Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Cihgirtina Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji bo demokrasiyê misogerî ye. Em ê Qanûna Bingehîn kontrol bikin, piştgirî bidin û ji bo encamgirtinê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

DBP’ê ya Rihayê, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya azad, ber bi civaka demokratîk ve’ 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li salona eywana Çiraganê ya Rihayê hate lidarxistin. Di salonê de wêneyên Rêber Apo û pankartên bi nivîsên “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe” û “Niha dema jinê ye” hatin daliqandin.

Kongre piştî rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi hilbijartina dîvanê dest pê kir.

Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di kongreyê de axivî û bal kişand ser bedelên mezin ên hatine dayîn û wiha got: “Pêwîst e em siyasetek wiha biafirînin ku em bibin layiqî şehîdên xwe. Rêber Apo li Îmraliyê têkoşînek mezin dimeşîne. Wî hebûn û jiyana xwe di serî de ji bo gelê Kurd, diyarî tevahiya Rojhilata Navîn kiriye. Pêwîst e em jî destê wî bêhtir bihêz bikin. Niha dema siyasetek demokratîk e. Divê em di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin bikin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku di serdemeke krîtîk re derbas dibin û anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bîranînên ji bo kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tên lidarxistin û ev tişt vegot: “Tişta girîng bîranîna van lehengan e. Ez hevalên me bi rêzdarî û mînnetdarî bi bîr tînim. Tirkiye di azmûneke mezin re derbas dibe. Ji cihê ku 100 sal in Kurdan tune dihesiband, hat asta ku Kurdan muxatab dibîne. Pêwîst e her kes bangawaziya 27’ê Sibatê li ser xwe bihesibîne. Birêz Ocalan her dem di aştiyê de israr kir. Bêhnfirehiya zarokên Kurd ên me ji dest dan em anîn van rojan. Eger gelê Kurd di qanûnên vê welatî de cih bigirtibûya, niha di girtîgehan de nedibû. Eger mafê Kurdan di hiqûqa vî welatî de hebûya, tu kesî şerekî wiha giran nedijiya.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku ev ast bi keda Rêber Apo û kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye bidestxistin û wiha domand: “Niha nîqaşên qanûna çarçoveyî hene. Belê kêmasî hene lê Rêber Ocalan dibêje ‘deriyekî hiqûqî vedibe’. Ev rê li ber hevdîtina malbat û zarokên wan vedikin. Ev derfetê dide ku mîlîtanên li çiyê werin siyasetê bikin. Dema bi dawîbûna pevçûnan û derbasbûna siyaseta demokratîk e. Dibêjin ‘bi AKP’ê re li hev kirine’, ev neheqiyeke mezin e. Xwezî hêzên mûxalefetê hatibûna cem hev û me jî ew wekî muxatab bigirtina. Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan. Me hemû saziyên xwe li ser daxwaza gel ava kirine. Kurdên ku ji Destûra Bingeha ya 21’an û vir ve di tu destûrê de cih negirtine, îro neçar man ku di qanûnê de cih bidin wan. Kurdên ku li Sûriyeyê nedahatin nasîn, îro neçar in ku werin nasîn. Kurdên ku li Îranê tune dihatin hesabkirin, îro rêya 3’yemîn hildibijêrin. Ev bi keda şehîdên me çêbû.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha axivî: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em bibin yek. Gelê Kurd di pêvajoyên pir dijwar re derbas bû. Mînak, duh li Zonguldakê malbateke me rastî êrîşa nijadperest hat. Ev ji ber atmosfera nefretê ya hatî afirandin e. Lijneya Bêçekkirin û Siyasîbûnê sibê dicive. Ev lijne dê biryarên girîng bide. Cihgirtina Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji bo demokrasiyê misogerî ye. Divê hemû polîtîkayên heyî bi dawî bibin. Nîqaşa ‘kî dê bibe serokkomar’ li aliyekî, em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ev pêvajoya ku bi dewletê re tê meşandin dê nêzîkatiya li hemberî Kurdan û avakirina demokrasiyê diyar bike. Em ê Qanûna Bingehîn kontrol bikin, piştgirî bidin û ji bo encamgirtinê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Piştî axaftinan di hilbijartina hatî kirin de Eda Seyrek û Mehmet Îrmek wekî hevserokên nû yên DBP’ê yên Rihayê hatin hilbijartin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Nûçeya Pişt re YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûken Ehmed: Armanca me ya sereke xwegihandina jinên li Rojhilata Navîne

Endama Komîteya Têkîliyên Derve û Dîplomasiyê ya Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku heta…

Ji aliyê Stêrk TV

Baskên Qers û Wanê gihîştin hev, meşa Amedê destpê kir

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa gundê Borikê dest bi pêngava paqijkirina gund kir

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa gundê Borik ê Şengalê dest bi pêngava paqijkirina gund kir. Komîte…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?