Li Şehîdgeha Mihemed Karasungor ya Binarê Qendîlê bi amadebûna malbatên şehîdan û çalakvanan bi merasîmekê şehîdên Komkujiya 16’ê Gulana 1997’an ya li Hewlêrê hatin bibîranîn.
Di merasîmê de daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdan ji aliyê Xerîb Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku meha gulanê di dîroka gelê Kurd de weke ‘Meha Şehîdan’ tê îfadekirin û Komkujiya Hewlêrê jî beşek ji dîroka xwînewî ya bi destê ‘xayînan û dagikeran’ hatiye kirin.
Di dewamê de hate gotin ku di sala 1997’an de li Hewlêrê 83 têkoşer, azadîxwaz û çalakvanên sivîl, doxtor û hunermend li Hewlêrê hatin qetilkirin ku bê çekd û sivîl bûn.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku tevî 29 sal derbas bûye hê jî cenazeyên qûrbaniyan nayê zanîn li kûderê ne û nedayîne malbatan.
Daxuyaniya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê jî ji aliyê Ehmed Hacî ve hate xwendin û hate gotin ku Komkujiya 16’ê Gulanê ‘birîneke vekirî’ ye û ev hate gotin: “Wê rojê hêzên navxwe bi armanca bicihanîna berjewendiyên dagirkeran nêzîkî 100 şoreşger û xebatkar şehîd kirin.”
Di dawiya merasîmê de hate gotin ku wê heta dawî li ser rêya şehîdan bin û têkoşîna rewa ya mafê Kurdan biparêzin.

