. Ziman hebûn e, jiyan e.”
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman, jiyan, azadî” û gotina stranan bi dawî bû.
MÛŞ
Şaredariya Mûşê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hola konferansê panelek li dar xist. Panela ku ji hêla Faysal Yacan ve hat birêvebirin, nivîskarê Modernîteya Demokratîk Nizam Xezal û helbestvan Muzeyyen Turan beşdar bûn.
Muzeyyen Turan behsa dîroka Cejna Zimanê Kurdî kir û diyar kir ku jin di parastina zimanê xwe yê dayikê de roleke girîng dilîzin û got, “Jin di vê têkoşînê de pêşeng bûn û rastî zehmetiyan hatin. Asteng li pêşiya wan hatin danîn. Nehiştin ku çanda xwe nîşan bidin. Mînak Ayşe Şan yek ji van jinên pêşeng e.” Muzeyyen Turan di dawiyê de helbest xwend.
Nizam Xezal jî diyar kir ku bi axaftna zimanê Kurdî dikare ji êrîşan were bibin bersiv û got: “Sîstema me bi gelemperî Tirkî bûye. Siyasetmedarên me axaftinên xwe bi hevokên kurt ên Kurdî dest pê dikin û piştre bi Tirkî berdewam dikin. Pêşveçûna zimanê cîhanê di qada wêjeyê de xwe dide nîşandan. Dengbêj û nivîskarên me ji Kurdî derxînin, êdî pir tişt namîne. Dengbêjek bihêz mîna Ayşe Şan birçî û xizan bû. Çima Şakiro di dawiyê de geliyê me û Kurdan kir? Me gelek caran di girtîgehê de wî guhdar dikir. Me hunermendên xwe sînordar kirine. Dengbêj û nivîskarên me ji bo me bûne amûrek şahiyê.”
Nizam Xezal bi bîr xist ku zimanê Kurdî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku divê şaredarî xebatên xwe yên li ser ziman berfireh bikin.

