Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Çi bi rêya dîplomasiyê çi jî bi rêya leşkerî divê sînorek ji dagirkeriyê re bê danîn’
Kurdistan

‘Çi bi rêya dîplomasiyê çi jî bi rêya leşkerî divê sînorek ji dagirkeriyê re bê danîn’

Mamosteyan diyar kir ku li nav başûrê Kurdistanê hevkariya dewleta Tirk a dagirker tê kirin û gotin: “Divê desthilata herêma Kurdistanê sînorekî ji bo dagirkeriya dewleta Tirk dayne, êdî çi bi rêya dîplomasiyê dibe, çi bi rêya leşkerî dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a qirker û faşîst bi hevkariya PDK’ê êrîş û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê didomîne, der barê vê rewşê de mamoste Seryas Semîn û Ekrem Mihemed Elî ji ANF’ê re axivîn.

‘PDK HEVALBEND Û HEVKARÊ DEWLETA TIRK E’

Mamoste Seryas Semîn da zanîn ku dagirkeriya dewleta Tirk xwedî rehekî dîrokî ye û got: “Piştî Şerê Çaldêranê, 1514, Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de tê parvekirin û heta niha jî ev dagirkerî berdewam e. Mixabin aliyê nêzîkî Tirkiyeyê PDK ye, ev yek jî rê ji bo dagirker vedike da ku sînorên başûrê Kurdistanê derbas bike. Di rastiyê de dewleta Tirk faşîst û netewperest e, tenê neteweya Tirk qebûl dike, Tirkan wek neteweyeke serdest dibîne. Ji bilî wê tu neteweyeke din qebûl nake. Armanca wê jî jinavbirina neteweya Kurd e.”

Her wiha Seryas Semîn got: “Mirov dikare wan êş û azaran bîne ziman ku bi serê gelê Kurd de tên, lê karê desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê ye ku ji aliyê dîplomasî û leşkerî ve pêşî li van dagirkeriyên Tirkiyeyê bigire.”

‘DEWLETA TIRK BENDÊN KONTROLÊ DANÎNE Û LÊPIRSÎNÊ JI XELKÊ DIKE’

Piştre mamoste Ekrem Mihemed Elî amaje pê kir ku dewleta Tirk a dagirker her roj gund û sînorên başûrê Kurdistanê bombebaran dike û wiha domand: “Tirkiye bi kûrahiya zêdetir ji 40 kîlometreyî axa Herêma Kurdistanê derbas kiriye, her roj êriş û dagirkeriyê pêk tîne, gundiyan ji gundên wan derdixe û xalên xwe yên kontrolê datîne da ku lêpirsînê ji xelkê bike, ji ber vê yekê xelk şehîd dibe. Heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek şermezar nekiriye, ev jî tê wê wateyê ku di nav Herêma Kurdistanê de destek heye ku bûye hevkar, alîkariyê dike. Daxwaza me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku van êrişan şermezar bike û dengê me bigihîne Hikûmeta Iraqê da ku vê dagirkeriyê rawestîne.”

Mamoste Ekrem her wiha ragihand ku dewleta Tirk a dagirker her roj jîngehê qir dike û got: “Dewleta Tirk her roj jîngeha Kurdistanê qir dike, dixwaze wê bike çol. Li van deveran dar hene ku gelek sal in hene û temenê wan digihîje 100 salî, Tirkiyeyê dest bi birîn û şewitandina wan daran kiriye, lewma ez tekez dikim ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê van êriş û dagirkeriyan şermezar bike, ji ber ku ev dagirkerî jîngeha Kurdistanê ber bi tunebûnê ve dibe.”

Mamoste Ekrem di dawiya axaftina xwe de bang li gel û saziyan kir ku li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker rawestin û wiha got: “Ez ji mirovhez, sazî û jîngehhezan daxwazê dikim ku bertekên xwe li hemberî vê dagirkeriyê nîşan bidin, çi bi xwepêşandanan be, çi bi belavokan be. Çi dibe bila bibe, divê rê lê bê girtin, ji ber ku niyeteke Tirkiyeyê ya xerab û tirsnak heye, lewma pêwîst e em hemû bi hev re li dijî vê dagirkeriyê rawestin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Siyasetmedarên Misrî: Abdullah Ocalan modeleke alternatîf pêşkêş dike
Nûçeya Pişt re Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Çekdarên nenas êrişî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li Şirnex û Rihayê jin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, krîza ekonomiyê çareser nabe

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got: “Heta ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?