În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Cenazeyê şehîd Ehmed Omer ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin
Rojava

Cenazeyê şehîd Ehmed Omer ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin

Cenazeyê şehîdê seferberiya giştî Ehmed Hêmin Omer bi tevlîbûna bi hezaran kes ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan merasîma veşartina şehîd Ehmed Hêmin Omer ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rêxistin kir. Tevî barana dijwar, bi hezaran Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Girseyê bi bilindkirina al û sembolên Kurdî cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hilgirt û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê ve bir.

Karwanê cenaze dema gihaşt pakrewangehê, bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Yek e, yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidar xistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen axivî û got: “Gelê me rojên dîrokî derbas dike. Di van mercên zehmet de gelê Kurd bû yek û piştgirtiya berxwedana Rojava dike.”

Mahsûm Hesen bi bîr xist ku ji dema ragihandina seferberiya giştî bi sedan ciwanên Kurd ji bo parastinê hatin Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî “Em ê berxwedanê bidomînin û xwedî li xwîna 15 hezar şehîdan derkevin. Em ê bi hemû derfetên xwe nirxên ku me ava kirine, biparêzin.”

Di merasîmê de şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyana Hesen, jî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û got, “Ji Qamişlo heya Kerkûkê em dibêjin bila serê malbata şehîd sax be. Em bejna xwe li hemberî mezinahiya şehîd ditewînin.”

Jiyan Hesen anî ziman ku her kesî xiyanet li Kurdan kir, lê Kurd di vê rewşa zehmet de ji hev re bibû palpişt û ji cîhanê re îsbat kir ku 2+2= 1 û ji bajarên cuda yên Kurdistanê tev li vê merasîmê bûne.

Jiyan Hisên di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîd Ehmed bû şehîdê seferberiya giştî, şehîd azad û rûmetê li welatê hêza keziyê û got: “Bila dilê gelê Kurd rihet be. Kurdistan wê yek be û ev hêz dê ber bi yekitiya gelê Kurd ve biçe.”

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs, jî axivî û da zanîn ku şehîd Ehmed berxwedana rûmet û aştiyê meşand û got: “Ehmed şehîdê tevahî mirovahiyê ye. Ehmed ne tenê şehîdê Rojava ye, lê belê şehîdê Kurdistanê ye, şehîdê rûmet û nasnameyê ye.”

Karamûs di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijî gelê Kurdistanê komployeke berberî, qirkirin û koçberiya bi darê zorê heye û wiha pê de çû “Em teqez dikin ku gelê Kurd li cîhanê û tevahiya aliyên cîhanê li hemberî van komployan li qadan e û seferber bûne. Em berxwedana wan û helwestên wan ên bi rûmet silav dikin.

Gelê Kurd biryara xwe ya dîrokî daye, an hebûn an tunebûn. Em nahêlin destdirêjî li mafên me were kirin. Em soz didin şehîdên xwe ku em şopdarên rêya wan bin.”

Karamûs bang li gelê Kurdistanê, rêxistin, sazî û partiyên Kurdistanî kir û got: “Berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ji me hemûyan tê xwestin ku erkên xwe yên neteweyî pêk bînin. Em bang li birêz Mesûd Barzanî, Bafil Talebanî û Abdullah Ocalan dikin ku îro ji her demê bêtir ji bo avakirina yekitiya neteweyî kar bikin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ehmed Hêmin Omer hat xwendin. Hevreyên şehîd cenazeyê wî hilgirt ser milan û ber bi deriyê Sêmalkayê ve oxir kir.

Ehmed Hêmin Omer ji navçeya Daqûqê ya bajarê Kerkûkê ye. Di çarçoveya seferberiya giştî de 20’ê Çileyê hatibû Rojava û di 27’ê Çileyê de di berxwedana li hemberî êrîşên çeteyan de li bajarê Hesekê şehîd bibû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nêçirvan Barzanî: Em piştgiriyê didin peymanê mafên Kurdan divê bi destûra bingehîn bên misogerkirin
Nûçeya Pişt re Salih Gedo: Em ê piştgirî bidin YPG û YPJ’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hewlên dewleta Tirk a kirîna milkên li Serêkaniyê hat şermezarkirin

Meclisa Wargeha Serêkaniyê ya koçberan ku li gundewarê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê der barê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojava gel seferberiyê bi fedakarî didomîne

Ji dema Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ji bo parastinê ragihandiye ve, şêniyên Rojava herêmên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Pîrozbahiya salvegera damezrandina MSD’ê bi dawî bû

Pîrozbahiya salvegera 10’emîn a damezrandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi axaftinan, sinevizyon û xelatkirina endamên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?