Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin
Rojane

Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

Gelê Rojava li hember hewldanên Colanî yên bi rêya fermanên demkî di bin navê "dersên bijartî" Kurdî qedexe dike paşve gav navêje. Gel daxwaz dike ku Kurdî li herêmên Kurdan bi fermî were naskirin û ne wekî dersên bijartî bi destûrî bê mîsogerkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Paradigmaya demokratîk, azadîxwaz û azadîxwaz a ku ji hêla Kurdan ve li Rojava hatiye avakirin bi salan e di hedefa dewlet û hêzên mêtinger de ye. Avaniyên mêtinger ên ku îdeolojiya nîjadperest a “yek ziman, yek dewlet û yek netewe” qebûl dikin, di her derfeta ku dibînin de êrîşî hebûn û zimanê Kurdan dikin. Dewleta Tirk a ku di salên 2018-2019’an de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û rejîma HTŞê ya ku di Kanûna 2024’an de rêveberiya Şamê destser kir hewl dan ku heman polîtîkayên înkarkirinê yên ku rejîma Baasê ku 49 salan li ser zimanê Kurdî dimeşand, berdewam bikin. Her çiqasî serdem û nav ji hev cuda bin jî, noqteya ku dijminatiya hevapr dikin yek e: Kurd û zimanê wan e…

KURDÎ JI HER DERÊ JÊ BIRIN

Dema ku dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê di sala 2018’an de bi êrîşên di bin navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” hatin kirin de Efrîn dagir kirin û nasname û hebûna Kurdan hedef girtin. Ji bo ku nasnameya Kurd tune bikin û nifşên nû asîmîle bikin navên gund, bajarok, saziyên fermî, dibistan û kolanên Kurdan ji tabelayan rakirin û li şûna wan navên Tirkî û Erebî danîn. Wan bi dehan navên Kurdî li Mabeta, Cindires, Raco, Şera û navenda bajarê Efrîn jêbirin. Li Efrînê navê Qada Azadiyê kirin Meydana Ataturk û Çerxerêya Kawayê Hesinkar kirin Kolana Zeytîn Dali. Alayên Tirkî li dibistanan hatin daliqandin, mufredata Kurdî hate guhertin û mufredata ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî amadekirin ji xwendekaran re hat fêrkirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2019’an de êrîşên dagirkirinê yên “Operasyona Kaniya Aştiyê” li ser Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kirin, li vir jî heman polîtîkayên li Efrînê hatin meşandin. Tabloyên Kurdî hatin rakirin, nav û çanda Kurdî hatin hedefgirtin. Her wiha zêdetirî 300 hezar Kurd ji van deveran hatin koçberkirin, li şûna wan Tirkmen û Ereb bi cih kirin û bi vî rengî avaniya demografîk guhert. Ev êrîş di heman demê de berdewamiya projeya “Kembera Erebî” ya rejîma Baasê bûn.

LI SER ŞOPA DEWLETA TIRK Û REJÎMA BAASÊ DIÇE

HTŞ a ku di Kanûna 2024’an de rêveberiya Sûriyeyê desteser kir, îro hewl dide ku li pey şopa rejîma Baasê û dewleta Tirk biçe û hewl dide destkeftiyên Kurdan ên 14 salan tune bike û zimanê Kurdî qedexe bike. Di vê çarçoveyê de, hewl dide ku Kurdî di dibistanan de bikin “dersa bijartî” û piştre jî bi temamî ji pergalê derxînin. Lê ev rewş bi temamî berovajî peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û HTŞ’ê ya ku di 29ê Çileyê de hat îmzekirin e. HTŞ bi eşkereyî benda girêdayî hemû aliyan a peymanê; Misogerkirina wekhevî û pejirandina fermî ya hemî dîplomeyên seretayî, navîn, amadeyî û zanîngehê û sertîfîkayên dibistanên pîşeyî ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine dayîn. Çareserkirina pêvajoya perwerdehiyê ya civaka Kurd bi hevkariya Wezareta Perwerdehiyê û berçavgirtina taybetmendiyên perwerdehiyê” tune dihesibîne û li dijî HTŞ’ê bertekek mezin heye.

FERZKIRINA DERSÊN HILBIJARTÎ

Di çarçoveya peymanê de Daîreya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser bi fermî Adnan Mihemmed El Berî wekî Rêveberê Perwerdehiya Hesekê tayîn kir. Armanc ew bû ku mamoste û xwendekar di nav pergala Sûriyeyê de bi fermî werin naskirin, dîplomeyên wan derbasdar bin û perwerde di nav pergala dewletê de fermî bibe. Lê HTŞ tam di vê nuqteyê dikeve dewrê, plan dike ku perwerdehiya zimanê Kurdî ji holê rake û li şûna wê qursên zimanê Kurdî bide. Serokê HTŞ’ê Colanî (Ehmed Şara) bi derxistina Biryarnameya Hejmar 13 hewl dide modela ji 2 heta 3 saetan “dersên bijarte” yên heftane ji bo zimanê Kurdî têxe meriyetê. Rêveberiya Xweser berevajî vê yekê diyar dike ku ew vê ferzkirinê qebûl nakin û zimanê Kurdî ji bo wan xeta sor e. Ji meha Nîsanê ve bi daxwaza naskirina fermî ya mafê perwerde û hînkirina bi zimanê Kurdî li hemû bajaran çalakî tên lidarxistin. Xwendekar, mamoste û malbatên wan peyam didin ku ew ê pergala ku Şam ferz dike qebûl nekin.

‘ME BIRYARNAMEYA HEJMAR 13 QEBÛL NEKIR’

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di 13’ê Gulanê de daxuyaniyek taybet  dabû ANHA’yê û derbarê van nîqaşan de nirxandin kir. Ebdî diyar kir ku ew dixwazin zimanê perwerdehiyê bi tevahî Kurdî be û wiha got: “Di Peymana 29’ê Çileyê de, me Biryarnameya Hejmar 13 a Serokkomariyê qebûl nekir û me nexwest ku ew tenê di wê çarçoveyê de were pejirandin; me wê nexist peymanê. Ev biyarname bi tena serê xwe pêdiviyên zimanê Kurdî pêk nayne. Ji ber vê yekê, ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê me di peymanê de nivîsand ku divê bi Wezareta Perwerdehiyê re danûstandin werin kirin. Li ser vê mijarê bi wezaretê re nîqaş hatin kirin û em gihîştin encamekê, ev li gorî daxwazên gelê Kurd e û zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Lê hîn ji hêla Serokkomariyê ve nehatiye îmzekirin, em li benda wê ne, ji ber vê yekê ev pirsgirêk hîn jî fermî nebûye. Me ev mijar di hevdîtinên bi Şamê re gelek caran anî rojevê, me di asteke bilind de anî ziman. Ew bi awayekî sîstematîk red nakin, lê hîn jî sekiniye. Ev hîn jî pirsgirêk e û nehatiye çareserkirin. Ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê ev ji bo me mijara herî bingehîn e. Divê ev were çareserkirin. Ji bo vê yekê têkoşîn bê dayîn û hevdîtinên me wê berdewam bikin. Pirsgirêkên di mijarên din de hatin çareserkirin. Divê dîplomeyên zarokên me werin qebûlkirin. Ev pirsgirêk dirêj bû, lêbelê pêşveçûn heye.”

KONETIYA BERIYA PEYMANÊ!

Eşkere ye ku rejîma HTŞ’ê ya li Şamê pêvajoyê giran dimeşîne û dixwaze bi biryarnameyan êrîşî zimanê Kurdî bike. Berî peymana bi QSD’ê û Colanî, bi biryarnameya ku di 16’ê Çileyê de derxist re hewl da ku pêşiya mîsogerkirina zimanê Kurdî bigire. Di biryarnameyê de digot, “Kurd beşek bingehîn û girîng a gelê Sûriyeyê ne. Li herêmên ku nifûsa Kurdan zêdeye, destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî di dibistanên dewletê û yên taybet de wekî dersek bijarte yan jî xebateke çandî-hîndekarî bê dayîn.” Lê ji bo mîsogerkirina Kurdî ti nîşanek tune ye.

BIRYARNAME DEMKÎ YE, DAXWAZAN BI CIH NAYNE

Parêzer Xalid Omer li ser pirsa me gelo zimanê Kurdî çawa divê bi destûrî were mîsogekirin, wiha bersiv da: “Lê berî her tiştî, divê were destnîşankirin ku ev biryarname demkî ye. Ev biryarname daxwazên gelê Kurd bi cih nayne”.  Xalid Omer bal kişand ser van xalan: “Di destûra rejîma Baasê de tenê zimanek fermî hebû û ew jî Erebî bû û hemû gelên li Sûriyeyê wekî ‘Ereb’ dihatin pênasekirin. Niha, li gorî Peymana 29’ê Çileyê ‘Pêvajoya perwerdehiya Kurdan wê bi Wezareta Perwerdehiyê re were çareserkirin û taybetmendiyên wan ên perwerdehiyê wê li ber çavan werin girtin.’ Lê Şera berî vê peymanê di 16’ê Çileyê de biryarnameyek derxist. Tê de nayê gotin ku wê perwerdehî bi Kurdî  be yan jî zimanê Kurdî wê li herêmên Kurdan bibe zimanê fermî. Tenê dibêje ‘destûrê dide’. Ev pênaseyeke bi pirsgirêk e. Divê Kurd ji bo ku Kurdî di destûrê de were mîsogerkirin, li Rojava bibe zimanê fermî û perwerde bi Kurdî be têbikoşin. Divê Kurdî ne zimanê bijarte, bibe zimanê perwerdeyê. Mînakî, niha li Iraqê, Erebî û zaravayê Soranî yê Kurdî wekî zimanên fermî têne naskirin. Daxwaza me ji bo Rojava jî di vê alî de ye.”

Gelê Rojava daxwaz dike ku zimanê Kurdî ku bi bedelên mezin bi dest xistine, 14 salan parastine, hewl dane belav bikin û ji xweliyê vejîndine ne, bi biryarnameyên demkî bi destûrî were mîsogerkirin. Perwerdehiya Kurdî, hilberîna çandî, hunerî û dîrokî mafên herî xwezayî yên Kurdan e û divê bi hemû mîsogeriyan were parastin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe
Nûçeya Pişt re Şandeya PYD’ê li Şamê hevdîtin pêk anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji dengê gerîlayê şehîd Rustem Arpêt stranek

Gerîla TV dîmenê gerîla Rustem Arpêt weşand ku stranek gotibû. Gerîla Rustem Arpêt di êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Provokasyona metirsîdar a Tirkiye û PDK’ê

Divê destûr neyê dayîn ku xaka Kurdistanê jinûve û car din were dagirkirin û binpêkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Rêber Apo banga ‘mafê hêviyê’: Bila biryarên DMME’yê bên bicîhanîn

Li Amed û Mêrsînê di daxuyaniyên çapemeniyê de ji bo bicîhanîna “mafê hêviyê” ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameyên 18 şehîdan hat eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?