Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çetîn Arkaş: Êdî dema aştiyê ye, em vê derfetê ji dest nedin
Rojane

Çetîn Arkaş: Êdî dema aştiyê ye, em vê derfetê ji dest nedin

Çetîn Arkaş ê di Newroza Amedê de axivî û got, “Eger aştî çêbibe, wê ne tenê posterên Rêber Apo, êdî ew bixwe wê li qada Amedê be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya cejna Newrozê ya Amedê, tevî barîna baranê jî didome û coşeke mezin heye. Bi sed hezaran kesan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û li rexa din jî li ber stranan govend gerand. Bernameya pîrozbahiyê didome û li gelek noqteyan hêj jî gel diherike qada Newrozê.

Piştî sînevîzyona ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder, peyama Rêber Apo hate xwendin. Di vê navberê de bêdengiyeke mezin li qadê hebû.

Piştî xwendina peyamê, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Çetîn Arkaş ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêber Apo re mabû û piştre tehliye bûbû, xîtabî sed hezaran kir.

Çetîn Arkaş diyar kir ku li ser navê hemû hefs û zindanan gel silav dike û Newroza wan pîroz dike Arkaş, wiha domand: “Newroza azadiyê ya Rêber Apo pîroz be. Min di temenê xwe de cara ewil e Newrozeke wiha bi girseyî dît. Ji ber wê jî gelek bi kelecan im. Newroza ku herî qelebalix beriya 35 rojan li eywana Abdî Îpekçî ya Stenbolê pîroz kiribû. Em deh hezar kes bûn. Me bi hevalan re keyfxweşiya xwe parve kiribû. Gelek ji wan hevalan niha di nav me de nînin. Em her çiqas qelebalix bibin jî ewqas kêm in. Kêmasiya wan hîs dikin. Aliyekî me keyfxweş e ku em bi we re ne aliyekî me jî xemgîn e ku kesên em dixwazin bi we re bin ne li vir in. Em ji vê qadê soz didin.

Ew zarokên dayikên me yên bi qîmet bûn. Niha wan hîs bikin. Soza we hemûyan ji wan re heye. Di vê têkoşînê de gelek dayikan zarokên xwe winda kirin. Em bi bedelên mezin heta van rojan hatin. Gelek dayikên me yên biqîmet me di demên nêz de winda kir. Dayikek me di demek nêzîk de koç kir. Gotina wê wiha bû teqez serbikevin. Em di kesayeta wê dayîkê de soz didin hemû dayikan em ê serbikevin teqez serbikevin.

Gelê me yê hêja, Em di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêvajoyê pêşwazî dikin. Sed salên dawî yên înkarê çi bi kê da qezenckirin? Divê ev înkar êdî ji holê bê rakirin. Ma dê gelek heta kengî jinedîtî ve were? Gel dê di vê Newrozê de têkoşîna azadiyê bi dest bixin. Ev qad diqîre ku divê Kurd êdî azad bibin.

Werin em di vê Newrozê de hevdîtina gelan jî lê zêde bikin. Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur divê bi entegrasyona demokratîk bigihe yekitiya neteweyî. Em dizanin aştî wêrekî divê, lê heke firsend derketibin holê divê bên nirxandin. Em banga xwe ya ji bo aştiyê gavê biavêjin ji vir careke din dubare dikin. Esareta Îmraliyê êdî nikare were domandin. Divê şert û mercên Rêber Apo yên ragihandinê bên avakirin. Heke ev şert pêk werin dê Serok Apo were vê qadê bi xwe biaxive.

Rêber Apo û hevrêyên wî tu car ji jiyana birûmet tawîz nedan. Hatin kuştin, di girtîgehan de rizîn hatin sirgunkirin lê tu car bipaş ve gav neavêtin. Soza ku me daye dayikên me û şehîdên xwe heta ku ev têkoşîn bi azadiyê tacîdar bibe wê bidome. Ev firsend gelek nêzî me ye. Rojên ku serokatiya me û hevalên me azad bibin wê bibin rojên rast ên cejnê. Ez cejna we ya Remezanê û Newrozê pîroz dikim. Em ê bi serbikevin.”

Piştî Çetîn Arkaş, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derker ser dikê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Talabanî: Silav serok, em ê bi hev re bernameyê temam bikin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Kurd êdî dixwazin bi dewletê re muzakere bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl cara yekemîne ‘Qubeyê Hesin’ a deryayî ya nû bicih dike

Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê ragihandibû ku wan sîstema parastinê ya nû ya "C-Dome", cara yekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Maliyê kemîn li ber konvoya artêşê hate danîn: Herî kêm 50 leşker mirin

Li dijî konvoya artêşa ku ji bajarê Anefîs ê li bakurê Maliyê diçû, êrîş hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 3 bajaran çalakî: Jiyana girtiyên nexweş di xeteriyê de ye

Di daxuyaniyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin dayîn de, peyama “Jiyana girtiyên nexweş di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?